Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 26 peyam
kurdiya akademîk - tirşik
kurdiya akademîk
(25) (2) (5)
di mijarê de bigere

20. Kurdiya akademîk tune, kurdiya kurdî heye...



05.01.2014 15:02 | devliken kelogiri

21. gotinek wisa ye ku xelq jê tiştek fêm nake, lê li ber çehvê xelqê qedrê têgehê gelekî giran E. Mûcîdê vê peyvê kurdînezan û vactirkî ne. ew kesên hanê ji ber xwe zimanek çê kirine û ji ber ku xelq tiştek jê seh nekiriye, navek bi vî rengî lê kirine. bi xêra vê peyvê gava bi yekî Kurd re xeber bidî xwe bi nezaniyê dide û dibêje; Ez Kurdiya akademîk nizanim. Xweska em jî nizanîbûna.



20.02.2014 04:25 | hevalê çak

22. (bnr: maka otoasîmîlasyonê)

min di maka..!



20.02.2014 04:27 | zero

23. kategoriya ku kurdiya tirşikê jî fikeve nav sînorên wê.



ya ku tê gotin: ez kurdiya akademîk nizanim.

ya tê xwestin were gotin: ez nizanim bi kurdî binivîsim û bixwînim. jixwe nikarim ji xeynî dê û bavê xwe bi tu keseke din re bi kurdî biaxivim jî. ji ber ku heta nima min tu tişt li kurdiya xwe ya zarokaniyê zêde nekiriye û hwd.



20.02.2014 22:10 | simurg56

24. kurdiya akademik ewe ku tirkmancek dinivîse kurdmancek fêm nake .



04.03.2014 00:12 | xecê

25. a ku dîsa min dîn kir. ji twitterê axaftineke min;



- gelo tu bûyî endamê tirşikê? nîha dikarî bibî nivîskarê tirşikê û bi kurdî binivîsî, parve bikî û niqaş bikî... tirsik,net

+ Na ez nikarim:((

- xêr e?

+ Ez akademi kurdi nikarim biniwisim sewa wé:(



04.03.2014 22:00 | simurg56

26. (bnr: super ultra kurdÎ)



25.05.2014 11:04 | xwelî li ser

27. (bnr: kurdiya endazer)



26.05.2014 16:59 | nazim tolhildan

28. bi rastî zimaneke akademîk tune ye. ên ku zimanê kurdî baş dizanin piraniya wan dibêjin "ez kurdiya akademîk dizanim" . îcar gundî û şênî jî dibêjin qey ev çi ye? tişteke zor e an na? ji ber vî awahî jî xwe ji zimanê dûr didin.



26.05.2014 17:13 | kurê xelkê

29. kurdiya têde zêde tirkî û erebî tuneyî.



26.05.2014 17:41 | azadixwaz

30. kURDIYA ESÎL JÎ KURDIYA AKADEMÎK JÎ KURDIYA KU DAYIK Û BAVÊN ME DIAXIVIN E..



26.05.2014 18:39 | nan û av

31. belkî jî kurdiya ku di nav xwendekarên harvardê de tê axaftin, be.

tabî ger mirovek wisa hebe.

ya rast, di nav kurdan de jî akademî zehf in: nûbihar akademî, Akademiya Kurdî ya Hewlêrê, akademiya mahsum korkmaz, akademiya jinan, akademiya siyasetê û hwd.

belkî jî zimanê wan be.



lê xuya ye, weke zimanê kurdî ya normal, ev ziman jî yek ji "zimanên ku nayên zanîn" e.



26.05.2014 18:56 | simurg56

32. gellekî bî zehmetê



26.05.2014 22:16 | picassoyê kurdî

33. kurdiya kurmancî ya wêjeyî an nivîsandine hîn baş di şûne de..bo standart xwendin an nivîsîne an axaftine kurdiya akademîk dibêjin.. bi min rastiya vê heye lê navlêkirin arîşe ye..



26.05.2014 22:39 | havka

34. Bûye mijarek mezin di nav kurdan de. Her kurdek dibêje devokê min bingeha kurdiya akademik e û li hemberî hev nîqaşên hereretî dikin. A baş li ser ev kurdiya akedemîk kî berpirsiyar be bila ji kerema xwe ve bêje ka kurdîya kîjan herême bingeh stendine



27.12.2014 00:56 | gûndîyav

35. ji bela ku 'kurdiya akademîk' nîn e, hûn jî serê xwe bi gengeşî û nîqaşên ku li ser tunebûnekê diqewimin, meêşînin..

bikenin û derbas bin, jiyan rengîn e, bimre statizim û mekanîzm!



27.12.2014 01:04 | ferhenga şikestî

36. Di nav a civakê de rêjeya Akademisyenan dibe ku nagihêje ji %1 ê ser dinyayê de hemû dewletan de ev wusa ye.



Wek mînak em bêjin, li îngilîstanê her kes îngilîziya akademîk xeber dide? na li wir a jî nav a kuçeyan, dikan û cihê danûstandinan, fîlman de zimanê wan hinek sivik hinek giran hinek cuda ye.



Ferqa wan ji me ew e ku giş wan bi saya bajarî bûnê, xwendinê, medyayê devok di zimanê wan de nemaye.



Hewce nake ku her kes bibe akademîsyen û bi zimanê akademîk xeber bide û bixwaze jî ev nabe. Di Nav miletan de kesên gundî, karker, kêm xwandî hwd. her car hebe,



Heke Zimanekî di nav du kesan de bona têkilî were xeberdan û xwendin û nivîsandin hebe bona seretayî bes e.



Loma Biwêjeke mebesta wê gava ku gelek kesên dibêjin mixabin şaş e.



27.12.2014 01:15 | mîr

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdiya wêjeya cîhanê

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî