Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 78 peyam
google chrome - tirşik
google chrome
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. geroka webê ya ku ji aliyê googleê ve tê derxistin û piştgirîkirin. google amadekariya xwe ya pergaleke xebatê jî dike ku wê bi dendika linuxê be û li ser bingeha chromeê be. loma navê wê jî weke chrome os hatibû diyarkirin.

neyse ger em vegerin google chrome browserê, ev bernameya ketina înternetê gelekî sivik û lez e. bi vê taybetiya xwe bi ya min di nav hemû gerokên webê de ya herî baş e. lê ji ber hinek sedemên din (ên weke pêvekên kêrhatî yên ku nikarim dev jê berdim û hwd.) ez dîsa jî firefox bi kar tînim.

li gorî îstatîstîkan %51ê tirşikvanan bi google chrome'ê dikevin tirsik.netê.



google chrome xwediyê versiyoneke bi çavkaniya azad jî heye: chromium

bi qasê min dîtî, tu ferqa wê ji chromê bixwe tune û li ser linuxê ev versiyon tê bikaranîn.



04.01.2014 14:57 | simurg56

2. di versiyona linuxê(ubuntu) de (chromium) dema mirov navnîşana malperekê binivîse û paşê valahî bihêle û peyva lêgerînê binivîse û pêl enterê bike, chrome rasterast wê peyvê di malperê de digere.
dîqat: ne bi riya googleê digere, dikeve malperê, di qutiya lêgerîna malperê de lêgerînê dike.
taybetiyek gelek xweş e. di tirşikê de, turkcekurtcesozluk.comê de û hemû malperên din de dixebite.
dema hûn "ti" binivîsin, weke mînak, jixwe ew bixwe tirsik.netê temam dike, hûn hema valahiyek û peyva xwe dinivîsin û lêgerînê dikin.
min ji vê taybetiyê hez kir. lê di chroma min ya di windowsê de ev taybetî tune bû.



09.01.2017 19:31 ~19:31 | simurg56

3. motora lêgerînê ya googleê + google chrome = di nav big tech-ê de ya herî xwînxwar ev in. hemû zanyariyên veşartî/vekirî yên bikarhênerên xwe dikin profîl û bi profîlên din re girê didin ku bi wan profîlan tevnekê bi hezaran mirovan pêk tê, ava dikin û ji bo qezenckirina pereyê dixebitînin, di serî de di zeviya reklamgeriyê de. lê doza facebook rê da ku ji bo siyasetê jî tên firotin. bi riya agahiyên ku hevdane, robotên wan dikarin texmîn bikin/bizanin ku jina yekî himle ye -ya ku hîn ew bi xwe nizane.* pênç şeş sal in min dev ji gerokê berda ye û heta ji destên min bê motora lêgerînê bi kar nayinîm. lê heke motorên din encamên lihevhatî neynin, li ser gerokekê pêewle wekî firefox - vivaldi - brave di rûgera* taybet de wê bi kar tînim.



01.07.2021 16:58 ~17:04 | biruya hayao miyazaki

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
keloş [1]
Spas ji bo pêşwaziyê cinorek ^.^ Rast e çawa ku hatim keti...
keloş [2]
Nivîskareke nû ye lê bawer im di jiyana xwe ya pêşîn da jî tirşikvan b...
belki ev jî bala te bikişînin
» google kurdî
» chrome os

Kategoriyên mijarê:: komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî