Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
hînbûna îngîlîzî - tirşik
hînbûna îngîlîzî
(4) (0) (2)
di mijarê de bigere

17. Tişteke berbilav e. Lê sedî nodê yên destpê dikin dev jê berdidin. Hîn buna zimanekê ne tişteke hêsan e bi rastî jî, lê tişteke giringtir jî ew e ku mirov ji bîr neke.



07.07.2015 01:06 | azadixwaz

18. hêsantir dibe, eger meriv tim malperên nûçeyên bi îngîzî bixwîne û televîziyona înglîzî temaşe bike. ev jî gerek meriv ji xwe re bike qeyde, ji bo we jî hîn girîngtire. ez li almanya dijîm, ji almanî û li almanya hînbûna înglîzî ji hînbûna li erdnigariya rojhilata navîn gelekî hêsantire.



07.07.2015 01:18 | hola êzîda

19. heger telefona te ya android hebe : (bnr: duolingo.com)



07.07.2015 10:26 | cekdar

20. Hewldanek e gelek caran.

It's not so easy and we cannot learn by using programs; we should write and read something. If you are an engineer, you must learn english because it's strongly necessary. Whole sources are english. There is some Turkish sources but in kurmanci there is nothing. If you are an engineer, you are on this road anyway. You have to read english sources, so as i said above, by reading and writing it is easier to learn.. come on hevalno read and write*



07.07.2015 12:22 | mergehez

21. Tiştekî strongly pêwîst e. Weke mînak di înternetê de çavkaniyên androîdê yên bi tirkî tune ne lewra hewce ye ez ên îngîlîzî bixwînim loma divê bi îngîlîzî bizanibim. Kêm zêde hinekî dizanim lê wexta peyivînê hertim disekinim gotin nayên bîra min. Di dema nivîsandinê de gotin li gorî dema peyivînê bêtir tên bîra min. Dibe ku ji ber kelecanê be..



07.07.2015 12:29 | mergehez

22. ji bo pêşveçûna takekesî û pêşveçûna kurdan şert e ji ber ku weke din mirov nikare ji bin desthilatdariya dewletên serdest xelas bibe.

ji bo gelek kar û pîşeyan jî hewce ye. ji ber ku gelek caran dema mirov tiştek meraq dike û li ser înternetê lêgerînê dike, rastî çavkaniyên bi îngîlîzî tê. di hînbûna kodkirina tirşikê de jî min bi sedan probleman bi saya malperên îngîlîzî çareser kir ji ber ku bi tirkî bersivan tune bûn. (jixwe qet behsa kurdî nakim)



hînbûna îngîlîzî, li gorî armanca mirov diguhere. weke mînak ez niha dikarim hemû problem û meraqa xwe ya di derbarê komputergerî û tibê de bi malper û pirtûkên îngîlîzî hal bikim lê dema mesele bibe xwendina nûçeyên cûrbecûr, pirtûkên wêjeyî û hwd. di nav ferhengan de wenda me.



07.07.2015 12:50 | simurg56

23. (bnr: wery zehmet)

ji bû meriv hîn bike gere en hindik salekî lê bi xebite ger tu yekî bîna min dereng fehm dikî û zû ji bîr dikî mala te xerab bûye çûye hetanî tu saxbî tû hîn nakî.



07.07.2015 12:59 | shorbevan

24. english grammar inside and out - nesibe sevgi öndeş kesê bixwaze îngilizî ji ra veke ev pirtûk çavkaniyeke sereke ye. Lê kirîna wê buha ye bi awayekî fotokopî peydakirina wê erzantir û çêtir e.



31.01.2016 23:56 ~23:57 | nejwan

25. wekî her zimanî ew ji di nav civakê de tê hînkirin. cihe ku ez tê de xebate dikim, nîvê tîma me ji xelkên bêyanî pêk tê. zaroken ku ji nava gundên kurdistanê tevî me dibin ji mecbûrî ferdibin. eger hun ji bixwazin zimanekî nû hînbin, êdî dereng nemînin. bilez mala xwe barkin



01.02.2016 21:19 | malmirato

26. armanca min e. Bê dawî ye. Ez gelek zû wateya gotinan ji bîr dikim. Ferhenga min biçûk e. Ez çi bikim?



02.02.2016 00:11 | hola êzîda

27. Ji bo listening (voscreen.com,dualingo.com) û aplîkasyon(dualingo,voscreen) pir base. Ez gelek kêf xwesim li van aplîkasyona. Serkeftin ji bo hemû nezanara*



02.02.2016 14:36 ~14:39 | mêrêmala

28. ku meriv ji dil bixwaze tiştêk pir hêsan e. hewce nake meriv bi şev û rojan li gramerê bixebite. tenê gramera zimanekî zanibe xwe merûzê îngilizî bike; gûhdarî bike, bixwîne, binivisîne, di hundirê salekê de meriv hîn dibe. ji ber ku em kurd tev du-zimanî (bnr: bilingual) ne hînbûna me hêsantir e.



03.02.2016 00:30 | roza

29. kesên ku dixwazin ji xwê re li ser kurdî bingehîna zimanê inglîzi çêkin re ez pirtûka husein muhammed parvedikim



Here lînkê



28.04.2016 00:41 | xeteraqirêj

30. Ev heftiyeke min jî destpêkiriye. Di asta elementary-seretayî de me.

Li dibistana amadeyî(me çiqas amade kirin ew der mijara nîqaşê ye) em perwerdeyeke çak dîtibûn. Lê piştî şeş salan weku ku tu tişt di bîra min de nemabû xuya dikir. Hêdî hêdî tiştinan tê bîrê.

Bi alikariya xwedê û bi destûra wî di zûtirîn katê de dixwazim serbikevim. Zahf rê û rêbaz nizanim çiqas ji min werê bikoşim. Xwedê mezin e. Te dît ku salekî dî ez mirovekî sê ziman im. Nîgaşa wê tenê jî bi têra xwe şêrîn e bi xwedê.



11.02.2019 06:19 | bilbilê dilkul

31. hewceye, bi taybetî ji bo kurdan pir hewceye. li tirkîye her tişt bi zimane tirkî tê weşandin û tiştên tên weşandin jî bi piranî, weku hûn jî dizanin, bi guman û bi derewîn. mînak: dîrok, mijarên sîyasî... di wî babete de, ji bo wergirtina nûçeyên rast û hînbûna zanyarîya ne xelet, ew gellek pêwîste kû yekî bi îngîlîzî hîn bibe. paşê ferbûna îngîlîzî hûn we bikarin bibînin kû gellek çavkanîyan ji bo kurdî jî hene.



14.02.2019 20:51 | tekoser

32. tişta ku du sal e ez tê da xwe dixapînim..



15.02.2019 12:19 | bûtîmar

33. kêmasiya ku hîn jî divê ez ji holê rakim. dema ku ez nû hatim vî welatî, min hemû karên xwe bi îngilîzîya xwe ya xirabe hal kirin. lê paşê piştî ku min dest bi hînbûna elmanî kir, min ew îngilîzîya xirabe jî ji bîr kir êdî min nedikarî bipeyivim. min her tim rêzimana elmanî bi kar dianî û di cih de dev ji axivînê berdida lê niha dîsa lê hûr bûm û hêdî hêdî weke berê dibe. lê ew jî ne bes e, divê herikbar bipeyivim ku bikaribim karekî bibînim. li her derê pirsgirêkek e welhasil



01.12.2019 00:24 | mergehez

34. Birayekê min karmende çu kursa îngîlîzî dûre rabu tv ya xwe girêda internetê û her tim videoyên îngîlîzî û kurdî bo zarokêt xwe dida temaşe kirinê û tirkî qedexe kir malê bo zarokêt xwe pirtûkên îngîlîzî dikirî û dida xwendin. Û tabî piştî kursê di net ê de hinek bernameyan ve bi mirovên din yên cîhanê de online sohbet dikir hewl dida îngîlîzîya xwe pêş bibe û encam her çar zarok îngilîzî xeber didin a mezin ku 13 salîye bi rehetî vîdeo û fîlman temaşe dike û fehm dike.



01.12.2019 00:31 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hînbûna gîtarê
» îngîlîzî

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî