Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
oy felek - tirşik
oy felek
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. straneka xweş ya kurdî ye.. stran ya kê ye nizanim min cara ewil ji dengê murat bektaş bihîstiye, belkû gelêrî be jî.. wek gilî û lomeyekî ye ji bo feleka ku kurd dikin nakin destê xwe ji berstûka wan bernade..

karakterê me yê esasî yê di stranê 14 salî ye lê wekê kalan dixweye û ji ali yê heval û hogirên xwe ve bi erzanî hatiye firotin.. maldariyê ji cem bar kiriye û feqîriya malkambax li cem daniye.. felekê carekî tenê jî meqsed û miradê wî bicih neaniye, tabî feqîro çar neçar li felekê diheytîne û bêhna xwe lê fireh dike..

henek li aliyekî strana ku bi gotina xwe ya ê ne ji kul û ji derdan ev dilê min her dinale, dilê mirov diherişîne, kerr kerr dike..



02.01.2014 01:00 | endazer

3. Cara ewilî min bihîst kengî bû gelo?nayê bîra min..tenê deşta konya û rêwîtîya otobusa di hişê min de maye..



09.04.2014 00:53 | birho_fîlo

4. Strana ku seîd yûsiv(rxlb) kezeba mirov pê têne xwar :(

gotinên stranê:
Oy felek ji bo çi te ez hiştim ji hevalan
Emirê min çardehe ez xuya dikim mîna kalan
Carek bi tenê oy felekê mirada min te bi cî ne anî
Wa bi derd û kulan ev dilê min her dinale
Oy felek oy felek oy felek…


Oy felek ji boy çi murada min bi cî ne anî
Maldarî li ba min çû feqîrîyê cem min danî
Wa hevalan ez bîr kirim teva pişta xwe didan min
Wa xudîya ez firotim bi erzanî
Oy felek oy felek oy felek..





(bnr: stranên ku xêrîbiyê tênin bîra yekî)
(bnr: stranên ku kezeba mirov tênin xwar)



30.05.2020 21:24 ~21:47 | merwano

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» felek çerx e, çep û rast dizivire

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî