Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    30 mijar û 43 peyam
    mizgîn tahir - tirşik
    mizgîn tahir
    (2) (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. Mizgîn Tahir li Dirbêsiya Binxetê di malbateke hunerî de hate dinyayê. Bavê wê dengbêjê bi navê Necîmê Omerî an Necîmê tembûrvan bû û birayê wê, xwîşka wê stranbêj bûn. Lê Mizgîn dixwest muzîkeke ji wan cudatir çêbike.

    Operayê cara yekem di qenalên televîzyonê de guhdarî kir. Pir bala wê dikişand.

    Piştî qedandina dibistana navîn , dixwest biçe konsêrvatwar ê, lê him ji ber jinatiyê, hem jî ji ber ku mûzîk ne girîng bû mixabin civak ji wê re pir ne alîkar bû. Wê pêşî li Zanîngeha Şamê di beşa arkeolojiyê de dixwend. Du sal bişûnde ew beş berda û sala dawî temam nekir. Lê dema ku wê dixwend, diçû cem mamosteyeke rûsî bi navê Gelîna. Wê li konsêrvatiwara mûzîkê mamostetî dikir û li ber destê xwe Mizgîn ji bo konservatiwarê amade kir.

    Di 1999an de dest bi konservatiwarê kir û xwendina xwe di amûjgeha mûzîkê ya bilind dewam kir, di sala 2004an de xwedina xwe li Şamê bi dawî kir. Di dengê operalî de pênc dengê bingehîn hene: dengê Mizgîn Tahir bi xwe du beşî ye, sopranoya lîrîk û sopranoya dramatîk e. Mizgîn Tahir heta niha li gelek bajaranên mîna Şamê, Silêmaniyê û Amedê konsêr pêşkêş kirine.



    min ji vê malperê girt.

    http://ku.wikipedia.org/wiki/Mizg%C3%AEn_Tahir





    mizgîn tahir xebatên xwe li bajarê Amedê li navenda çand û hunerê ya cegerxwînê didomîne.



    2013.12.31-12:58 | gulan

    2. xwedîyê vê şiroveyê ye:



    heyran jaro












    2016.09.04-00:06 | hozan serhad

    3. hunermenda di heyran jaro de şûna bêje tenîna sindîyan dibêje tenûra sindîyan *



    2020.03.17-04:04 | hespêsor

    4. sopranoya kurd e, heya qayyum xistin li ser şaredariya mezin a amedê, navenda çanda cegerxwîn de mamostetî dikir. li gor nûçeya wê lînka jêr de yekemîn sopranoya kurd e di cîhanê de. lê (bnr: pervîn çakar) jî j xwe re gotiye yekemîn sopranoya kurd. kê yekemîn be ne mihim e, her du jî dewlemendiyên hunera kurdî ne.

    Here lînkê

    hevpeyvîna wê ya 2012an di kurdistan tv de.












    2020.04.14-21:16 | de facto hozan

    5. sopranoya Kurd e. Tahmek gelekî xweş dabû heyran jaroyê



    2020.04.14-21:49 | lîfikê firaxê

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    petîx vs şebeş [1]
    - Tenê bêhna petêx dikare zikê mirov têr dike. - Tehma şebeşa cemidî...
    îbrahîm seydo aydogan [2]
    niha li zanîngeha înalco serokê beşê ye. karê wî kurdî ye, bi qasî mir...
    kêzên [2]
    zemanê berê ji bo mitbexê(kitchen) dihat gotin. lê niha kes bikarnay...
    şitil [1]
    Gihayên bacanên sor, îsot, Bacanên reş û hwd in. Meha gulanê dema wan ...
    yekitîya umetê [2]
    Kurdên me bi vê polîtîkayê xweş hatine xapandin. Bi vê polîtîkayê ji b...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » mizgîniyên tirşikê
    » tahirê kerevan

    Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî