Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    14 mijar û 20 peyam
    çiyayê bagokê - tirşik
    çiyayê bagokê
    (1) (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. navê çiyayekê kurdistanê ye, dikeve bakurê nisêbînê û ji hezex jî tê dîtin.. herwiha cih û meskenê dîrokek û destaneka mezin ya şervan û şehîdên kurdistanê ye.. di sala 1988an de artêşa tirk bi hêzeka qerebalix ya ji esker û qoriciyan pêk tê derdikeve operasyonê, bi ser çiyayê bagokê de digire, û dorê li 20 gerÎlayên ku nû tevlÎ refên gerîlayên pkkê bûne û hîn tecrûbeya wan a şer tunÎne teng dike, li gorî rÎwayetê gerîlayên di bin pêşengî û rêberiya delîl de heta çend rojan li ber xwe dide û zayîateke mezin didin artêşa tirk û dawiyê hemû jiyana xwe ji dest didin, piştî vê bûyerê li nisêbîn û mêrdîn û li seranserê kurdistanê gelek malbatên kurd navê delîl li zarokên xwe kirin..

    gelek stranbêjên kurd li ser vê destanê stran çêkirine, ya herî navdar strana hemê hecî ya bi navê çiyayê bagokê ye, stran di formata sirûdekî de ye..










    2013.12.30-14:41 | endazer

    2. bi tirkî, dibek dağı

    di nav herema nisêbînê de çiyayê herî bilinde.
    bilindayiya wî 1220 metreye.( li gor open topo map)

    ji aliyê nisêbînê heya hezexê ve dirêj dibê.




    2020.05.15-23:21 | merwano

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    egîd nûser [1]
    Bi navê xwe yê fermî mîna "egîd yazar" jî tê zanîn. Ji axaft...
    çewlîg [1]
    Bajarê ku du roj berê lê bûm. Min nû dît, min bala xwe da mirov û axaf...
    germa amedê [1]
    Mirov pê Dipije, Dihele. Bêhna mirov teng dike. Heftekî berê dîsa li A...
    çewlîg [1]
    bi esl û feslên xwe zaza ne, xwe kurd nahesibînin û dibêjin kurmanc ne...
    kurdî fikirîn û tirkî gotin [2]
    Berê dewara li ba bixe - hayvanlarin onunu çevir Ez diçim ber pez - k...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » çiyayê bagokê

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî