Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
samanyolu tv - tirşik
samanyolu tv
(4) (1) (3)
di mijarê de bigere

1. televîzyona fettulahçiyan ya ku vêga mîtînga chpê zindî diweşîne. xwedêyo ez gorî rehm û kerema te bûyo, mirov ji hêza te ecêbmayî dimîne.



05.01.2014 14:04 | simurg56

2. kanala ku gelek fantazîyên wan li ser bukên nu hene ye.ya rast li mala min ev kanal tune ye lê ez kengê li derve rastî vê kanalê bêm fîlm an jî rêze filmên li ser bukan heye.



05.01.2014 21:16 | feqiyêteyran

3. qenala ku ji roja min televizyon kirî ve di nava lîsteya qenalan de nîne ye. Min cihde jêbir. Mirov nikarê tehemmula nûçe, rêzeflîm, bernameyên we bikê.



05.01.2014 21:20 | nan û av

4. televizyonek ku lîstikvanên herî xerab tê de dilîzin.neyarê kurda û herî zêde kurd lê

temaşe dikin



05.01.2014 21:43 | krîstîn

5. televîzyona ku qaşo ê misilmanan e lê a herî vir û derewan dike ye.

elbet misilmaniya wan jî wek nûçeyên wan derewîn e .

kurdek xwediyê, hin misqala zerrê rûmet be, nikare 10 dk li vê qenalê temaşe bike. elbet behsa nûçe û rêzefilmên di derbarê kurdan de dikim. bi salan e dijî pkkê dezenformasyonekî qirêj dimeşînin. weke mînak, carekê wêneyek ji şanoya qandîlê standibûn û gotibûn ev ayîna zerdeştiyê ye.

temaşekirina vê qenalê bo baweriya we ya îslamê qet ne baş e ez ji we re bêjim. ger hûn demekê dirêj lê guhdar bibin, hûn dikarin bi tevahî ji dînê xwe derkevin. haj xwe hebin ..



06.01.2014 00:06 | brusk56

6. televîzyona ku ji bo filistîniyan gotiye terorîst: http://www.takvim.com.tr/webtv/video-haber/video/stvnin-israil-aski



15.03.2014 17:48 | simurg56

7. qenalokek aîdê fetoş e.

dijminê sondxwarî a kurdan e. di rêzefilmên xwe de, heqeret nemaye ku ji kurdan û pkkê re nekirî .



16.03.2014 00:06 | brusk56

8. ecêb e lê kurd gelekî darî rêzefîlmên vê kanalê dikin..

ez naxwazim bibim aziz nesinê kurd lê bi telaq her gava ku ez çav bi kurdên darî rêzefîlmên vê kanalê dikin dikevim hemû hêviyên min ê derheqê kurdîtî û kurdistanê de têk diçin, wek kesekî ku lîse di kolêja cemaetê de xwendî dikarim bêjim ha te darî pornoya diya xwe kiriye û ha te darî rêzefîlmên vê kanalê kiriye..

yanî tu bêjî erê fikr û siyaseta rêzefîlman ne li gorî siyaseta min e lê kalîteya wan baş e û mirov dikişîne xwe, na ew jî nîne, yanî skecên ku dema em zarok me di mektebê de çêdikirin jî j van rêzefîlman bikalÎtetir bûn.



16.03.2014 01:34 | endazer

9. qenala televizyonê ya fethulşeytanok efendî ye. îro akpyîyan êrîşê bînaya wan Û xebatkarê wan kirine. flamaya stvê daxistine û li dêla wê ala fîlîstînê daleqandine. xwezî bikutana wan belkî dilê me hinekî rehet bibûya.

http://www.samanyoluhaber.com/web-tv/akpliler-samanyolu-binasina-girmeye-kalkti-acik-provokasyon-7995-video-haberi/?kegmpldezynhojjs



16.03.2014 10:55 | oxir

10. têkçûyî ye.

berê dema li odeyên nexwean digeriyam, min didît ku ji nivî nexweşan zêdetir li vê qenalê temaşe dikin. min nexwesta jî bala min dikişand.

lê êdî zêde nabînim. xuya ye reytînga wan gelek ketiye. xwedê kêmtir jî bike.



09.07.2014 18:25 | simurg56

11. sedemên berbiçav a têkçuna vê qenalê heye;

(bnr: cemaat vs akp)



09.07.2014 20:59 | azadixwaz

12. qenala ku bername û rêzefilmên xwe daye sekinandin. vaye demek e dibêjin em nikarin reklam bistînin felan. niha jî bernameyên xwe sekinandine û heftiyekî betlane dane xebatkarên xwe. înşallah ber bi girtinê ve ye.

hê hê dilê min dimîne we ! kafirên gew. we hindik propagandaye reş ya pkkê kiriye bi bikaranîna îslamê. herin wê qenalê bi yên têde ne bişewitînin dilê min namîne wan kafiran..



05.11.2015 14:13 | brusk56

13. ez dikarim ji we re sond bixum, li almanya di hin malên êzîdî de min dît rêzefilimên samanyolu tv temaşe dikin. de îcar ne ez tiştekî jê fam dikim, ne jî pîrka min jê fam dike. yanî dimîne kî? nifşa dê û bavê min. wan jî serê xwe bi van rêzefîlman xwariye. tesîrek pîs li ser şexsiyet heye, ez vê yekê baş dibînim.

îcar eger li xerîbiya almanyayê di malek êzîdî de rêzefîlmê tirkî di rewşa malê de birî, de îcar wê çaxê di malê kurdên misilman li nava tirkiyê û tirka de dê çawa be??? şemsê êzdiyano, me ji vê qeda û belayê bisitirîne, amîn



05.11.2015 17:37 | hola êzîda

14. Qanalak çi wext nave wî dibinim , tirsê mine zaroktîye tîne bîramin. (bnr: büyük buluşma)



05.11.2015 20:08 | xemgin

15. piştî qedera bugun tv û kanalturkê pêşêroja wê ne baş xuya dike.



06.11.2015 02:49 | xulamê mîr

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» samanyolu tv

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî