1. kurdên ku di nivîs û axaftinên xwe de hevokên tirkî dixin nav û ji wan hemû kurdên dî dê fêm bikin. |
|
04.01.2014 15:06 |
dijber
|
2. kurdên ku, xwezî hinek kurdên ku bi rastî jî tirkî nizanin bihatana û li bin peyamên wan de wan rexne bikirana. lê mixabin ji ber ku aniha nav me de kurdên ji parçeyên din -belkî yek heb tenê jî- tune zêde jî ne problem e. xwezî problem bûya... |
|
04.01.2014 15:18 |
simurg56
|
3. kurdekî wisa tune. ez bixwe jî di nivîs û axaftinên xwe de peyv û hevokên tirkî bi kar tînim. lê îddîayeke min a bi rengê ku hemû dinya bi tirkî dizane nîne. carna jixwehaybûneke pêbawer peyv û lefzê biyanî bi kar tînim lew pêdiviya mijarên teknîkî bi vê yekê heye. ez nikarim ji bo ku herkes jê fehm bike nivîsan binivîsim. jixwe herkes jî nikare bêje ez dixwazim ji her nivîsê te fehm bikim. herwekî hevalekî me yê bijîşk gava ku mijareke tibî rave bike mejbûr e ku ji peyv û têgehê latînî sûd wergire û bi heman rengî di hin mijaran de pêdivî bi peyv û têgehê tirkî jî heye. dibe ku haya hinekan jê tunebe lê ji kurdan gelheyeke mezin li tirkiyê jî dijîn. |
|
04.01.2014 20:30 |
ceso
|
5. Hemî dinya na lê ji wa ye hemî Kurd bi Tirkî dizanin û dema peyamekê an jî şîretekî li Kurdên parçeyên din dijîn dikin Tirkî bi kar tînin. Bi taybetî hevalên derdora HDP'ê. |
|
23.11.2019 00:40 ~18:45 |
nan û av
|
6. Mîratê nizanim kengî bû em li rojnameya kurdî bûn. Nivîskarek ji derveyî welêt hatibû û zaroka wî bi tirkî nizanîbû. xebatkara jin a berpirsîyar gelekî li ber wan ketibû ku zarokan çawa bi tirkî nizanîbûn. Weytîîîî weytîîî |
|
22.01.2020 00:26 |
oceancr
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |