Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
em çima di tirşikê de binîvîsin - tirşik
em çima di tirşikê de binîvîsin
(19) (0) (2)
di mijarê de bigere

19. ji bo çavkaniyekî kurdî ava bibe û kesên ku xwestin derbarê tiştekî de li ser google û bi kurdî bigere bi hêsanî xwe bigihîne wî tiştê.



28.04.2021 10:52 | brzn

20. dixwazim ku zimanê kurdî her alîyê medyaya civakî û nav civakêda bibe normal û warê nivîsandin



28.04.2021 11:28 ~11:28 | doesntmatter

21. Pirseke xweş e. Gelek bersivên wê hene û mirov kare bi saetan bibersivîne. Lê belê bersivên sereke mirov kare weha rêz bike.

-ji bo çavkaniyeke kurdî ava bibe. Di derbarê hemû tiştan de hama çi hat bîra we. Weke mînak kesek bixwaze şerê kobanî yê 7 sal berê lêkolîn bike, kare bi dilrehetî di tirşikê de lêkolîn bike. Lewra di tirşikê de roj bi roj di derbarê kobanî de agahî ji aliye nivîskarên cûda de hatine dayîn.

(bnr: kobanî)

- ji bo kurd devokên hev nas bikin. Di tirşikê gelek nivîskarên ji heremên cûda hene. Bi saya serê tirşikê kurd hevdû dinasin û devok nêzî hev dibin. Yekî ku di tirşikê de demekî aktîf binivîse û bixwîne, ez karim garantiya wî bidim ku dê kurdiya wî gelekî pêş bikeve.

- ji bo arşîveke kurdî ava bibe. Wekî tê zanîn em ne xwedî dewlet in. Saziyên me yê fermî jî tune ne. Ger piştî çend sala em meraq bkkin bê ka rewşa kurda ya niza kengî çawa bû, dezgeheke ku serî li arşîva wê bidin tune ye. Ha di vê xalê de tirşik erka arşîvbûyinê jî dibîne. Ji roja ava bûye (2013) û heya niha sal bi sal rewşa kurda dide guyakirin.

-ji bo nêvengek kurdî ava bibe. Wekî ku tê zanîn êdî dema li ser înternetê tê bihurandin, ji ya reel bêhtir bûye. Loma jî divê bo kurda cihekî ku kurdewarî dem lê bihurîne û bi temamî kirdî divê. Dîsa di vê xala girîng de tirşik dikeve vedorê û vê valahiya gewre tije dike. Tirşik hem cihekî ku mirov kare lêkolînan tê de bike û hem jî mirov kare weke medya sosyal fikr û nêrînên xwe parve bike.( di nav sînorên meşrû yê formatê de)

(bnr: formata tirşikê)

.
.
.
.



01.05.2021 16:11 | tîrêj zana 21

22. gotineke heye: gotin difire nivîs dimîne.

eger twitter/facebook û hwd. gotin bin, tirşik nivîs e. bi rêk û pêk e, her tişt li cihê xwe mayînde ye: îro binivîse, bila piştî 10 salan jî hinek werin bixwînin û rehmet ji dê û bavên we re bixwazin.



01.05.2021 21:01 ~2022.09.11 20:13 | simurg56

23. tirşik ev cih e ku meriv piştî demekê vedigere peyamên xwe yên kevin dinêre û dibîne ku çiqas guheriye him bi ramanî him jî di warê nivîsandinê de. dibistan e û ji aliyekî din ve dîrok e.



01.05.2021 21:11 | xelîl

24. (bnr: em çima di tirşikê de nanivîsîn)



14.06.2021 22:00 | heval.js


26. Mijara ku îro ji bo lêvegerîna nivîskarên berê hatîye vejandin. Yaw nihaka dev ji ên çûyî berdin û li ber xwe binerin. Nivîskarên nihaka çalak in jî nema wek berê dinivîsin heta @js ê reben xwe ji tirşikê daye alî, deng jê nayê. Di van rojên tarî û nexweş, mero heta ji bo doma jiyanê hêzê bi zehmetî dibîne û ka ê çilo were dê tirşikê de binivîse?!



26.01.2022 23:04 | pîroz

27. Hevoka ku wek pirsekê bihata famkirin, çomezekî amedî yê tirşikê yê nû ji bişavtinê vegeriyayî dê vê yekê bi hêrs bibersivanda û xwedî li tirşikê û nivîskarîyê derketa: "ma ne yapax, göttimizî vêrax?" (ma em çi bikin, em qûna xwe bidin?)



02.09.2023 21:00 ~2023.09.04 00:58 | mirovekirind

28. Jiber ku wext diherike û zeman derbas dibe. çend sal paşê gava tey û peyamên xwe li wir dibinî kêfxweş dibî. Li ser malpêrên din ew hîs çênabe.



04.09.2023 15:52 | cinorek

29. ev der qada kurdî ye û dibê hûn jî li vir binivîsin .



05.09.2023 01:50 | pirtûkhez

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çima ertoşî govendê de çep diçin
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî