41114. -(bnr: hewn) [kirdkî] |
|
06.06.2013 16:00 |
endazer
|
71094. diwênê şew bînîm le xewê le ser cêy ber mangeşewê xom xizande ser cêy fênik nemhişt ber henasem kewê qijî xawî ba lêdawî alozawî car car deyda poş le çawî xwaye giyan çandim xoş dawê zor be espayî û be nermî demim bird bo lêwî germî çawî helhêna û pey gûtim xewnim edî to hewserimî neyhişt hestim girtî destim lêwî gestim mûçirkêkî xoşî daygirt sera pay henaw û hestim wêkra ta mela bangdanê têk aran û dest le milanê le nakaw dengî melay hat daybirrîm le bejnî ciwanê be sersemî be nakamî bê aramî be cêm hişt beheştî xewnim çawim pir bû le giryanê |
|
07.06.2013 13:56 |
endazer
|
106902. xewn bû ya fîlm bû, nizanim. emreê min derbas bûye. ji xwe re yekî dîtiye. emrê me pev re derbas bûye. nizanim, haletekî giran heye. ew dimire, bêrî û dilsojî tev de li ser dilê min in û ez tenê dimînim. li hortê mame. qey mirina min jî nêzîk e ku xortaniya xwe difikirim. rûyên min qermiçîye, pişta min xwar bûye hwd. do bû pêr bû ya tunebû, jin û mêr bi zarên xwe dimeşiyan. giraniyeke çawa bibêjim tenê, vala, tune ket dilêmin. niha ji xew rabûm. ne xewn bû.falbêjekî genî tiliya xwe têxist qula jiyana min |
|
06.06.2013 16:08 |
endazer
|
120769. di van rojan de gelek xewn dibînim. |
|
06.06.2013 16:08 |
endazer
|