Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 8 peyam
    terikandin - tirşik
    terikandin
    (3) (0) (11)
    di mijarê de bigere

    1. yanê "dev jê berdan" , "terk kirin", ji derekê an jî ji civînekê derketin.

    carinan di nêzikê vê wateyê de, "lê dan û çûyin" tê bikaranîn.

    "dema tiştên ne li gor wî hat gotin lê da çû" .



    2014.01.02-15:50 | brusk56

    3. ya ku li cizîrê tenê di wateya derformebûna çermî ya ji ber sermayê de têye bikaranîn e..

    wekê din bi rastî jî mereq dikim gelo nêzikatiya peyva terk û derk-etinê tenê bala min dikişÎne, di navbera van herdu peyvan de têkiliyeke organîk heye gelo? an tenê tesadûfek e..

    eger heman peyv bin min dil heye ku di berdêla terikandinê de, derikandinê bikar bÎnim..



    2014.01.03-00:33 | endazer

    4. (bnr: terikandina cixarê)



    2014.01.21-17:52 | nazim tolhildan

    5. ango çûyîna li du bayê xwe.. peyveke pirr xembar e



    2014.01.21-20:46 | ferhenga şikestî

    6. (bnr: dev jê berdan)

    (bnr: dest jê berdan)

    (bnr: jê qerÎn)

    (bnr: jê geran)

    (bnr: bi cih hêliştin)

    (bnr: destê xwe jê şûştin)



    2014.01.21-23:42 | endazer

    7. li ba me. goştÊ zÎndek(heyvan,mirov) tahrÎş bibe jÊ ra dibÊjin.



    mÎnak: lÊvÊ min terikÎye



    pismam mÊ wÎ (bnr: derizandin)



    2014.03.18-16:56 | hun çawane heval:)))))))

    8. Bêhtirîn di wateya xwe ya tirkî vazgeçmekê dihê bikaranîn.



    2017.02.10-09:29 | darînê daryo

    9. Lê teriqîn jî heye . Bo nimûne kewên min teriqîn. Ev jî di wateya xwe ya ji ber tirseke an rewşeke awarte ji hev dûrbûn, an reva bê plan î ber bi ciheke ne diyar î paşê vegera wî nepêkan.



    2017.02.10-09:52 | darînê daryo

    10. Terikandin jî heye ku em dizanin k yek ji konsonatên pirdengî ye. Terikîn bêhtirîn di wateya xwe ya çermê ji ber sermê tahde dîtî dihê bikaranîn. Ku pirî caran bi vazelîn û nêveayê terikandina wê jê dihere.



    2017.02.10-09:55 | darînê daryo

    11. di têkiliyên min ên hezkiriyê de bi gelemperî ev tişt dikeve/diket para min. lê belê poşmanî bi dûv re derdiket. û xwestina lêvegerîn û bersiva neyinî ya bi heq a wan. mixabin ez tenê nikarim cixarê biterikînim.



    2017.02.10-21:07 | biruya hayao miyazaki

    13. Ya ku li pey xwe gelek êş û kelemên nayên tirûşkirin û bîranîn û serpêhatiyên biqîmet dihêle.



    2020.05.28-22:16 | xelîl

    14. kesên vê tiştê dikin çiqas qolayî tê ji wan ra.
    lê kesên têne terikandin li ber dîwarekî stûxwar dimînin û paşê bi hêz dibin jbk wext wana nakuje lê hezkirina dilê wana dikuje.
    mixabin mirina hezê dibe "hêz"
    hêzeke saxlem.



    2020.05.29-00:18 | hozan serhad

    15. dev jê berdan
    di cih de hiştin

    ji bo birînan; qelaştin, kul bûn, der bûn
    ji bo erd û axê; bê av mayîn, tî bûn



    2020.05.29-01:39 | afa

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    uğur kaymaz [2]
    helbesteka jan dost heye li ser uğur kaymaz. (bnr: serbazo) (stur: ...
    xewa havînê li ser text [2]
    hûnikîya şeva havînê ya piştî qelekijêna roja wê şevê dilê mirov xweş,...
    xewa havînê li ser text [2]
    Em ketin meha gulanê êdî roj bi roj germ zêde dibe.Nizanim çima diho ş...
    12.11.2017 erdheja li kurdistanê [1]
    çi rewşeke reş î xirab e ku em nikarin destê xwe dirêjî birayên xwe ki...
    bêmoralbûna kurdan [1]
    bi rastî, ez jîyana xwe ya rojane de dikenim, nsn dixwim û vedixwim. Û...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » terikandina cixarê

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî