Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 32 peyam
em çima di tirşikê de binîvîsin - tirşik
em çima di tirşikê de binîvîsin
(16) (0) (23)
di mijarê de bigere

1. pirseke, ez bawer dikim ku gelek bersivên wê hene. bona pêşxistina tirşikê, divê her nivîskar li gorî xwe bersivekê bibîne.

ji bo min; kêrî hînbûn û nivîsandina kurdî tê. ez dibînim ku roj bi roj kurdî a min peş de diçe. ji bilî wê, tirşikê misyoneke girîng girtîye li ser xwe, lewma divê em alîkar bibin ku tirşik berdewamî û serkeftî be.



2014.01.07-13:09 | nazim tolhildan

2. pirsa ku ez wisa dibersivînim ;

ji ber ku tirsik.net ji bo pêşxistina zimanê kurdî derfetek gelek baş e. ji hê niha bû çavkaniyek. li alê din, şûna em bi zimaneke din, li platformên weke facebook û twitterê de lotikan biavêjin û gûftûgo bikin, em di tirşikê de bi kurdî vê yekê dikin, him berhemek derdikeve holê him jî zimanê me pêşve diçe.



2014.01.07-13:32 | brusk56

3. ji ber ku em kurdin ! her gel bi çanda xwe bi biwêja xwe gel e.ji bo vê gelek giring e nivisandina di tirsikêde.em sibê heya êvarê bibêjî em kurdî em kurdistanê dixwazî jî nabe.ji bo ku em weke kurd rojeva xwe diyar bikî ev gelek giring e.bi nivisandina tirki em tu car nikarî rojevê diyar bikî emê her tim bibî duvrupa rojeva tirkan.



2014.01.07-13:34 | feqiyêteyran

4. mirov dikare di çend xalan de bibersivîne;

a yekem ji ber ku em kurd in.. niha dibe ku yekî/ê derkeve bibêje ku li gor vê bersivê divê kurd hemû werin û binivîsîn. na kekêcan qesta min ne ew e gava ku te dît li cem te kesî/ê kurdîzan heye ger ku tu bi wî/ê kesî/ê re bi tirkî bipeyivî tu nexweş î.. ev her du rewş dişibin hevudu eger tu înternetê bi kar bînî û derfeta ta ya kurdî xwendin û nivîsandin hebe û tu cardin emelên bi tirkî bikî tu dîsa nexweş î. ez tirşikê wek şans dibînim

a duyem ji bo pêşxistina zimanê kurdî. ziman ne tenê ji ferhengê pêk tê ger ku ziman neyê xebitandin dixisire dimire ji ber ku ziman astatîk e çiqas were xebitandin ewqas pêşvê diçe

a sêyem ji ber ku platformek azad e. ne girêdayî rêxistineke ye lewma tu dikari bêtirs û bê'ecizî binivîsî ev pirr pirr girîng e. dema ku hevalê te yê jidil jî xwe wek nûnerê rêxistineke bibîne tu nikarî bi wî re jî bipeyivi

a çarem ji ber ku tu dikarî bi kurdî binivîsî û bixwînî ger ku ji destê te ji bo vî zimanî reben tiştek bê û tu nekî tu dîsa nexweş î

a pêncen pêşvebirina zimanê xwe ango ne tenê ji bo kurdî û kurdistanê ji bo xwe jî divê bixebitî

a şeşem ji bo ku bikaribî bi kurdî xembar bibî û bikenî*)))



2014.01.22-23:14 | ferhenga şikestî

5. qandê ku ma tirshik virazî ma yê nusenê, ez pê hesîyaya ku tirshika shima bêtahm a embazêno, çimkî tede kes bi dimliya delal nênuseno û mi washt ku tahm eza biresê hawara shima û tayn tahmê ci weş bikera. De hayde ma heminan rê afîyet û şeker bo brayêno:-)



2014.01.23-21:23 | prode_pasha_chinyo!


7. Gelek sedem henin lê dixwazim bi kurtasî yên herî sereke rave bikim;
1- Bona ku komek mirovê xwedîyê hin hevpariyan (ziman, dîrok, êş, erdnigarî) bikaribin xwe wekî civakekî birêxistin bikin divê derfetên hevdu nasînê hebin. Bi sewa tirşikê em dikarin di derheqa gelek mijaran de xwe rave bikin û raveyên mirovên din bixwînin.
2- Dema mirov xwe bi awayekî polîtik an jî hestiyarî li ser navekî pênase dike (w.m: ez Kurd im, ez vegan im, ez budist im felan) mirov dixwaze ku li ser hişmendî û jiyana mirovên din yên xwe li ser heman nasnameyê pênese dikin, bandor bike. Bi sewa Tirşikê ez dikarim fîlmên, pirtûkên, muzika ez bawer dikim ku dê li ser hişmendîya mirovên din jî bi awayekî erênî bandor bikin (helbet ev erênîbûna li gorî îdeolojiya min xwe şêwaz digire) parve bikim.
3- Gotineka pir klîşe heye; dibên ziman zindî ye. Bi min wateya vê ew e ku heya tu zimanekî di gelek formasyonên curbecur de bi kar neynî, ew zimana pêşiyê genî dibe paşê jî hişk dibe diçe. Bi sewa Tirşikê em dikarin zimanê kurdî di gelek formasyonên cuda de bi kar bibînin û ji nivîsên mirovên din fêr bibin.
4- (ez sedemeka pir takekasî ye) Min heya niha keda xwe da hin ferhengên bi zimanê dagirkeran, her çi qasî ziman bi tenê alafa ravekirina fikrê be jî êdî dixwazim keda xwe bidim cimaeta kurdîaxêf, kurdînûs.



2018.03.10-18:16 ~18:20]| jifêzagorda

8. Berê min digot gelo ev ferhengên interaktif bi kêrê dihê. Piştre ez tevlî tirsik.net bûm û min dît ku agahdariyên pir hene û ji bipêşxistina kurdî cihekî taybet e. Li gor min nivîskarên tirşikê hemû jî hêja ne. Gelek Zanyar in.
Ez çima li vir dinivîsim ji ber ku ji bo zanyariya kurdî û bipêşxistina Kurdiya akademîk (birastî jî akademîk) cihekî cihêreng e.
Divê em li vir binivîsin da ku wê rojekê dibe ku agahdariyên li vir bibe bingeha hin xebatan jî.



2019.11.26-23:38 | hesinkar

9. Ji ber ku êdî tu platformek medyaya Civakî bikarnaynim(Twitter, Instagram) û naxwazim ji Kurdan ji dûr bikevim(lê zêde nekevim têkiliyê jî * )



2019.11.26-23:42 | seryasêdilşûşe

10. ji ber ku a li vir tê nivîsandin wenda nabe.
weke mÎnak ev sernivîs beriya hema bêja 6 salan hatiye vekirin û 6 peyamên serî de wê demê hatiye nivîsandin. em aniha hemûyan dibînin û dixwînin.

lê ew tişta te ya li twitter an jî facebook'ê nivîsandî, tu dikarî aniha bibînî. an jî ji aliyê tu kesî ve tê xwendin gelo ?

aha ji ber vê, li vir nivîsandin baş e.



2019.11.26-23:50 | brusk56

11. ji Tirşikê baştir tu kes nizane kul û derdan guhdarî bike!



2019.11.26-23:58 | gulêê

12. Xwedê ji me standiye.*



2019.11.27-00:36 | xelîl

13. Ji ber ku ya me ye.



2019.11.27-00:45 | kajav

14. Pirsa ku doh hevalek ji min re pirsî û min jî wekî li jor hatiye gotin bersiva "Çimkî ya me ye" da.



2019.11.27-02:32 | biaqila malê

15. Ji bo stress avêtin başe û mîna terapî ye.



2019.11.30-21:06 | umed

16. Bona ku piçekî kela dilê me dayne da ku em jî bejin me dilê xwe tê da rehet kir.



2020.04.22-23:33 ~23:34]| bûtîmar

17. ji bo ku bila çavkaniyek bi bingeh bo zarokên me çêbibe! Em niha fêhma vî yekê nakin lê milyonan kes wê pêşerojek nîz de bi kurdiya latînî binvîse û bixwîne.Tirşik ew dem wê bibe çavkaniyek bê dawî bo her tiştî.



2020.04.23-01:05 ~01:05]| brzn

18. ji bo di pêşerojê de zarokê min an jî neviyê min nebêjê min; zarokên xelkê diçin marsê lê hûn hê nizanin bi zimanê xwe bijîn ಠ_ಠ



2021.04.28-01:10 | merwano

19. Ji bo nevîyên min î siberojê wek gûra baz nedin min û tif li ser çavên min nekin. Li hemberî pîrika xwe yî zimanhez, netewperwer bi rûmetî rabin, û xwe ji rêya wê qût nekin. Bejna xwe bi tevger û xebatên wê bilind bikin.



2021.04.28-02:33 | pîroz

22. ji bo çavkaniyekî kurdî ava bibe û kesên ku xwestin derbarê tiştekî de li ser google û bi kurdî bigere bi hêsanî xwe bigihîne wî tiştê.



2021.04.28-10:52 | brzn

23. dixwazim ku zimanê kurdî her alîyê medyaya civakî û nav civakêda bibe normal û warê nivîsandin



2021.04.28-11:28 ~11:28]| doesntmatter

24. Pirseke xweş e. Gelek bersivên wê hene û mirov kare bi saetan bibersivîne. Lê belê bersivên sereke mirov kare weha rêz bike.

-ji bo çavkaniyeke kurdî ava bibe. Di derbarê hemû tiştan de hama çi hat bîra we. Weke mînak kesek bixwaze şerê kobanî yê 7 sal berê lêkolîn bike, kare bi dilrehetî di tirşikê de lêkolîn bike. Lewra di tirşikê de roj bi roj di derbarê kobanî de agahî ji aliye nivîskarên cûda de hatine dayîn.

(bnr: kobanî)

- ji bo kurd devokên hev nas bikin. Di tirşikê gelek nivîskarên ji heremên cûda hene. Bi saya serê tirşikê kurd hevdû dinasin û devok nêzî hev dibin. Yekî ku di tirşikê de demekî aktîf binivîse û bixwîne, ez karim garantiya wî bidim ku dê kurdiya wî gelekî pêş bikeve.

- ji bo arşîveke kurdî ava bibe. Wekî tê zanîn em ne xwedî dewlet in. Saziyên me yê fermî jî tune ne. Ger piştî çend sala em meraq bkkin bê ka rewşa kurda ya niza kengî çawa bû, dezgeheke ku serî li arşîva wê bidin tune ye. Ha di vê xalê de tirşik erka arşîvbûyinê jî dibîne. Ji roja ava bûye (2013) û heya niha sal bi sal rewşa kurda dide guyakirin.

-ji bo nêvengek kurdî ava bibe. Wekî ku tê zanîn êdî dema li ser înternetê tê bihurandin, ji ya reel bêhtir bûye. Loma jî divê bo kurda cihekî ku kurdewarî dem lê bihurîne û bi temamî kirdî divê. Dîsa di vê xala girîng de tirşik dikeve vedorê û vê valahiya gewre tije dike. Tirşik hem cihekî ku mirov kare lêkolînan tê de bike û hem jî mirov kare weke medya sosyal fikr û nêrînên xwe parve bike.( di nav sînorên meşrû yê formatê de)

(bnr: formata tirşikê)

.
.
.
.



2021.05.01-16:11 | tîrêj zana 21

25. gotineke pêşîyên tirkan heye: gotin difire nivîs dimîne.

eger twitter/facebook û hwd. gotin bin, tirşik nivîs e. bi rêk û pêk e, her tişt li cihê xwe mayînde ye: îro binivîse, bila piştî 10 salan jî hinek werin bixwînin û rehmet ji dê û bavên we re bixwazin.



2021.05.01-21:01 | simurg56

26. tirşik ev cih e ku meriv piştî demekê vedigere peyamên xwe yên kevin dinêre û dibîne ku çiqas guheriye him bi ramanî him jî di warê nivîsandinê de. dibistan e û ji aliyekî din ve dîrok e.



2021.05.01-21:11 | xelîl

27. Ji ber ku yekbûna kurdan dixwazim. Vira wekî qada newrozê yi. dora xwe dinerim
û her tim kurdên zimanhez û welatperwer dibînim. Bila agirê newrozê tirşika me germ bike (✿^‿^) kengî hejmara tirşikvanên girêdayî ji sedî derbas bike wê çax ez ê bibêjim erê kurdê me êdî ne kurdên berê ni.



2021.05.01-21:22 | lewendî

29. (bnr: em çima di tirşikê de nanivîsîn)



2021.06.14-22:00 | heval.js

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
kurdên herî navdar [1]
kurdên ku ti xêra wan negihaye gelê kurd. dema mirov navên wan rêz bi ...
dodo [1]
cureyê çivîka ye ku di sala 1690an de celeba wan winda bûye. (wêne:...
kurdên herî navdar [1]
(bnr: nusret) xwedîyê nusret steak house ê ye. (bnr: hamdi ulukaya) x...
kurdên herî navdar [1]
lîsteya ku min ser vê hinek fikrîm. 1. (bnr: selahaddîn eyy...
şerê navbera ermenistan û azerbaycanê [1]
Ermenistan bêxwedî maye. Nizanim ew ên çawa wê rewşa xirab derbas biki...
belki ev jî bala te bikişînin
» çima ez ecem im
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî