1. pewist e,lê pir caran dibe serêşa mirov. |
|
05.01.2014 02:24 |
diljan
|
2. ev malper ji bo hînbûn û geşkirina îngîlîzî pir baş e. |
|
05.01.2014 02:43 |
diljan
|
3. hecî hinakî zanibe ji bo listening ev merik baş diaxive. û binnivîs jî daniye. biker tê. |
|
05.01.2014 02:47 |
diljan
|
4. ev xaltîk jî ne xirab e., |
|
05.01.2014 02:49 |
diljan
|
5. ji bo kurdan hînbûna îngilîzî ji ya kurdî hêsantir û rehetir e... |
|
05.01.2014 15:03 |
devliken kelogiri
|
6. bi rasti, hînbûna îngilîzî ne evqas zor e, xasma ji bo kurdan. |
|
05.01.2014 22:23 |
silan
|
7. tişta ku vê serdemê de ji bo herkesî bûye pêwîstiyek. ger tu bijişk bî an jî endezyar bî teqez divê tu bizanî . ji ber ku îngîlîzî zimanê zanistiyê ye. |
|
13.01.2014 00:00 |
brusk56
|
8. hinbûna ku min piştî xilaskirina zanîngehê dest pêkiriye ye.di zanîngehê de hema bêje kotekî min dersa ingilîzî derbas kir. lê Dema min zanîngeh xilas kir ez nehatim malê û em mam dera kû min zanîngeh lê dixwend. Wê havîna ku zaningeh xilaS bû, ez çûm qursa ingilîzi û min asta elemantaryê (destpêkê) bi dawî kir. Piştî wan her sê heyvên havînê bi rastî ingilîziya min baş pêş de çû..naha bi hêsanî ez dikarim bi yekê/a ingilîz re bi axivim. |
|
13.01.2014 00:13 |
nan û av
|
9. ji bo min tişteke bêdawî ye. di kurdî de û tirkî de (zimanên ku baş dizanim) de tiştên ewqas ecêb hene ku ji bo ku mirov fêhm bike, divê mirov ruhê wê zimanê bizane. dema wisa bifikirim, dibêjim "wellehî ez ê tu caran nekarim vî zimanî baş hîn bibim, hema ez têra xwe hîn bibim bes e." |
|
13.01.2014 20:21 |
simurg56
|
10. ez nizanim ji ber pÊşdaraziyÊ ye yan ji ber zorê ye lÊ bi salan min vÊ dersê dît hÊ jî ji biliyê yes okey no what ve peyvek din hîn nebûme |
|
14.01.2014 12:44 |
ferhenga şikestî
|
11. ew tişta min ji bo 850 lîrayê xwe daye lÊ ez dîsa nikarim herim qursa wî ye. sedema wî jî dema minÊ vala tinebûne. lÊ ez baverim tiştek gelek xweşe û divÊ hemu destûryarÊ zanîngehê îngilîzÎ bizanin |
|
14.01.2014 22:31 |
por gijik
|
13. zimanekî ne ZOR E QASÎ XELKÊ DİBÊJE.. LÊ PİŞTÎ KU MİN BERHEMÊN WÊJEYÎ Bİ İNG XWEND, HİNGÊ MİN GO WELLE TEHMA EDEBİYATÊ TÊ YABO.. MİN EW TİŞT Dİ TİRKÎ DE QET NEDÎTÎBÛ.. BEHSA KURDÎ NAKİM ÇİKU EW CEGER E * |
|
26.02.2014 19:36 |
elomelo
|
14. aniha tiştekî pêwist e lê piştî çend salan ji ber ku dewleta serdest dê bibe çîn dê ev nebe pêwîst. şûna wê hînbûna çînî û kurdî* dê bibe pêwîst. |
|
26.02.2014 19:40 |
mergehez
|
16. Here lînkê |
|
27.03.2015 17:29 ~17:33 |
tîrejên rojê
|
18. birastî jî zehmete. ji tirkî vegerinî îngîlîzî yan jî îngîlîzî vegerinî tirkî bêtir /daha pir zehmete. |
|
11.04.2015 10:30 |
shorbevan
|
19. di meha tebaxê de dikim ku herim qursê û hînî vî zimanî bibim, erê em kurd divê xwe ji tu tiştî bêpar nehêlin û ji tu tiştî texsîr nekin.. |
|
07.07.2015 00:22 |
ferhenga şikestî
|
21. Tişteke berbilav e. Lê sedî nodê yên destpê dikin dev jê berdidin. Hîn buna zimanekê ne tişteke hêsan e bi rastî jî, lê tişteke giringtir jî ew e ku mirov ji bîr neke. |
|
07.07.2015 01:06 |
azadixwaz
|
22. hêsantir dibe, eger meriv tim malperên nûçeyên bi îngîzî bixwîne û televîziyona înglîzî temaşe bike. ev jî gerek meriv ji xwe re bike qeyde, ji bo we jî hîn girîngtire. ez li almanya dijîm, ji almanî û li almanya hînbûna înglîzî ji hînbûna li erdnigariya rojhilata navîn gelekî hêsantire. |
|
07.07.2015 01:18 |
hola êzîda
|
23. heger telefona te ya android hebe : (bnr: duolingo.com) |
|
07.07.2015 10:26 |
cekdar
|
24. Hewldanek e gelek caran. |
|
07.07.2015 12:22 |
mergehez
|
25. Tiştekî strongly pêwîst e. Weke mînak di înternetê de çavkaniyên androîdê yên bi tirkî tune ne lewra hewce ye ez ên îngîlîzî bixwînim loma divê bi îngîlîzî bizanibim. Kêm zêde hinekî dizanim lê wexta peyivînê hertim disekinim gotin nayên bîra min. Di dema nivîsandinê de gotin li gorî dema peyivînê bêtir tên bîra min. Dibe ku ji ber kelecanê be.. |
|
07.07.2015 12:29 |
mergehez
|
26. ji bo pêşveçûna takekesî û pêşveçûna kurdan şert e ji ber ku weke din mirov nikare ji bin desthilatdariya dewletên serdest xelas bibe. |
|
07.07.2015 12:50 |
simurg56
|
27. (bnr: wery zehmet) |
|
07.07.2015 12:59 |
shorbevan
|
28. english grammar inside and out - nesibe sevgi öndeş kesê bixwaze îngilizî ji ra veke ev pirtûk çavkaniyeke sereke ye. Lê kirîna wê buha ye bi awayekî fotokopî peydakirina wê erzantir û çêtir e. |
|
31.01.2016 23:56 ~23:57 |
nejwan
|
29. wekî her zimanî ew ji di nav civakê de tê hînkirin. cihe ku ez tê de xebate dikim, nîvê tîma me ji xelkên bêyanî pêk tê. zaroken ku ji nava gundên kurdistanê tevî me dibin ji mecbûrî ferdibin. eger hun ji bixwazin zimanekî nû hînbin, êdî dereng nemînin. bilez mala xwe barkin |
|
01.02.2016 21:19 |
malmirato
|
30. armanca min e. Bê dawî ye. Ez gelek zû wateya gotinan ji bîr dikim. Ferhenga min biçûk e. Ez çi bikim? |
|
02.02.2016 00:11 |
hola êzîda
|
31. Ji bo listening (voscreen.com,dualingo.com) û aplîkasyon(dualingo,voscreen) pir base. Ez gelek kêf xwesim li van aplîkasyona. Serkeftin ji bo hemû nezanara* |
|
02.02.2016 14:36 ~14:39 |
mêrêmala
|
34. ku meriv ji dil bixwaze tiştêk pir hêsan e. hewce nake meriv bi şev û rojan li gramerê bixebite. tenê gramera zimanekî zanibe xwe merûzê îngilizî bike; gûhdarî bike, bixwîne, binivisîne, di hundirê salekê de meriv hîn dibe. ji ber ku em kurd tev du-zimanî (bnr: bilingual) ne hînbûna me hêsantir e. |
|
03.02.2016 00:30 |
roza
|
35. kesên ku dixwazin ji xwê re li ser kurdî bingehîna zimanê inglîzi çêkin re ez pirtûka husein muhammed parvedikim |
|
28.04.2016 00:41 |
xeteraqirêj
|
36. Ev heftiyeke min jî destpêkiriye. Di asta elementary-seretayî de me. |
|
11.02.2019 06:19 |
bilbilê dilkul
|
37. hewceye, bi taybetî ji bo kurdan pir hewceye. li tirkîye her tişt bi zimane tirkî tê weşandin û tiştên tên weşandin jî bi piranî, weku hûn jî dizanin, bi guman û bi derewîn. mînak: dîrok, mijarên sîyasî... di wî babete de, ji bo wergirtina nûçeyên rast û hînbûna zanyarîya ne xelet, ew gellek pêwîste kû yekî bi îngîlîzî hîn bibe. paşê ferbûna îngîlîzî hûn we bikarin bibînin kû gellek çavkanîyan ji bo kurdî jî hene. |
|
14.02.2019 20:51 |
tekoser
|
38. tişta ku du sal e ez tê da xwe dixapînim.. |
|
15.02.2019 12:19 |
bûtîmar
|
39. kêmasiya ku hîn jî divê ez ji holê rakim. dema ku ez nû hatim vî welatî, min hemû karên xwe bi îngilîzîya xwe ya xirabe hal kirin. lê paşê piştî ku min dest bi hînbûna elmanî kir, min ew îngilîzîya xirabe jî ji bîr kir êdî min nedikarî bipeyivim. min her tim rêzimana elmanî bi kar dianî û di cih de dev ji axivînê berdida lê niha dîsa lê hûr bûm û hêdî hêdî weke berê dibe. lê ew jî ne bes e, divê herikbar bipeyivim ku bikaribim karekî bibînim. li her derê pirsgirêkek e welhasil |
|
01.12.2019 00:24 |
mergehez
|
40. Birayekê min karmende çu kursa îngîlîzî dûre rabu tv ya xwe girêda internetê û her tim videoyên îngîlîzî û kurdî bo zarokêt xwe dida temaşe kirinê û tirkî qedexe kir malê bo zarokêt xwe pirtûkên îngîlîzî dikirî û dida xwendin. Û tabî piştî kursê di net ê de hinek bernameyan ve bi mirovên din yên cîhanê de online sohbet dikir hewl dida îngîlîzîya xwe pêş bibe û encam her çar zarok îngilîzî xeber didin a mezin ku 13 salîye bi rehetî vîdeo û fîlman temaşe dike û fehm dike. |
|
01.12.2019 00:31 |
azad30
|
41. Ew kurdên him dikarin kurdî biaxivin-bixwînin him jî tirkî dizanin çawa nikarin ingilizî hîn bibin fam nakim guys. Yanî we already have two language. How come we don't make some effort to get another language especially which has been teaching in schools for years? Guys stand up and rise! (gugil translate) |
|
18.02.2021 22:47 |
de facto hozan
|
42. (bnr: fêm dikim lê nikarim biaxivim) * |
|
18.02.2021 23:09 |
yûsiv
|
43. Mirov li ser bisekine gelek karek hêsan e. |
|
19.02.2021 17:46 |
navîgiranmezelîwêran
|
44. (bnr: pêşniyara rêya hînbûna îngilîzî bo xortan) |
|
11.10.2023 22:47 |
mirovekirind
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |