Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
sîdar - tirşik
sîdar
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. stranbêjeke nû ya rock mûzîka kurdî ye. albûma xwe ya yekemîn bi navê bêje, derxistiye.

albûm ji 9 stranan pêk hatiye û gotinên 8 stranan aîdê wî bixwe ye. tenê strana bi navê evîna te, aîdê helbestvan ahmet arif e. (helbesta terk etmedi sevdan beni)

albûm bi hevkariya pel records û sony muzikê derketiye. albûmê de her wiha kedên emre yaçıntaş, volkan doğan kayıkçı, neco engin û ömer okay hene.



strana bêje, dikare ji vir were guhdarkirin;







stran û dengê sîdar ne xerab e. lê mirov bi dilekî rihet nikare bêje ku rock mûzîka kurdî de pêngaveke nû ye û gotinên vê stranê hinekî sivik e. min li stranên din guhdar nekiriye, loma nikarim nirxandinek berfireh bikim. jixwe înternetê de jî zêdetir agahî derbarê de tune.



01.01.2014 21:14 | simurg56

2. (bnr: navên kurdî yên unîseks)



01.01.2014 21:21 | endazer

3. stranbêjek nû ê ku min gava din albûma wî a bi navê bêje daxist û aniha guhdarî dikim.

hema bêje min guhdarî hemû stranên wî kirin û bi ya min ne xerab e.

edetekê min heye. cara yekem ez ji tu kesî hez nakim. lê piştî 3-4 car guhdar kirinê tam derdikeve holê ku ez jê hez dikim an na. ji niha dikarim bêjim ku, qet ne xerab e, ihtîmalek mezin ez ê jê hez bikim ..



01.05.2014 00:07 | brusk56

4. sîdar, maneya wê siya dar ê ye. navekî unisex e, yanî hem navê kurikane û hem jî yê keçikan e.



01.05.2014 04:55 | seydayê_peyvan

5. riffa di strana wî ya "na na" de, ji kashmir a led zeppelin e .



25.04.2020 15:33 | xwelî li ser

6. bi strana wî ya bêje min wî naskiribû, bi rastî î li gorî min strana wî serkeftî ye û ez gelek caran jî lê dihesenim



25.04.2020 16:16 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sîdar

Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrnbj zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî