Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
diziya mijaran ji ferhengên din - tirşik
diziya mijaran ji ferhengên din
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. diziya ku di nav ferhengên tirkî ên înteraktîv yên wekê ekşisözlük,uludağsözlük û itüsözlükê de gelekÎ tê kirin.. dema mijareka ku di ferhengekî de hatiye behskirin zêde balê bikişÎne, û zêde deng jê were tu hew dinêrî ku di ferhengên din de jî bi heman navî vebûyiye..

di tirşikê de jî êdî mirov dikare liqayî van mijarên îthal an malê diziyê were..

ya xirab tirkan çawa aliyên baş yên ewropiyan dabin aliyekî û para bêtir magazÎn û popÛler-kultura wan wergirtibin em jî destê xwe li xislet û xisûsiyetên baş yên tirkan nadin em diçin bi pey mîzaha wan ya efinkî û bêhnpêketî û nehsÎ û necisiyên wan dikevin..



02.01.2014 21:20 | endazer

2. mijara kû pirsa '' gelo yê ev mijar vekirî ji kû zanê kû nivîskar mijaran ji ferhengên tirkan didizin'' bi xwe re tênê ye.. Xwiya ew jî ferhengên tirkan dişopînê..



02.01.2014 22:54 | nan û av

3. (bnr: cudahiya ku û kû)



02.01.2014 23:14 | dijber


5. tişta ku gelek normal e. tişta ku tê gotin hatiye dizîn mijar e mijar !

çi ye yanê ? ji ber ku di ekşiyê de behsa cimaatê tê kirin em ê nekarin behsa wan bikin ? ji ber ku itü behsa keçiken zêde wêne avêtine facebookê kiriye em nikarin behsê bikin ? îcarî tewşomewşo neaxivin. elbet em dikarin, li derek din pergî mijarek bên û bên li tirşikê de jî behsa wê bikin.

ji bo rexnekirinê bi tevahî bi xwe de nerîn.

mirov tiştek dinivîse, yek di cî de tê û despê dike nizanim "çima ev rojeva kurdistanê ye, nizanim çima ev di tirşikê de tê axaftin"

ê din despê dike nizanim min vê mijarê "nizanim li ku jî dîtibû, me ji xwel vê mijarê ye" û hwd.

birano ! hinek rehet bin rehet . ma hûn ê diyar bikin kî yê çi biaxive. tu nexwazî wê mijarê nexwîne yaw xelas bû çû.

hûn dibêjin qey dema tiştek di tirşikê de bê nivîsîn, an jî mijarek bê vekirin, ev tê wê wateyê ku hemû kurdistan behsa wê mijarê dike ?

rehet bin yaw hûn behsa çi bixwazin dikarin bikin . heçî nezane wele wê bêje qey parlementerên ji her derê kurdistanê hatî hilbijartin di vê ferhengê de dinivîsin. rexne li gor wê tê kirin. ev çi fermîtî ye bavo ? ev der ne parlemento ye ha, ferheng e ..



03.01.2014 00:32 | brusk56

6. mijar û meseleya ku ez wek xweyê veker û bêjerê polemÎkê dixwzim bêjim ku ne li dijî diziyê me, ez bi xwe jî hema bêje pirraniya ferhengên tirkî ên înteraktîv teqÎb dikim û hem ji ekşisözlükê Û hem jî ji meydansözlükê- navê wê yê berê lafmacun bû- hesabê min ê nivîskariyê heye..

li dijî bêwesfî û bêkalîtebÛna mijarên ku têne dizîn im.. yanî dixwazim mijarên ku tên dizîn bikaribin tiştekî li tirşikê zêde bikin, dema yek bê tirşikê bikaribe jê îstîfade bike..

ya min bi xwe balkişandinek bû.. lê kî çi dike, çi didize bi keyfa xwe ye tabî..



03.01.2014 00:43 | endazer

7. (bnr: mijarên ji me re ne lazim in)



03.01.2014 00:52 | dijber

8. tespitek e, rast e jî. lê mixabin ev mijar bixwe jî, ji ferhengên din hatiye dizîn *

başlıkların diğer sözlüklerden çalıntı olması;

http://www.uludagsozluk.com/e/21714837/



03.01.2014 18:28 | simurg56

9. tiştek başe. lewra nivîskarên tirşikê bala xwe bidin piranî zef cidîne. tu lê dinêrî di binê mijaren negiran jî axaftinê cidî tê kirin. erê em behsa pirsgirekên kurdistan jî bikin em rojeva xwe jî derxînin holê lê belê bi tenê ev dorhêla ha bi vê rewşê nayê kişandin. ji vê sedemê nemaze dizînên mijarên goygoyÊ ji bo paşeroja tirşikÊ tiştek başe. metirsin em bixwazin jî nabin teqlîdÊ ferhengên tirkî.



26.02.2014 18:13 | deqlok


11. (bnr: me hemû tişt safî kir, tenê ew ma)

Bi Xwedê car caran ez ji we fêhm nakim, tu dibê qey we kiriye çol, di ser halan de em ê vê ji xwe re bikin kûl û derd.

Hema kî bidize, mala wî ava, Xwedê jê razî be, dest û tiliyên wî, na welleh klavyeya wî sax be*



12.12.2020 21:19 ~21:20 | merwano

12. Ma hema tirk ji me tiştina bidizin, piçek em jî ji wan bidizin. *



12.12.2020 21:20 | yûsiv


14. Piranîya tirşikvanan ji Bakûr e ji lewma tiştekî ji vê asayîtir tunne ye ku mijarên ku li vir hatine avakirin bişibin mijarên ferhengê Tirka yan jî ji ên wan hatibin girtin. Mafê herkesîye ku gava ku bixwaze zanibe ka xelkê me gelo, ji bo vê bûyerê çi difikire, an jî li ser filan babetî helwesta Kurdan çîye...
Pê re jî, Esil ne mijar e, esil ewe ku herkes karibi, bi azadî raman û hizirên xwe yî orîjînal rave bike û derfet bide nivîskarên ku hêvîya ji xwe dikin jî fikrên xwe pêşkêş bikin. Bi vî avayî çiqas ew mijar ji deverna hatibe girtin jî êdî dibe a tirşika me. Yanî hevalno, ewqas nekevin li nav hûrgilîyan, we dît ku Kurmancìye dêynin li ser sînga xwe û hew!



31.07.2021 00:54 ~01:04 | pîroz

15. good artists copy, great artists steal
- pablo picasso



31.07.2021 07:46 | cinorek

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» diziya strana koma qamişlo
» ferhengên kurdî yên li appstorê
» ding dingo banî sero

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî