Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kurdiya akademîk - tirşik
kurdiya akademîk
(25) (2) (5)
di mijarê de bigere

37. kurdiya ku hîç çu carê tûnebû ye. yaw kurdiya akademîk çi ye xwedê ji we razî? ka îngiliziya akademîk heye? an jî swêdiya akademîk? tiştê ku hûn dibêjin "ez kurdiya akademîk zanim" ne rast e. tenê ev heye: ên kurdî baş dizanin û ên ku kurdî baş nizanin.



28.12.2014 11:52 | kurê xelkê

38. kurdiya ku bÛye behane ji her kesî re ku hewl nede du rêzikên rêzimanê hîn bibe. mixabin kurd qûna her tiştî derdixînin û gû dixin her tiştî. birayê min kesî negotiye bi heval û dêya xwe re wisa biaxive û kesî negotiye bibe zimannas lê mirov bi kêmasî hînî çend tîpan dibe û hewl dide bi qasî tirkî kurdî jî bizane lê yên me, mane bibêjin akademîk, xwezî bigota akademîk jî, dibêjin aqademîq..

(bnr: quzê kerê)



19.09.2015 13:54 | dijber

39. ma li çemîşgezekê akademîya kurdî hebû jî em neçûn.



19.09.2015 13:57 | cinorek

40. di her zimanê de du heb şiklê ziman hene:



1 - zimanê xeberdanê / devkî

2 - zimanê nivîsandinê



zimanê xeberdanê: xwezayî ye, bê Qayde Ye, çêkirî nîne, sade ye. her herêmê de ferqa peyv û bilevkirinan çêdibe.



zimanê nivîsandinê: çêkirî ye, qaydeyan rastnivîs û rêzimanê hene, Nesade ye, li welatekî de anegorî xeberdanê yek e.



kê vî biwêjê kurdiya akademîk ê ji kû derxistiye, belav kiriye!!! gere meriv wê bibîne û têr bikute (kutanê serhedê ne botanê haa!!), çend sal derbas bû hê aqlê milet safî nebû. ew kerê ewil li şûna zimanê nivîsandinê xwestiye vî bêje û hew...





14.12.2015 00:39 ~00:43 | mîr

41. kurdîya ku divê pir zêde giran nekin ji bû meriv jê fehmbike carna ez hinek nivîsên kurdî dibînim ez dixweynim dibê qey peyvên dema hz. ademin.. pir fehm nakim û riya xwe têde nabînim bi xweynim.. yanî kurdîyeka bîna kurdîya minî orjînal(kurdîya farqînê) hinek kêmasîyê wê temam bikin û hew çi serê we na êşê wun/hûn potik û benika lê girêdidin bi kurdî heftê teqle didin avêtin..



14.12.2015 15:19 ~15:21 | shorbevan

42. pir xwezayî ye ku peyvên nû bikevin nav zimanekî, an zimanên cuda hin peyvan ji hev û du “deyn” bikin. tişta ne xwezayî ew e ku li gor pêdiviyên jiyanê, yên wî zimanî, çêkirina hin peyvan a ne ji aliyê akademîsyenan, sazî û otorîteyên ziman ve, lê ji aliyê her kesekî ku fêrî xwendin û nivîsandina ziman bûye ve!.. Navê vê kambaxiyê jî bûye zimanê akademîk, an jî zimanê bilind(!) Li gel tevlîheviyekê û hev û du nepejirandinê, ev yek di heman demê de dibe sedema girankirin û daxistina kalîteya wî zimanî. Divê li mînakên welatên xwedî otorîte, sazî û dezgehên bi vî rengî ne yên pêşkeftî, bê nêrîn ka ew çi dikin. Beriya her tiştî, her nivîskarek xwe mîna otorîteya wî zimanî bi nav nake û wî barê giran nade ser mile xwe, wê neheqiyê li xwe û li zimanê xwe nake. Lewra zanyarên wê beşê hene, akademîsyen in û di saziyên fermî yên dewletê de, xwedî otorîte û biryar in. Pêdiviya peyveka nû, di nav wan de tê nîqaşkirin, biryara wê tê dayîn û dikeve nava gel û ser pênûsa nivîskar. Yê me, bê guman ku ji bêderfetiya vê yekê rû dide û pêvajoyek e ku dê derbas bibe. Bi temamî jî neyînî nine bi ya min. Lewra ev peyvên “çêkirî” hemî jî dê sibe ji aliyê sazî û dezgehên vî gelî ve, ji aliyê otorîteyên zimanê vî gelî ve bêne nîqaşkirin û pir pêkan e ku hin ji wan an gelekên wan jî, bi fermî êdî bêne bikaranîn û bikevine nava zimanê kurdî. Lê ev rastî jî, nabe sedema rêlibergirtina rexneyan. Bi tenê her kesek cihê xwe bizane, dê pir tişt pê re sererast bibin.



07.02.2017 15:48 | tizbîkêş

43. wateya wê ya esil, academic language, ji axaftinê wêdetir, tişteke li ser nivîsînê ye.

di kovarên akademîk de û li zanîngehan tê bikaranîn ji aliyê xwendekar, lêkolîner û mamosteyan ve.

mînak
1. kovara akademîk a zanîngeha mêrdîn artuklûyê
(bnr: the journal of mesopotamian studies)

2. kovara akademîk a zanîngeha dicleyê
(bnr: international journal of kurdish studies)

Qesta xelkê me ji “kurdiya akademîk“ê çi ye? dixwazin bibêjin kurdiya nivîskî an jî kurdiya standard.



10.02.2018 04:51 ~2024.01.04 10:07 | mirovekirind


45. Kurdîya akademîk , dema ku kurdek bixwaze bi zimanê kurdî binvîse bixûne rastê vî tê û dibîne ku ev pêwîste.

Bi salan tenê zimanekî devkî hatîye bikaranîn û dema kû Tê nivîsê ev rewş dibe akademîk.Akademîk makademîk nizanim lê me kurda gelek peyvan bîrvakirîye û gelek tişt jî bênavên.mînak, alavên teknolojî yê.



02.04.2019 01:51 | brzn


47. hegerkê ji peyva kurdiya akademîk aciz dibin, nûreddîn zaza di şûna wê de gotiye kurdiya bilind.

wek zimanê elfên bilind yê bi navê qûenya (îng: high elvish).



11.02.2020 21:53 ~2020.02.12 17:33 | ezcan

48. Klasîkek zanîngehê:
-heval emê îroj daxuyanîyek çapemenî li komele...
-woooww kurdiya akademîk *



11.02.2020 22:10 | rizgarm

49. Rojek wê bê hemî kurd, kurdîya akademîk biaxiv e. Lê rojek wê bê jî devokên kurdî wûnda bibe. Bi tenê devokek tenê bê axaftin.



31.03.2020 20:04 | dilreş

50. Çend sal ewil bi min xweş dihat ev gotin lê ev çend meh in ku min fehm kir ev gotineke şaş e.
Ji zimanê kurdî peyvên erebî/farisî/tirkî paqijkirin e ,
Tenê bi peyvên kurdî ve axaftina ziman e ,
Peyvên ku nayên zanîn , dewsa wan de peyvên nû tên afirandin ango peyvek din ji zaravayên kurdî tên hildan ,
Ji bo beşên zanist , teknist û yên din de peyvên kurdî dîtin ,
Xwendina pirtûkan , axaftina ziman baştir dike ku ev jî normal e.
Ez niha ji we dipirsim , kesê ku zimanê kurdî baş û paqij biaxive çawa diçe kurdiya akademîk diaxive ?
Ev gotina kurdiya akademîk xelkê ji ziman sar dike bo ku ji wan re tiştekî wek ku li fezayê hatiye daxîn tê xûyan.
(bnr: şerm e heval)
(bnr: gotina kurd şerm e)
(bnr: bikaranîna gotina 'herêmê' ji bo bakûrê kurdistanê)
(bnr: di şûna peyva kurdan de karanîna gotina doğu kökenli'yê)
(bnr: ji bo kurdistanê bikaranîna gotina mezopotamyayê)



31.03.2020 20:22 ~20:22 | brzn

51. (bnr: kurdiya tirşikê)



01.07.2020 19:32 | yûsiv

52. Ya rast keyfa min vê binavkirinê nayêt. Mesele gelek ecêb û mezin kirine sankî yên kurdîyeke standard neaxivin neşên ji cihê xwe bilivin. Ka em pêşayîkê Kurdîya xwe ya heyî biparêzin! Helbet hin pergal, hin binavkirin tê hebin belê ne bi vî şiklê. Ez dibêjim ev rêke mirovan ji kurdî sar diket. Wek mînak, min ji gelekî kesên ku bi ya min bi kurdîyeke gelekî xweş diaxivîn gotina "xa kurdîya me ya rast nîn e" bihîstîye. Tenê ev gotin bes e da mirov ji "kurdîya akademîk" bitirsîtin.



01.07.2020 22:03 | buffaloskinners

53. navê akademîk bixwe ne aqademîqe *, wekî ku hatiye gotin, navê wê kurdiya resen, an kurdiya pêşerojê bûya an navek din bûya wê baştirbûya



01.07.2020 22:15 | shorbevan

54. (bnr: kurdiya standard)



14.06.2022 02:03 ~02:04 | evcebarê pirê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdiya peyva ana akım-ê

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî