Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
qehweya kizwanan - tirşik
qehweya kizwanan
(5) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. qehweya ku bi toza kizwanên hêrayî û bi qehweyê tê çêkirin..

cara ewil kê fikir kiriye û çêkiriye nizanim, lê fikreke baş e û tamÛ lezeteke xweş jê hasil bûye..

hema bêje di hemû cafe û qehwexaneyên li amedê peyda dibe, hinek vê qehweyê û qehweya kurdan tevil hev dike, lê herdu qehwe ji hevdu cuda û cihê ne..



04.01.2014 04:31 | endazer

2. qehweyek gelek xweş e.

li amedê, li kûçeya hÛnerê, bi navê "qeyweya kurdan" tê firotin. li ser dikanê nivîsandine "siz hiç kürt kahvesi denediniz mi" .

min ez kurd im min neceribandiye, lê paşê min dît ku qehweya kizwanan e .

(bnr: taktîkên firotinê)



16.04.2014 14:23 | brusk56

3. qehweya ku yekemcar min 2 meh berê tahm kiriye..lê min pir jê heznekir. dema min vexwar min fêhm nekir ku qizwan ketiyê. piştî pirsînê min fêhm kir. ev jî dibe ku ji ber ku min zûde qizwan nexwariye, be.



16.04.2014 14:33 | mergehez

4. qehweyeke xweş e. min gelek jê hez dikir, lê rojekê piştî vexwarina wê serê min gêj bû dilê min rabû. loma êdî zêde zêde jê hez nakim. lê dîsa jî hez dikim û vedixwim.



16.04.2014 18:21 | simurg56

5. qehweya ku meraq dikim be cawa te cekirin. min hingi ku li derdora xwe behsa we kir veca jinmama min wek suprizeke ji bo min ji serte aniye. le bele diya min a reben nizane ceke. ka bila camerek an ji xanimek ji min re beje. ne ya weke toze ye weke heriye ye..



26.04.2014 19:38 | oxir

6. qehweya ku li gorî îstîxbarata tirşikê bi vî awayî dikare were çêkirin;



1- ji bo her fîncanekê, bi qasê yek kevçiyê şêkir kezwan tê xistin nava cezweyê

2- paşê ji bo her kesekî fîncanek şîr (an jî av) jî lê tê zêdekirin

3- tê tevlîhevkirin, heta ku bikele. berî ku bikele mirov dikare kefa li ser, ji ser rake.

4- çawa ku keliya, ji ser agir tê hilanîn û tê servîskirin.



26.04.2014 19:46 | simurg56

7. Min cara ewil li xana hasanpaşa li cafeya jan vexwaribû( bi şîr bû ) tiştekî ekistira bû. Piştî we ez lê çûm min li kolana hunerê vexwar bê şîr çêkiribûn qet nexweş bû.

Hûn bi a min bikin a bi şîr vexûn



18.12.2014 20:26 | cîncoqo

8. Wileh min vexwarye û ne halê li qehwexaneya an qafeya. Min li mala me li gund ji destê ewil û bi hemû reseniya xwe ve vexwariye. Beriya niha pênc sala. Li gor min tama wê xweş bû û ez bim ji qehweyên niha wek nescafe xweştir bû ew a min li gund vexwarî. Hey gidî ew rojên li xendekê.



19.12.2014 01:52 | xendekî

9. qahweya ku bi destê hosteyan çêbibe gelekî xweş e. piştî vexwarina wê ez jî ketim kategoriya kizwannasan *



19.12.2014 15:51 | berxweda

10. nayê vexarin, min rojekî vexar hema nemabû ez dil bavejim. kurmancê me jî eceb in hema kî li ser navê kurda tiştekî derîne zû destê xwe jê re lev didin lê nanêrin ka çi ye ne çi ye. yaw ji bo xwude qehwê û kezwana çi gotiye hev? hirç u govend qehwe u kezwan kurd u qehwe?




11. qizwana amade heye meriv dijare wê bikire û bi şîr çêke. Li jor simurg56 çêkirina wê vegotiye..



09.04.2015 16:25 | mergehez

12. qehweyeke gelek xweş e

kî jê hez neke, nizane lezzetê*

hay û xebara tirkan ji vê qehweyê nîn e, demekê min du pakêt bi xwe re anîbûn stenbolê, kê jê vexwar devê wê/î vekirî ma. tabê min kerrîtiyekî kir, niha kî min dibîne dawa qehweyê dike*



09.04.2015 18:53 | ferhenga şikestî

13. qehweya kurdan e.



10.04.2015 10:51 | kurê bavê xwe

14. Qehweya ku vê havînê min ji Midyadê hineke tozî kirî bû. Niha hate bîra min ku ez çêbikim.
Berî niha min ya avî çedikir, qehweya min eyn weke jehrê bû. Nizanim niha ya tozî wê çawa be *



26.01.2020 21:43 | gumgumok

15. belkî ji bo hinekan giran were belkî ji bo min jî wisa be.
van rojan bi qehweyên din re tevlîhevkirî vedixwim. heçko wisa çêtir e.



26.01.2020 23:11 | simurg56

16. Bi rastî yekem car min li mala hevala xwe vexwar û min gelek jê hezkir. Lê ne toz bû bi awayê hevîr bû wa bi destê xwe ji makîne yê derbas kiribûn. Ya din jî min li Amedê "suluklu han" ê tehm kir. Gelek tîr bû lê ev ji min re xweştir hat. yê hez dikin û meraqa wa hebe ez karim vê derê pêşnîyar bikim.



27.01.2020 00:14 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» qehweya kizwanê

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî