Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
wehdet el wicûd - tirşik
wehdet el wicûd
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yekîtiya wicûd an jî weke yekîtiya laş û beden jî mirov dikare bide naskirin. meşreb û teoriyeke seyr û silûkê ya dînê îslamê ye. li gor vê meşrebê tiştên heyî olan û eksa xwedê ne anku her tişt ji xwedê ye û ji xwedê pe ve tu tişt tune ye. peyrevên vê meşrebê ji bo ku xwe bigihîjînin jiyana bêdawî divê berî ku bimirin xwe li dinyayê bikujin. lê kuştinek çawa? yanî ji daxwaz û xwestekên dinyayê yên fanî û bidawî borîn. xwe di nav xwe de kuştin û din nav xwedê de vejandin, bêdawîkirin. bi gotineke din neyina xwe pejirandin û tenê heyina xwedê qebûl kirin. di teoriyê de jê re dibêjin fenafillah. herwekî yek ji peyrevên vê meşrebê melayê cizirî di beyteke xwe wiha gotiye.

...

da weqtê lîqayê bi te hey bin di beqayê

min neqdê dil û can di fenayê bi selem da

...

pêşî ez bêjim ku şirovekirina vê malikê zêdê serê bavê min e. yanî mijara ku mirov dikare li ser pirtûkekê binivîse mela di beytekê de vegotiye. mela dibêje :

min di wextê neyîna xwe de (mela jiyana xwe ya dinyayê weke neyinê dihesibîne.) yanî li dinyayê can û dilê xwe, da ku tê de bivejim û bêdawî bibim, wekî bihayê ji bo dema hevDîtina yara xwe, pêşin da.



pergalîzeker û berdevkê vê meşreba bêserûber muhîdînê ibnê erebî ye. navê wehdet el wicûdê şagirtê wî Yê bi nAvê sedredînê konevî lê kiriye. digel bi dehan pirtûk nivisîbe jî fikrên ibnî erebî yên derbarê teoriyê de bêtir di pirtûka wî ya bi navê fûsûsil hîkem yanî dend û navika hîkmetan de ne.



piştî tecrebuya bi salan dikarim ji we re bibêjim ku pozê xwe bê tedbîr û emel nexin nava vê meşrebê an na hun ê jî weke min dîn bibin. berî ku ez tam dîn bibim min go xwedê tu mezin î ez nezan im, tobe dikim an na ez ê li van çol û beyaran ji rê derêm. ez dibêm qey xwedê li min hate rehmê û di kêliya dawî ez hinek bi dûr xistim. hetta ku mele seîdê kurdî jî gotiye xwe jê dûr bidin. bi ya min jî herçend hêmanên rastîn jî di nav xwe de bihewîne, îhtîmala wê ya xelet fehmkirinê zêdetir e. yanî di vî zemanê de ihtiyac bi tiştê wilo tune. kesê ku dixwaze bibe ewliya û li erd û esmana bifire pirtûkên seîdê kurdî jê re bes in.



03.01.2014 00:58 | ceso

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» wehdet el wicûd

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî