Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
pençeşêr - tirşik
pençeşêr
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nexweşîya kanserê ye.başurî ji bo wê dibêjin şêrpençe



09.01.2014 20:08 | feqiyêteyran

2. nexweşiya ku heke di evreya 4emîn de bê û bi nasek me re hebê, dibe sedema du hestan.

ya yekem; dilfirehî ye ku xwediyê nexweşiyê wê çaxek kurt de ji ezeb û eziyetê xilas bibe,

ya duyem jî dilxemgînî ye ku xwediyê nexweşiyê diçe û li pey xwe zar û zÊç, cil û berg, dê û bav, hevser û kulfet, çi hiştibe her roj emê bi hev re bijîn.



10.05.2014 04:06 | kevçiyê dil

3. li ser wê nexweşiye bijîşk gelek xebatan dikin. parastina yekemin derzî ye. ya dûyemin programên nexweşîyê înin ser holê. eger ew nexweşî mirov girtibe li gorî curên pençşêrê tedawiya we heye.



10.05.2014 05:14 | argeşbotan

4. nexweşiya ku ji bé kontrol zédebûna zidebûna şanikan pék té û dema ku destpédike çareseriya wé zor dibe û gelek caran jî ne gengaze



10.05.2014 11:30 | renas

5. ev nexweşî gelekî zor e, ji ber ku ez di demeke nêz de li polîkilînîka pençeşêrê derketim stajê ez zanim bê çewa ye. gelek kes şixo bi dêruniya nexweşiyê diçin, û ew kemoterapiya ku distînin malikê li wan xera dike. lê belê gelek kes jî hene ku bi awayekî bi serketine. roj bi roj jî cureyên vê nexweşiyê zêde dibin



10.05.2014 14:13 | siyajîn

6. nexweşiya ku mirov êdî nikare bêje ku bêderman e.

erê di hinek cûreyên vê nexweşiyê de, encam qet ne baş in lê hinekan de jî, nexweşî ji laşê mirov bi tevahî xelas dibe. weke mînak di hodgkin lenfoma û non-hodgkin lenfomayê de encamên tedawiyan gelek baş e. û di hinek cûreyan de ger kansêr metaztaz nekiribe yanê bilav nebûbe, bi operasyonên nişdarî, mirov dikare ji nexweşiyê xelas bibe.



11.05.2014 00:13 | brusk56

7. nexweşiya hema bêj nîvê nexweşên ku li nexweşxaneyan radizin. mixabin her ku diçe zêde dibe. sedem ne yek ne dido ye lê em dikarin bêjin sedema bingehîn teknolojî ye.çi tiştek ecêb e ku tedawiya vê nexweşiyê jî encax bi riyên teknolojiyê çêdibe.



11.05.2014 16:10 | simurg56

8. Nexweşîyên ku bixêra biogenetîk û farmogenetîkê wê ji enfeksiyonê hesanîtir werên tedavîkirin. Û ji wê demê re hindik maye.

Îda mirovên wî wextî wê ecêbmayî bin. " Feqîrên bav û kalên me ji ber qensêran dimirin. "

Pêşî nexweşiya apandîsîtê bêderman bû. Hemû nexweş dimirin.
Enfeksiyon jî gelek caran bêderman bû.
Lê niha ev nexweşîyan zehf hesanî têne dermankirin.
Pençeşêr jî wê wisa bibê.



14.05.2018 00:34 ~00:35 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pençeşêr

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî