Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
leyla ile mecnun - tirşik
leyla ile mecnun
(5) (3) (7)
di mijarê de bigere

1. di nav rêzefîlmên di weşanê de (li tirkiyê) ya herî baş e. herî ji dil e, ji me ye, xwezayî ye, bê hesab e.



beşa 34. ya vê rêzefîlmê de erdal bakkal xeyalek dibîne ku weke komeke mûzîkê tevlî eurovisionê dibe û tirkiyeyê temsîl dikin.

di strana wan ya xeyalî de her zimanî de çend gotinan dibêjin, bi kurdî jî dibêjin rojbaş. gelek kêm kesan ferq kiriye lê wisa ye.



fermo ew stran:



24.06.2013 21:21 | simurg56

2. rêzefîlmek tirkîyeyi.tê da komedî,dram bi hevra ye.bi komedîya xwe şoreşa komedîya tirkîye kirin.



17.08.2013 21:13 | bayesar

3. duh bi biryareke trt'ê ji weşanÊ hat rakirin.

herkes jî dizane, ji ber ku tevlî protestoyên gezi parkı bûbûn, biryareke wisa hat girtin. heyf e. yanî him heyf e ku ev rêzefîlm ji weşanê hatiye rakirin. him jî ji weşanê rakirina rêzefîlmê, heyf hilanîna akp ye.



21.08.2013 10:36 | simurg56

4. bi xwudi ewa nexweş bu, trt êdî çi qune mirov nîne



21.08.2013 13:36 | mam selam

5. aha ji ber vê hat rakirin:



21.08.2013 19:56 | simurg56

6. karaktera rêzefilmê îskender gotiye 'ji ber ku ji qenaleke din jî tu xwestek nehatine em êdî dikarin bêjin ev rêzefilm hate dawiya xwe.'



31.08.2013 17:20 | azadixwaz

7. mixabin xuya ye ku çûye û wê venegere. nav rêzefîlmên tirkan de ya resen ev hebû, ew jî çû.

jixwe 3 lîstikvanên sereke (mecnûn, îsmaîl abî û yavîz) komeke mûzîkê ava kirin (bnr: leyla the band)

belkî ji bo wan jî zêde xem be.



31.08.2013 17:24 | simurg56

8. rêzefîlma ku min darî beşekî tenê jî nekiriye.. bi qasê ku min fêm kiriye popûlarîteya xwe ji Îma û îronî û qerîneyên xwe yên li ser rojeva tirkiyê ya muxalîf distîne.. derhênerê rêzefîlmê onur ünlü ye ku berê çend fîlmên sînemayê jî çêkiribûn lê xwe li ber vîzyonê zêde negirtibûn, camêr herwiha bi navûniçikê ah muhsin ünlü helbestên ecêb jî dinivîse û eger ne şaş bim pirtÛkeka wî ya helbestan jî heye.. ez dîsa vegerim ser rêzefîlmê min seyra beşekî tenê jî ji rêzefîlmê nekiriye ji ber ku ev deh sal tê heye ku seyra televîzyonê nakim.. li cem tirkan ji mîzah û espriyên aqilane zêdetir komedî yanî şeqlebanî û şempanzenî meqbûl e.. sînemaya tirkan ya di barê komediyê de û rêzefîlmên mîzahî, vîzonteleya yilmaz erdoğanê kerê çolê jî tê de tenê berdewama tradîsyona fîlmên şeban e..



31.08.2013 18:06 | endazer

9. tê gotin ku ekîba leyla ile mecnunê bi qenala star tvyê re li hev kirine. wê bi projeyeke nû li ser vê qenalê derkevin pêşberî temaşevanan. navê rêzefîlmê aniha weke "Ben de Özledim" hatiye diyarkirin.

wê vê rêzefîlma nû de ali atay (Mecnun), Serkan Keskin (ismail abi) Burak Aksak (senarist), onur ünlü (çêker) hebin. ji ekîba berê wê kesek din tune be. xuya ye ev rêzefîlm wê bi temamî rêzefîlmek nû be.

îşelleh bi qasê leyla ile mecnunê baş be.

çavkani: http://magazin.milliyet.com.tr/-leyla-ile-mecnun-bitti-yenisi/magazin/detay/1758731/default.htm



04.09.2013 09:52 | simurg56

10. bûye ben de özledim



19.09.2013 00:25 | brusk56

11. 25 é MEHé LI SER QENALA STAR TV BI NAVé 'ben de özledim ' saet 23.30 de dest bı weşané dıke.



16.10.2013 06:19 | brahim

12. weke fermî hat qedandin û diyar bû ku wê berdewam neke.

(bnr: fînala leyla ile mecnun)



26.10.2013 15:40 | simurg56

13. rêzefîlma ku trt bela xwe jê venake.

weke tê zanîn piştî bûyerên gezi'yê, ji ber sedema piştgiriya tîma rêzefîlmê ya ji bo çalakiyên geziyê, trt'ê leyla ile mecnunê ji weşanê rakiribû. heta nehiştibû ku fînala xwe jî biweşîne.

neyse, piştî vê yekê ekîba leyla ile mecnunê çûn li qenala starê rêzefîlma ben de ozledim çêkirin. heftiya borî ev rêzefîlm jî qediya. lê tam şev û saeta ku ben de ozledim'ê fînala xwe diweşand de, trtê beşeke leyla ile mecunê ya ku berê nehatiye kişandin, weşand.

bi vî awayî xwest ku pêşî li reytînga ben de ozledimê ye ku jixwe hindik e, hê kêmtirr bike. mirov evqas gêj jî nabe.

him jî vê beşê bi navê "beşa 104" weşandin. lê ev beş ne beşa 104ê bû, beşek taybet e ku ji bo remazanê hatiye kişandin lê nehatiye weşandin.

neyse..



berî niha jî careke li ser hesabê twitterê ya trtê tweetek hatibû avêtin ku henekê xwe bi ben de ozledimê û temen-kurt'iya wê dikir.

ez bawer im êdî zarokek 15-16 salî trtê bi rê ve dibe.



01.02.2014 10:46 | simurg56

15. rêzefîlma ku trt Îro dÎsa da weşandin.



20.05.2014 14:41 | xwelî li ser

16. rêzefilmeke xweş bÛ, lê mixabin ji ber ku di filmên xwe de siyasetmedarên tirkiyeyÊ, taybetÎ yên akpyÊ, didan ber topan dawi lÊ anÎn. eger ew gotinê dawÎ rastbin yê disa dest bi weşana xwe bikin.



20.05.2014 19:21 | xelîlêzer

17. rêzefîlma ku modeya wêjaya çayê da destpê kirin. malum derhênera rêzefîlmê (bnr: onur ünlü) bû û ev mirov ji derhênertîyê cuda bi helbestvanîtîya xwe jî tê nas kirin. heta nasnavekî wî jî heye yên ku bi helbestan re têkildar dibin dizanin (bnr: ah muhsin ünlü) yê. herneyse him ji ber onur ünlü him jî ji ber senaryonivîsa rêzefîlm (bnr: burak aksak) di Rêzefîlmê de gelek sehneyên wêjeyî hebûn, helbest pir dihata xwendin. temaşevanÊn vî rêzefîlme jî piranî mirovên oldar û yEn ku bi helbestAn re têkildarin bûn. şiwanekî ah muhsin ünlü heye pir meşûre we ji facebookê wan deran xwendîye miheqeq dibêje hadi iç de çay koyayım* . temaşevanên oldar jî ji vî şiwaneyê îlham hilda û dest bi wêjeya çaYÊ kirin. çay aw ha hat çay aw ha çu. pekî çima tiştek din ne çay ? lewra mêrik/keçik oldare. ji reqîyê bigir heta cixareyê hemû tiştên ku derdê mirov dide kêm kirin gunehe. aw jî mecbûrî dest diavêje çayê. vexwe babê min vexwe şika heta ku?



20.05.2014 20:24 | deqlok

19. ez dikarim bejim ku rêzefîlma malbata min bû



26.12.2015 21:23 | senaishere

20. Çîrokeke gelêrî ya erebaye, piştî îslamê li temamê neteweyên rojhilatê belav bu ye. Hema hema bêje di nav hemu neteweyên misliman ên rojhilata navin û asyayê de waryantên vê çîroka evînî him bi nivîskî him jì devkî hene. Kurdên serhedê wê wek layê û mecrum dizanin. Di waryantên di folklora kurdî de her du leheng di dawiya çîrokê de dibin sitêrk û bi ezmana dikevin.



15.03.2017 22:59 | hêvî

21. Dibêjin ê dîsa dest pê bikin. Di exxenê de. Çi hewce ye oxlim!? Va heşt sal çêbûye. Û dibêjin heke hemû lîstikvanên wan ê sereke qebûl nekin nabe. Heke ez jî ji wan hineka nas dikim ew ê qebûl nekin. Heke biaqil bin ê bêjin na yabo bes e em neherimênin. Lê heke bêaqil bin û pey pera bikevin ê bêjin temam û yê guyê xwe lê kin. Ne bixêr...



23.04.2021 18:12 | xwelî li ser

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» leyla yenirce
» mecnun ç.

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî