1. rêzefillma ku kurdiya wî leystokên ji bo text e.wek ji navê wê jî tê fahm kirin ku behsa şerên ji bo destxistina textê dike.serîde li amerîcayê,li her derê cîhanê gelek temaşevanên vê rêzefîlmê heye.sala 2013 ande sezona 3 qediya.tê gotin ku sezona 4 emîn wê 31 adar 2014 ê dest pê dike.heta wê rojê ez u temaşevanên din emê bi meraq li benda wê bin. |
|
10.01.2014 09:45 |
feqiyêteyran
![]() |
2. aniha min li ser rupela wan ya facebookê dît ku wê sezona 4 emîn 6ê avrêlê dest pê bike. |
|
10.01.2014 09:46 |
feqiyêteyran
![]() |
3. li gorî min, xêzefîlm a mezina ye. 3 sezone ez temaşe dikim lê ti tiştek ji min zêde nekir. |
|
11.01.2014 11:38 |
nazim tolhildan
![]() |
4. rêzefîlma ku berî çend salan min sezona wê ya yekemîn temaşe kiribû paşê ji ber sedemên ne têkildarî fîlmê, min dev jê berda. |
|
08.02.2014 14:44 |
simurg56
![]() |
5. rêzefîlma ku dê sibê beşeke wê ya nû were weşandin. ka em binêrin wê kê heyf û tola mîrên bakurê bistîne. |
|
06.04.2014 09:09 |
oxir
![]() |
6. bi rastÎ rÊzefilmek herÎ serkeftÎye. hun mÊze nekin misilmana ra erotÎzma wÎ jÎ gelek licihe. lÊ raste ji bo ku ensestÎ dihewÎne mirov hinkÎ aciz dibe lÊ ev jÎ ji bo realÎzmÊ karÊkÎ başe. |
|
06.04.2014 16:24 |
hun çawane heval:)))))))
![]() |
7. piştî nîv saetekê mirov dikare li cnbc-e'yê bi binnivîsa tirkî lê temaşe bike. |
|
07.04.2014 21:38 |
oxir
![]() |
8. rêzefîlma ku min vêga jê beşa 4/2 temaşe kir. |
|
15.04.2014 23:49 |
oxir
![]() |
9. min ê duhê temaşeyê wê rezêfilmê kirin. bi qasê ku ji çar episodan min pê derxist, bi erotîzme xwe yê estetîk ve tam jî ji bo xerakirina nêta ye. ji bilî vê, bi ya min, ne heja ye ku yekî lê temaşe bike. |
|
28.04.2014 19:02 |
ervah.azad
![]() |
10. (bnr: kill the masters) |
|
28.04.2014 19:30 |
yoda
![]() |
11. rêzafîlma ku bi dîtina mijara wê kêfxweş bûm. lewra ji bîra min çûbû ku dê îşev jê rêzeke nû were weşandin |
|
28.04.2014 21:14 |
oxir
![]() |
12. her duşem ez bÎr dikim Îro game of thrones heye. paşE internetÊ rasttÊm mijarÊ game of thrones dereng sÊr dikim. |
|
12.05.2014 21:54 |
serhıldan jiyane
![]() |
13. (bnr: her bijî tyrion lannister) |
|
12.05.2014 23:36 |
yoda
![]() |
14. (bnr: they can live in my new world or die in their old one) |
|
19.05.2014 12:29 |
darthvader
![]() |
15. rÊzefilma ku çend sala li ser ekranÊ ye lê ji ber pêşdaraziyên min î derbarê çanda populer de min qet guhê xwe nedaye kanî çi tişt e... lê piştî ew qas pêsnan êdî min nû dest pê temaşekirina wê kiriye lê di nava du heftê de ji sezona ewilîn û vir de aniha hatime sezona sêyem belkî nav rojekê hema bêje min sê an jî çar epîzod ser hev temaşe dikir, ew qas xweş mirov pê re dibe... |
|
19.05.2014 13:19 |
elomelo
![]() |
16. rêzefîlma ku do bişev rêzeke nû jê hate weşandin û rêza nû dê piştî 2 hefteyan bê weşandin. |
|
20.05.2014 03:42 |
oxir
![]() |
17. rêzefilma min nû destpê kirî, ji xwe ezê nekarim deh rojan zêdetir guhdarî bikim lê beşên pêşîn ên sezona pêşîn nabe sedem ku dev jê berdim. ne ewqas bêhempa be jî kêrî guhdarîkirinê tê. ya li min seyr hatî ew e ku 9.5 puan ji imdbê standiye, bawerim beşên pêş de wê gelek baştir be. |
|
03.09.2014 00:13 |
azadixwaz
![]() |
18. rêzefîlma ku lîstikvanên pêşeng zêde najîn û di şûna wan de hin ên din dikevin cihê wan. bi vî awayî fîlm hergav xwe diguhrîne |
|
03.09.2014 09:09 |
renas
![]() |
![]() |
çîyayên hîndûkuj [1] |
![]() |
serdestkirina çandeke li ber mirinê çawa pêkan e?? [1] |
![]() |
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [1] |
![]() |
mirin [1] |
![]() |
christopher nolan [1] |