Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
bijîşkî - tirşik
bijîşkî
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. mesleka ku gelek caran mirov nelet lê dike û hezar caran ji xwendina wê poşman dibe.

dema hûn ketin civatekê, pêşîn hûn ê rastî bi sedan gilî û gazincên tenduristiyê û pirsên derbarê nexweşî û beşên ku li van nexweşiyan dinêrin, bên. û hûn ê wê deqê teşhîsê diyar bikin, dest bi tedawiyê bikin an jî qet nebe hûn ê rasndevûyek bidinê an jî randevuyek eyar bikin û hwd.

civat li we diherime yanî.



01.01.2014 20:00 | simurg56

2. bijîşkî ji zanebûn û sebrê pêk tÊ. heke yek ji wan tunebe bizanibin ji bilî civatê dinya jî li me diherime.



01.01.2014 21:12 | bilîs

3. karê ku tenê bijişk nake. * di nav civaka kurdan de, ên vî karî dikin pir in. maşallah ên ortopedist, ên cerrah, ên pisporê guh-kepî-gewî .. hemû hene.



02.01.2014 00:03 | brusk56

4. Karê kÛ kêm-zêde, rast an xelet herkesî di derbarê wê de xwedî agahî ye. Yek dîn yek jî bijişkî. Qada dîn ji 7 salî bigire heta 70 salî herkes tiştna dizanê lê gellek ji wan tişta xelet û xurafe ne.. ez bawerim tiştê kû di derbarê bijişkiyê de jî dizanin gellek ji wan xelet in.



02.01.2014 00:08 | nan û av

5. berî ku ez hilbijerim amê min digot ''qet tu bibî textor ne tiştekî din hema ez bejim birazîyê min textor e besî min e.'' wî wextî ev gotin li min xweş dihat lê niha................



02.01.2014 00:22 | diljan

6. belkî bi keri we were (bnr: videos of medicine)



05.01.2014 03:12 | diljan

7. hin kes dibê zû zaningehê biqedîne û bibe bijîşk ku em werin cem te, lê dema ez dibêjim xwedê we nexweş neke xwe dixeyidînin.



karê ku diayên wan jî wek nivîsa wan şaş tê fahmkirin e.



18.01.2014 00:57 | berxweda

8. (bnr: di tirşikê de pirbûna bijîşkan)



18.01.2014 11:30 | ceso

9. karek wisa ye ku heta mirinê mirov nikare jê xelas bike.

hûn li ku derê bin û çi bikin jî, wê nexweş werin û dereke xwe nîşanî we bikin û bikutin civata we.



îro ji ber bûyerekê, weke şahîd çûm mehkemeyê. dozger ji min pirs kir û min bersiva xwe weke "...weke bijîşkê servîsê min jî..." da. li ser vê yekê beşa min pirsî û behsa şikayetên xwe kir. telefona min xwest û xwest em piştî mehkemê biaxivin.



25.09.2014 19:33 | simurg56

10. mixabin kesên ofîsên wan yên duyemîn hêdî hêdî dibin mehkeme ne.



25.09.2014 22:40 | azadixwaz

11. Êdî baweriya min ji bijîşkiyê nemaye. 25-26 sal emrê min e lê carek jî bêyî ku nexweşiyan li min zêde nekin min baş nekirine. Û her gav jî ez poşman dibim û ji prosedura wan derdikevim û encax bi zanîna xwe ya kêmeyar xwe baş dikim, ew jî heya ji bin bandora sikene (yan etkî) ya dermanên wan xelas bibim. Qet nebe berê baweriya min bi ortopediyê hebû. yanî min digot ku qet nebe ortopedî li ser nexweşiyeke destnîşankirî li çareyan digere. ew jî heya wê rojê ku li maça fitbolê pîyê min pir xerab derb xwar û peyre bişev çûm acîlê, fîlm kişandin, kontrol kirin û dixtor got bi qasî ku dixuye şikestin û derizandin tune lê ji ber ku vê şevê ortopedîst tunene li vir, eger êşa piyê te dananî tu sibê jî were. min nehîşt heban binivîse tenê çend merhemên jel min qebûl kir. Bû sibê ji bo ku ez ê bêtir jê feyde û sûd bigirim min berê xwe "nexweşxaneya taybet". Wan jî heman tişt kirin û film falan girtin û ez hatim ba ortopedîst wî jî got bi qasî ku dixuye şikestinek û derizandineke "berbiçav" naxuye. (ez nikarim pê li piyê xwe bikim) lê got ji ber ku cihê ku te jê derb xwariye hestiyên biçûk hene lewma di fîlm de dernakevin dibe ku derizîbin. Dîsa go heb binivîsim min nehîşt, go çima, min go tenê Ditevizînin, wî jî go ê ew merhemên ku tu tê didî jî ditevizînin, min jî got heb mêjî ditevizînin lê Merhem tenê cihê ku tu tê didî ditevizînin ( thug life) Û lê zêde kir go gava tu çûyî malê qeşa(cemed) bide ser. Meseleya qeşayê jî ev e gava mirov ji cihekî xwe derbe dixwe anjî şikestinek anjî derizandinek çêbibe xwîna canê mirov ber bi wirê hereket dike lewma divê mirov qeşayê bide ser da ku tevgera xwînê ya bi lezûbez asteng bike û nehêle ku xwîn di wir de hişk bibe an jî biquse(ödem) îca yê min ji 24 saetî bêtir jê derbas bûye û jixwe têra xwe werimiye yanî eger ji vir pêve min qeşayê bida ser rasterast zirar bû ji ber ku xwîna ku li wir kom bûye wê bêtir hişk bikira. Piştî van bûyeran min naleta xwe li şeytan anî û min baweriya xwe ya ortopediyê jî birî heya wê rojê min sermayek pir xerab xwar. min dîsa naleta xwe li şeytan anî û min bi hêviyê geş berê xwe da dixtor ez çûm wir mêrik ne halê min pirsî ne jî li rûyê min nihêrî rasterast got ez ê antibiyotik binivîsim mi go nenivîse ez bikarnaynim li min nayê (dilê min li hev dikeve serê min diêşe pozê min dixitime) go hinek tiştên din binivisîm mi go na. Ê go tu hatî çi mi go ez hatim bê ka ez di xetereya şewba berazan (domuz gribi) de me an an. Go wisa xuya dibe xeterî heye û min jî spas kir û derketim yaw ev çîye însan tespît dike tehlîl digre tiştek dike yaw vaye sê roje di nav ciyan de dikim geber bim*, dîsa birayê min, min îkna kir da ku îlaceke ku ji bo sermagirtinê baş e bi kar bînim. Min bi kar anî xwedê heye germahiya canê min sivik bû lê vê carê serê min bûye weke defê û diêşe û aşik û hûrên min dişewitin. stûyê piyasaya îlacan bişkê! Tabî ez nabêjim bijîşkî qet nabe û bi kêrî tu tîştî nayê û muheqqeq dixtorên hêja jî hene li cihekî lê Ez qet rastê wan nehatime*

Here lînkê

Mirûzê min.*



18.01.2016 17:34 | ceso

12. Ji bo dixtorên şareza*





19.01.2016 00:17 | ceso

13. Pîşeya ku bi gazindên ceso ku bi nexweş ketina xwe ve dilê tirşiknûsan şewitandî derbe xwariye.

Derbasbûyî be bila biçe li cem Qazî miftî şêx û melayan pîrekên wek hekim loqman dibe ku baş be ;)



21.01.2016 08:34 | hêja hûner

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» bijîşkî

Kategoriyên mijarê:: jiyan zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî