Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    25 mijar û 41 peyam
    terikandin - tirşik
    terikandin
    (3) (0) (11)
    di mijarê de bigere

    1. yanê "dev jê berdan" , "terk kirin", ji derekê an jî ji civînekê derketin.

    carinan di nêzikê vê wateyê de, "lê dan û çûyin" tê bikaranîn.

    "dema tiştên ne li gor wî hat gotin lê da çû" .



    2014.01.02-15:50 | brusk56

    2. ya ku li cizîrê tenê di wateya derformebûna çermî ya ji ber sermayê de têye bikaranîn e..

    wekê din bi rastî jî mereq dikim gelo nêzikatiya peyva terk û derk-etinê tenê bala min dikişÎne, di navbera van herdu peyvan de têkiliyeke organîk heye gelo? an tenê tesadûfek e..

    eger heman peyv bin min dil heye ku di berdêla terikandinê de, derikandinê bikar bÎnim..



    2014.01.03-00:33 | endazer

    3. (bnr: terikandina cixarê)



    2014.01.21-17:52 | nazim tolhildan

    4. ango çûyîna li du bayê xwe.. peyveke pirr xembar e



    2014.01.21-20:46 | ferhenga şikestî

    5. (bnr: dev jê berdan)

    (bnr: dest jê berdan)

    (bnr: jê qerÎn)

    (bnr: jê geran)

    (bnr: bi cih hêliştin)

    (bnr: destê xwe jê şûştin)



    2014.01.21-23:42 | endazer

    6. li ba me. goştÊ zÎndek(heyvan,mirov) tahrÎş bibe jÊ ra dibÊjin.



    mÎnak: lÊvÊ min terikÎye



    pismam mÊ wÎ (bnr: derizandin)



    2014.03.18-16:56 | hun çawane heval:)))))))

    7. Bêhtirîn di wateya xwe ya tirkî vazgeçmekê dihê bikaranîn.



    2017.02.10-09:29 | darînê daryo

    8. Lê teriqîn jî heye . Bo nimûne kewên min teriqîn. Ev jî di wateya xwe ya ji ber tirseke an rewşeke awarte ji hev dûrbûn, an reva bê plan î ber bi ciheke ne diyar î paşê vegera wî nepêkan.



    2017.02.10-09:52 | darînê daryo

    9. Terikandin jî heye ku em dizanin k yek ji konsonatên pirdengî ye. Terikîn bêhtirîn di wateya xwe ya çermê ji ber sermê tahde dîtî dihê bikaranîn. Ku pirî caran bi vazelîn û nêveayê terikandina wê jê dihere.



    2017.02.10-09:55 | darînê daryo

    10. di têkiliyên min ên hezkiriyê de bi gelemperî ev tişt dikeve/diket para min. lê belê poşmanî bi dûv re derdiket. û xwestina lêvegerîn û bersiva neyinî ya bi heq a wan. mixabin ez tenê nikarim cixarê biterikînim.



    2017.02.10-21:07 | biruya hayao miyazaki

    11. Ya ku li pey xwe gelek êş û kelemên nayên tirûşkirin û bîranîn û serpêhatiyên biqîmet dihêle.



    2020.05.28-22:16 | xelîl

    12. kesên vê tiştê dikin çiqas qolayî tê ji wan ra.
    lê kesên têne terikandin li ber dîwarekî stûxwar dimînin û paşê bi hêz dibin jbk wext wana nakuje lê hezkirina dilê wana dikuje.
    mixabin mirina hezê dibe "hêz"
    hêzeke saxlem.



    2020.05.29-00:18 | hozan serhad

    13. dev jê berdan
    di cih de hiştin

    ji bo birînan; qelaştin, kul bûn, der bûn
    ji bo erd û axê; bê av mayîn, tî bûn



    2020.05.29-01:39 | afa

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    prûsya [1]
    Prûsya (bi latînî: borussia) herêmeke dîrokî ye ku bi sedsalan...
    newêrektiya çomeza [1]
    nivîsandê li ber çavên xwe tiştekî mezin nehesîbinin Tiştên ku tên ni...
    newêrektiya çomeza [1]
    gelo çima çomez nanivîsin, hûn ji çi ditirsin ? ne hewceyî zanyariyê...
    erdnigari.blogspot.com [1]
    bloga abdurrahman önen e. di sala 2013'ê 9 nivîs hatine weşandin. w...
    ji topa futbolê ya teqîyayî topek nû çêkirin [2]
    kareke hostayî ya zarokatiya me bû.

    zarokatiya me de me...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » terikandina cixarê

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî