Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
xendek - tirşik
xendek
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. XENDEK (bnr: xendek, hezex - wîkîpediya)





Xendek gundekê navçeya Şirnexê Hezexê ye. Li rexa Çemê Dîjleyê hatiye avakirin. Gundekê kevnare û dîrokî ye. Di dema Bîzansiyan de weke kelehek mezin hatiye bikaranîn. Ev der sînorê Împaratoriya Bîzansê ye. Li hemberî wî kela Finikê di destê Persan de bû. Du kelehên mezinbûn li hemberî hev. Ji ber wê cihekî stratejîk bû.

Navê wê di nexşeyên wî demî de Bethzabde derbas dibe. Çiqas ku ev gund keleha Bîzansê be jî ku hêjî; keleha wê, sûrên wê, pîlik, lûleyên avê, dêrên wê xûya dike, gelê vê herêmê kurd bûn û bi awayekî xweser dijiyan. Li Xendekê deverek heye ku hêjî jêre dibêjin Mişara Kurdiyanya. Mişar ango xeta Kurdiyanya. Dema mirov ji vê xetê dibore êdî bêhna axa kurdan tê.



Di navbera Xendekê û Mizgeftok(Laleşok)ê de Xirabajarek mezin heye. Navê vî Xirabajarî yê rastîn Kurdiyanya ye. Li vir kurd di bin Împ. Bîzansiyan de awayekî xweser dijiyan. Hêjî xanî, sûr û şopên Kurdiyanya xûyayî ne.



Li nav erdê Xendekê de Kehniya Sitiyê heye. Ev kehnî cihê Sitiya Kudiyanya bû. Ev bermahiyên dîrokî li benda lêkolînê ne. Li benda lêkolînerên kurd e.



NAVÊN KEHNIYÊN WÊ

Di Xendeka rengîn de gelek kanî û robar hene. Di eslê wê de Xendek cihek biav e. Ji aliyê avê ve tu kêmasiyên wê nîn e. Hem Çemê Dîjleyê hem seqlanên wê û hem jî kaniyên wê pirsgirêka avê çareser kirine. Çiqas ku ez dizanim hê bêhtir kanî hene jî min tenê ev kaniyên he tespît kirin:



1. Kehniya ‘Elkê(Qajik_Benîşt)

2. Kehniya Binya Êş

3. Kehniya Biya Ewlên (Goreka şêx an jî ilimdarekî li wir e. Yên nexweş diçin wir û wextekî dirazin. Piştî wextekî li gor baweriyê; ew zat tê xewna nexweşî û weke marekî ser re diçe û nexweş sax dibe.)

4. Kehniya Cim’îka(cihê Civînê)

5. Kehniya Cirnika

6. Kehniya Çelo

7. Kehniya Çemê Sor

8. Kehniya Dehlokê

9. Kehniya Êliya

10. Kehniya Gund

11. Kehniya Gundik

12. Kehniya Haco

13. Kehniya Hejira Kozê

14. Kehniya Hejîrê

15. Kehniya Kaşikê Hejîrê

16. Kehniya Kêpo

17. Kehniya Mêrga Dehşika

18. Kehniya Mêrgê

19. Kehniya Pîseka

20. Kehniya Sitiyê(Sitiya Xirabajar)

21. Kehniya Şixra

22. Kehniya Temes

23. Kehniya Tirik



NAVÊN CİH Û WAR Û KAŞIK Û XIRABAJARAN

Xendek ji aliyê navdayînê ve jî pir pêş ketiye. Cih nîn e ku bênav maye. Li her kanî, li her kaşik û li her deştî re navek dîtine. Niha jî hin navên ku min tomar kirîn;

1. Aşkê Mejdîn

2. Bankê Pîro

3. Bêndera Zûr

4. Benê Purtî(ev û bince’dê re nêzî tovê 20 elban)

5. Berka Şemdîn

6. Beroş

7. Beroşê Hemîdê

8. Besta Qelêç

9. Bestê (Li ber çem cihê bi kuç û fireh û rast e.)

10. Çaya Kurtik

11. Çemê Binya Ewlên

12. Çemê Ehmo

13. Çemê Sor

14. Çemê Spîndara

15. Çemê Şirt

16. Çemkê Legan(Tovê 2 elba ê me)

17. Dehlok (Li ber Çemê Dîjleyê cihekî dar û ber e.)

18. Derê Şikeftan

19. Deşt(nêzî tovê 30-40 elban ê me))

20. Deştok(Deşta dûyem a piçûk e.)

21. Erdê Kehniya Cirnik

22. Gilxenzîr

23. Girê Nêriya(Nêzî tovê 40 elban)

24. Girkê Legan

25. Girkê Tûpişka

26. Girkê Zixronek

27. Goniyê Dinho

28. Gulşîlan

29. Kêlkê

30. Kevir Sipîka

31. Korta Dehlokê(Bi ser dehlokê re.)

32. Mendîşan

33. Mextera(Xetera) Şewlo(navek ermenîkiye)

34. Mişar

35. Mişara ‘Îdo

36. Mişara Govê

37. Mişara Kurdiyanya

38. Pişta Êş(nêzî tovê 20 elba ê me)

39. Qelêç(Dirû)

40. Sêlewan

41. Serê Sûlavê

42. Serêş

43. Sûlav

44. Şemilwan

45. Tirik

46. Xendeka Xirabe (Gundekê wextê Bîzansiyan mayî ye. Nêzîkî 1600 sal dîroka wê heye. Sûrên wê hêjî bi cih in.)(Nêzî 10 D.ê me)

47. Xwêrêz

48. Zeviya Dirêj

49. Zeviya Ezdîn

50. Zeviya Garanê

51. Zeviya Mecîd

52. Zeviya Mezin(nêzî 20 d.ê me)

53. Zeviya Miho

54. Zeviya Noko(Nehka)

55. Erdê Kehniya Mêrgê(ev û niwala kurtik nêzî 50 d.ê me)

56. Niwala Kurtik

57. Aşê Mala Hacî(Tovê 2 elba ê me)

58. Berseqlan(nêzî 10 d.ê me)

59. Aşê Mehûjoka(Nêzî 1 d.ê me)

60. Banê Rast(nêzî tovê 4-5 elba ê me)

61. Erdê Kehniya Sitiyê(nêzî tovê 50 elba ê me)





GUNDÊN XIRABE

Wek me got Xendek xwedî dîrokek dûr û dirêj e. Divê lêkolînek mezin werê kirin. Niha hin cihên dîrokî û xirab e:

1. Xendeka Xirabe (Ji Xendeka nû bi qasî 300m. dûr e. Gundekê ku ji Bîzansiyan an jî Romayê mayî ye. Kela wê hê jî dimêne. Pere, lûleyên avê, malên wan hê jî tên dîtin.)



2. Xirabajar (Di navbera Xendek û Mizgeftokê de ye. Navê wê yê rast Kurdiyanya ye. Ew jî xwediyê kelehekî ye. Gundekî kevnare û dîrokî ye. Li gor berê bajarek mezin e. Şûnmahiyên malên wan hê jî dixûyin.)

3. Kavilê Biya Ewlên

4. Kavilê Kêçê

5. Kavilê Kehniya Kêpo

6. Kavilkê Behîvê





BERIYA XIRABÛNA GUND MALÊN DI XENDEKÊ DE

Beriya niha 17 salan weke gelek gundên din gundê me Xendek jî hate şewitandin, hate xirakirin. Hingî 48 mal têde bûn. di her malê 5 kes hebin jî hema hema dike 200 mirov. Ev hemû mecbûr man ku ji gundên xwe birevin; hinek di vê revê perîşanbûn, hinek jî mirin.

Dîsa sala 1999’an 10-15 mal vegeriyan warên xwe û Xendek ji nû ve avakirin. Niha ava ye û nêzî 8 malên bicih 10 malên koçer têde dijîn.

Ez hêvîdar im ku em hemû dîsa li gundên xwe vegerin û em ê warên xwe şîn bikin.! Niha hinek li Ewrûpa hinek li bajarên Tirkiyê(antalya, îstanbul), hinek li mezopotamyayê dijîn. Niha jî lîsteya malên ku li Xendekê bicih bûn:



1. Mala Ehmedê Silêman: 4 malên wan

2. Mala Elî Haciya: 2 malên wan

3. Mala Emerê Delo

4. Mala Emerê Elî: 6 malên wan

5. Mala Emerê Fatim: 2 malên wan

6. Mala Mele Evdirehmanê Xendekî

7. Mala Hacî Sedûn: 5 malên wan

8. Mala Hemedê Hesen: 3 malên wan

9. Mala Hemedê Resûl

10. Mala Hemedê Sofî

11. Mala Hesoyê Simaîl: 2 malên wan

12. Mala Mele Mehmût

13. Mala Mihêyê Neder

14. Mala Mirad: 7 malên wan

15. Mala Qaso Tilêlî

16. Mala Reşîd

17. Mala Salihê Evdê: 2 malên wan

18. Mala Sebriyê Qasê

19. Mala Sofî Evdirehman: 3 malên wan

20. Mala Şêx Simaîl: 2 malên wan

21. Mala Xelîlê Ebo

Tevahî: 48 mal

Hejmara Ciwanên beriya 1994 (Texmînî-Yên 20-30 salî): 35



Lêkolîner: Rênas XENDEKÎ



30.12.2013 02:18 | xendekî

2. gUNDÊ KÛ BAVÊ MIN NÊZÎKÎ 30 SALA MELATÎ LÊ KIRIYE YE. jI XWE DEMA YEK BÊJÊ MELE EVDIRREHMAN TI KES NASNAKÊ. dEMA TE GOT MELE EVDIRREHMANÊ XENDEKÎ CÊHDE NASDIKIN. naHA JÎ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DI NASNEMEYA XWE DE PAŞNAVÊ XWE WEKE XENDEKÎ BIKARTÎNÊ.



30.12.2013 12:27 ~2019.12.01 19:26 | nan û av

3. li gundê min domê ku girêdayê navenda mûşê ye navê çemek e. çavkaniya xwe ji çiya yê sêrgî Û Jİ

Çiyayê şerefdînê digre. di jiyana min de cihek girîng digre. herdem ez diçûm diketim ava wî her çiqas evjenî tê de neyê kirin jî.



08.05.2014 15:08 | xewnname

4. (bnr: xendeka di navbera rojava û başûr de)



09.05.2014 00:27 | brusk56

5. çend roj yekî ji nisêbînê reviya vira digot.

heke hun bihêlin xendek li vir wele kolandin hunê mala xwe bi destê xwe xera bikin.

di go me mala xwe bi destê xwe xera kir. eman hun xera nekin..



14.03.2016 21:37 | berxweda

6. kort û çalên mezin in ku heta niha ji bo kurdan xêr tê de nehatiye dîtin.

dema barzanî li dijî rojavayê kola jî, dema tirkiyê li dijî rojavayê kola jî û dema pkkê li bakur kola jî ji bo kurdan tu gîyek baş jê derneket.

(bnr: di siyaseta kurdan de cihê xendekan)



14.03.2016 23:01 | simurg56

7. xendekên fikra selmanê farisîye xwedê jê ne razî be belî, di wexta şerê di nava kafir û fileyande dertê qaşo jiber nexwestina şer û kuştina ev fikra xendeka derketiye holê, îro jî pkk rabûye gotiye ez bi çiyê xwe kêmim ezê jî wisa bikim lê hesabê balefiran û tanq û topa nekiriye *



15.03.2016 01:47 | shorbevan

8. bûn goristana dengê rewşenbîran, tu kes newêre tiştekî bibêje li dijî wan.



15.03.2016 13:09 | kezebmonitor

9. (bnr: şahîn qere aslan)
(bnr: şahin karaaslan)



31.01.2019 15:27 | nestêle

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xendek

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî