1. geroka webê ya ku ji aliyê googleê ve tê derxistin û piştgirîkirin. google amadekariya xwe ya pergaleke xebatê jî dike ku wê bi dendika linuxê be û li ser bingeha chromeê be. loma navê wê jî weke chrome os hatibû diyarkirin. |
|
04.01.2014 14:57 |
simurg56
![]() |
2. di versiyona linuxê(ubuntu) de (chromium) dema mirov navnîşana malperekê binivîse û paşê valahî bihêle û peyva lêgerînê binivîse û pêl enterê bike, chrome rasterast wê peyvê di malperê de digere. |
|
09.01.2017 19:31 ~19:31 |
simurg56
![]() |
3. motora lêgerînê ya googleê + google chrome = di nav big tech-ê de ya herî xwînxwar ev in. hemû zanyariyên veşartî/vekirî yên bikarhênerên xwe dikin profîl û bi profîlên din re girê didin ku bi wan profîlan tevnekê bi hezaran mirovan pêk tê, ava dikin û ji bo qezenckirina pereyê dixebitînin, di serî de di zeviya reklamgeriyê de. lê doza facebook rê da ku ji bo siyasetê jî tên firotin. bi riya agahiyên ku hevdane, robotên wan dikarin texmîn bikin/bizanin ku jina yekî himle ye -ya ku hîn ew bi xwe nizane.* pênç şeş sal in min dev ji gerokê berda ye û heta ji destên min bê motora lêgerînê bi kar nayinîm. lê heke motorên din encamên lihevhatî neynin, li ser gerokekê pêewle wekî firefox - vivaldi - brave di rûgera* taybet de wê bi kar tînim. |
|
01.07.2021 16:58 ~17:04 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
![]() |
seks [1] |
![]() |
peyvên ku kurd nikarin bêjin [3] |
![]() |
eger te quran nexwandibe û tu tê negehiştibî hemû pirtûkên te virtepirt in [1] |
![]() |
kemalîzm [3] |
![]() |
jibîrkirin [1] |