1. qehweya ku bi toza kizwanên hêrayî û bi qehweyê tê çêkirin.. |
|
04.01.2014 04:31 |
endazer
|
2. qehweyek gelek xweş e. |
|
16.04.2014 14:23 |
brusk56
|
3. qehweya ku yekemcar min 2 meh berê tahm kiriye..lê min pir jê heznekir. dema min vexwar min fêhm nekir ku qizwan ketiyê. piştî pirsînê min fêhm kir. ev jî dibe ku ji ber ku min zûde qizwan nexwariye, be. |
|
16.04.2014 14:33 |
mergehez
|
4. qehweyeke xweş e. min gelek jê hez dikir, lê rojekê piştî vexwarina wê serê min gêj bû dilê min rabû. loma êdî zêde zêde jê hez nakim. lê dîsa jî hez dikim û vedixwim. |
|
16.04.2014 18:21 |
simurg56
|
5. qehweya ku meraq dikim be cawa te cekirin. min hingi ku li derdora xwe behsa we kir veca jinmama min wek suprizeke ji bo min ji serte aniye. le bele diya min a reben nizane ceke. ka bila camerek an ji xanimek ji min re beje. ne ya weke toze ye weke heriye ye.. |
|
26.04.2014 19:38 |
oxir
|
6. qehweya ku li gorî îstîxbarata tirşikê bi vî awayî dikare were çêkirin; |
|
26.04.2014 19:46 |
simurg56
|
7. Min cara ewil li xana hasanpaşa li cafeya jan vexwaribû( bi şîr bû ) tiştekî ekistira bû. Piştî we ez lê çûm min li kolana hunerê vexwar bê şîr çêkiribûn qet nexweş bû. |
|
18.12.2014 20:26 |
cîncoqo
|
8. Wileh min vexwarye û ne halê li qehwexaneya an qafeya. Min li mala me li gund ji destê ewil û bi hemû reseniya xwe ve vexwariye. Beriya niha pênc sala. Li gor min tama wê xweş bû û ez bim ji qehweyên niha wek nescafe xweştir bû ew a min li gund vexwarî. Hey gidî ew rojên li xendekê. |
|
19.12.2014 01:52 |
xendekî
|
9. qahweya ku bi destê hosteyan çêbibe gelekî xweş e. piştî vexwarina wê ez jî ketim kategoriya kizwannasan * |
|
19.12.2014 15:51 |
berxweda
|
10. nayê vexarin, min rojekî vexar hema nemabû ez dil bavejim. kurmancê me jî eceb in hema kî li ser navê kurda tiştekî derîne zû destê xwe jê re lev didin lê nanêrin ka çi ye ne çi ye. yaw ji bo xwude qehwê û kezwana çi gotiye hev? hirç u govend qehwe u kezwan kurd u qehwe? |
|
19.12.2014 22:21 |
yarîkênvîzemanîbidevdostinbiqelbûdilêxwekafirin
|
11. qizwana amade heye meriv dijare wê bikire û bi şîr çêke. Li jor simurg56 çêkirina wê vegotiye.. |
|
09.04.2015 16:25 |
mergehez
|
12. qehweyeke gelek xweş e |
|
09.04.2015 18:53 |
ferhenga şikestî
|
13. qehweya kurdan e. |
|
10.04.2015 10:51 |
kurê bavê xwe
|
14. Qehweya ku vê havînê min ji Midyadê hineke tozî kirî bû. Niha hate bîra min ku ez çêbikim. |
|
26.01.2020 21:43 |
gumgumok
|
15. belkî ji bo hinekan giran were belkî ji bo min jî wisa be. |
|
26.01.2020 23:11 |
simurg56
|
16. Bi rastî yekem car min li mala hevala xwe vexwar û min gelek jê hezkir. Lê ne toz bû bi awayê hevîr bû wa bi destê xwe ji makîne yê derbas kiribûn. Ya din jî min li Amedê "suluklu han" ê tehm kir. Gelek tîr bû lê ev ji min re xweştir hat. yê hez dikin û meraqa wa hebe ez karim vê derê pêşnîyar bikim. |
|
27.01.2020 00:14 |
rizgarm
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |