Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 19 peyam
blues - tirşik
blues
(4) (1) (5)
di mijarê de bigere

1. cûreyeke mûzîkê ye ku bi qasê 400 sal in tê zanîn û koka xwe ji afrîkaya başûr distîne.

piştî koleyên ji afrîkaya başûr hatine anîn li amerîkayê, ev mûzîka ku ji aliyê koleyan ve ber karkirinê de dihate gotin nav amerîkayê de jî belav bû û hat nasîn.

mijara blues bi giştî hêvî, keder, azadî û axîna ji dil e.



2013.06.24-21:35 | simurg56

2. mirov dikare albûma bi navê destana egîdekî ya ciwan haco ya ku hemû gotinên stranên di vê albûmê de rehmetiyê mehmet uzun nivîsandiye di nêv vê kategorî û klasmana mûzîkê de bicihîne û biqedirîne.. bi taybetî jî strana 14ê ya di albûmê de di warê mûzîka blues û jazzê de gelekî serkeftî û jêhatî ye..



2013.06.24-23:01 | endazer

3. Şîn rengê hawarî û behiyê ye, rengê matemiyan e şîn, nemaze jî şînê tarî, wer xuyaye vê peyva înglîzî jî bi heman mexsedê ve hatiye avakirin.



Blues teşeyek ji teşeyê mûzîkê ye ya ku li ser zarê reşikê efrîkê afiriyê û rengedêngê kul û qehr û kedera qedera wan ya dojehîn e ku di geliyên hêtûnî de yek ji azmûnên herî xwînxwarane ya mirovatiyê li wan hatibû kirin ku blues jî bi awayekî hawara kurtejiyana wan ya xerîbî û pêwendakirina rehê wan e.



Yek ji îcrakarê wê Boubacar Traoré’yê ye ku ehlê welatê qedîm Maliyê ye.



2014.12.31-11:59 | aryâspa

4. Van salên dawî de li muzîka kurdî sor bûye ev cûreya muzîkê. Ez dibêm tam derba kurda ye ev cûre ji hêla derketina wê ya holê ve. *
(bnr: sîmir rûdan)
(bnr: ercan bingöl)
(bnr: ferit sevim)
(bnr: û hwd.)



2019.11.21-00:16 | xwelî li ser

5. Piştî ferit sevîm min hinekî din bala xwe da muzîka Blues. Helbet car caran di spotify ê da rastî muzîkên blues dihatim lê vê carê hinekî din bibaldari guh didim wan stranan. Helbet muddy waters di muzîka Blues da pir navdar e.
Wa stranekê wî ;










2019.11.21-00:52 ~00:54]| hesinkar

6. wek peyva şîn ya bi kurdî, him wateya rengê şîn dide him jî wateya qehr û kederê dide.
heya niha min vê yekê ferq nekiribû. bi saya peyama gordereş vê gavç haya êin jê çêbû. ercan bingöl/11934
şîn'a kurdî û blue'a îngîlîzî, her du jî 2 wateyên xwe hene û di her du zimanan de jî ev her du wate eynî ne.
(bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)



2019.11.30-22:17 | simurg56

dengdanên dawîn (Yên Din..)
leamerika [1]
Hesabekî instagramê ye ku bi qasî lo dublaj têra xwe serkeftî ...
ji bo pergala tirşikê pêşniyarên tirşikvanan [1]
JI bo Xwedê êdî, bila pergala tirşikê me jê dernexe. Rojê Xwedê zane, ...
mehmed uzun [3]
2 sal berê, piştî hişê xwe hêdî hêdî didim ser kurdî û kurdbûnê. kekê ...
keçên kurd yên têgîna azadiya jinan şaş fêhm dikin [2]
eynî ev kes e:
(bnr: bi tirkî fikirîn û bi kur...
jê bipirsin [1]
Bernameyeke hestû tv ye. Kesên navdar berî ku beşdarî bernam...
belki ev jî bala te bikişînin
» bluestack

Kategoriyên mijarê:: muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî