Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
game of thrones - tirşik
game of thrones
(20) (2) (4)
di mijarê de bigere

19. rêzefilma min wexteke kinde sê sezonên wê xilas kirî û dest bi ya çaremîn kirî. ne xerab e, heta baş e jî lê ne bawer im ku heq bike ji imdbê 9.5/10 bistîne.

tişteke seyr e ku yek rabe ji xwe re dinyayeke xeyalî biafirîne, têde lîstik û şeran çêke û hemu dinya lê guhdarî bike. wileh helal be ji zilaman re. destê wan sax be.



12.09.2014 21:12 | azadixwaz

20. rêzefilma ez hatim dawiya wê. xwedê ji yê çêkirî razî be, baş bu, wext borand. weke din kesek heye bizane ka sezona pêncemîn kengê desptê dike.



22.09.2014 20:55 | azadixwaz

21. rêzefîlma ku li gorî imdbyê wê beşa yekemîn ya sezona 5emîn, di nîsana sala 2015an de were weşandin;

http://www.imdb.com/title/tt0944947/episodes?season=5&ref_=tt_eps_sn_5



22.09.2014 21:03 | simurg56

22. rêzefîlma ku ji ber ku min heta anha temaşe nekiriye poşman bûme.. dibe ku di dîroka rêzefîlman de tiştek ewqas xweş û rind çênebû be.. listikvanên ji bo karakterên wî jî xweş bijartine..

serkeftin!!



(bnr: tyrion lannister)

(bnr: ygritte)



15.12.2014 20:10 ~2015.05.04 01:10 | rûbar payîz

23. --- spoiler ---



ax ygritte wax ygritte..

ji bo şoreşê can da, can ygritte..

te kekê snow jî perîşan kir

tu cahil bû, bi rengê dinyayê xapiya, hey ygritte..



--- spoiler ---



04.01.2015 19:10 | rûbar payîz

24.

--- spoiler ---



oberyn merxasekî ji dornê bû..

xwa wî hatibû qetilkirin, bihêrs bû..

dixwest, tola xwe hilde ji zulmkaran

lê nebû, bextreşî wî berneda bû..



--- spoiler ---



04.01.2015 19:47 | rûbar payîz

25. -------- spoiler ---------



li hêlikên tyrîon lannester qasê wî ne.



--------spoiler ----------





05.01.2015 06:06 | endazyar

26. rêzefîlmeke biyanî ye.

di ev rêzefîlma de yan hevdû dikujin yan jî li hev siwar tên .



05.01.2015 20:39 | medê

27. şikir ji xwedê re wê 12ê mehê dîsa destpê bike. ser xêrê li hemu dinyayê.



07.04.2015 22:28 | azadixwaz

28. (bnr: valar morghulis) ((: Here lînkê



07.04.2015 22:40 ~22:49 | yoda

29. Rêzefilma min hê jî beşên sezona dawî temaşe nekirî, li min biborin, poşman im. Ya rast plana min ew bu ez ji serî destpê bikim, lê nebu. Loma ev beşên nû jî man li wir, bê xwey... Hinekî jî dil nahêlim guhdarî bikim, ya rast.



08.07.2015 00:49 | azadixwaz

30. Rêzefilma min ji dil nehiştinê guhdarî sezona dawî nekirî. Beriya du-sê rojan min xwest ez guhdarî bikim. Sax be ji ber komputera min a jiyan li min herimandî; toshiba w30dt-a-104 min nekarî guhdarî bikim. Serî de min utorrent daxist, dû re ji zamunda.net game of thrones. Helbet evqas eziyet ne bes bu, min ji divxplanet binnivîs daxist. Min ceriband ku ji maxezaya komputerê bernameyekê daxim lê helbet nebu, dû re bi xeletî winamp û paşê jî winzip. Paşê min dît ku bi bernameya vîdeo-lêxistinê ya komputera min a hêja mu nikare binnivîs bikar bîne. Heta wê demê bubu nivê şevê û min dev jê berda. Heta careke din înşileh.



06.09.2015 16:23 ~16:24 | azadixwaz

31. rêzefilma wê sezona wê ya şeşemîn weke hatî plankirî di 24 avrêl 2016ande destpê bike lê pirtuka li gorî wê tê çêkirin wê dereng bikeve loma pêşeroja wê ne gelek aşkere ye. pirtuka şeşemîn, "bayê zivistanê" wê dereng were weşandin ji ber ku negihaye. ser xêrê.



09.01.2016 23:14 | azadixwaz

32. xwedeyo! em kî hez kirin, ew hat kuştin.



(bnr: *spoiler**spoiler**spoiler**spoiler**spoiler*)

tiştê nemayî hat serê malbata stark.

ned stark û robb stark; em wan hez kirin lê jon snowê reben! martîno, mala te avayo!



lê divê em heqê wî bidin, li hemberî wî sê guremêr, * stûşkestno yên lannisterê bav ji aliyê layê xwe yê tyrion lannister hat kuştin û joffrey baratheonê pîç jî tyrellê dapîr û baleshê xayîn ve hat jehr kirin. çûkên berz heqê me li cem cercei lannistera bênamûs nehiştin, ew çi kefaret bû law min ez fedî kir. boltonê pîç î sadîst û pîskopat theon greyjoy kir kuçikê xwe ya rastîn û dilê me rehet kir, li ser wê tew piştî demek êdî dilê me pê şewitî.



anuha ma mîzgîna mirinên boltonê bav û pîçê wî, Alliser Thorneê çavqûnde, jina porsor î qehpika xwedayê ronahiyê û cerceiê. erê heger min ew naskir, cercei, ewê devê wan zilamên xwedayên heftan birî ewê wan mîna gêrîkên bin niga bieciqîne. piştî heyfa xwe ya derewîn hildê, ew jî bê kuştin ewê baş bibe. yan na sansa starkê bin destê boltonê sadîst, êşkenceyên zêdetir ji destê wê bibîne. ji xwe ew û theon xwe ji bircê avêt. hêviya min ji senarîstan sax dernekevin. tiştên nedîtî û nebihîstî hat serên wan. erê theonê xayin heq kir lê sansa jî ne li gorî serdema wê çîrokê ye. hîn jî safik e. îmana min jê çû.



berî bimire ew şeytana porsorê alî jon kir, kir. an na nizanim wê jon ji wan derbeyan çawa bifilite. khaleesiya min a delal jî, çu ser drogon û ez dibêjim çûn li ser khalasar. ji xwe khalasariyan wê surgin kiribûn. wê çawa be. mere nikare bêje, tiştekî nayê serê wê. (hela piştî sehneya kuştina jonê ti carî fikrekî wanî naye bîra mere.) lê dibe ku piştî serkeftinên wê ya li kendava xulaman wê teqîp bikin.



arya starka min a şêrîn! te çer kir berxika min! anuha bi kwîrî tu kêfxweştir e ma! wê jî hel bibe, lê ez dibêjim heta dawiya sezona 6an em wê wekî berê nikarin bibînin.



vê sezonê bran rê nedan û ev nêzîkî du sezon e jî rickon wendabû çû bi wê jinaka kovî. çi difikirin ev nivîskar û senarîstan nizanim! ka hela!

(bnr: *spoiler**spoiler**spoiler**spoiler**spoiler*)



23.01.2016 04:04 ~04:07 | biruya hayao miyazaki

33. Filmek xweş e. Lê hemû leheng tên kuştin. Erotîzmek balkêş jî gelek cihan de rastê meriv tê.



22.06.2016 15:05 ~21:54 | dizek

34. piştî s06.b08ê meriv li benda beşekê xweş disekine û li gorî nivîs û şîroveyên înternetê beşa 9. hêviya min gur dibe.

medît: û gelî fanboyên got*ê, heger hun jî rihetî û oxweşiya nêredelfînan dixwazin ji vê beşê kêm nebin. *


- *****xalîseya me ya ejdeha-perwer î rizgarker dê devê wan efendiyên kevn ên kendava xulaman çawa birrî? va têne şervanên wêrek ên khalasar... *
- cercei ya xwînheram î gungiranê, ligel layê xwe ya şah î diltirs î bawermenda heft xwedayan, gelo dê çawa tolên xwe ji wan olperestên hizbulheftan rake?
- sedema wîntir kamîn, white walkers gelo dê dest bi êrîşê bikin ya na? ya bran? bran dê çawa alî xelkê bike gelo?
- *****ecêb li navbera jon snow û boltonê heram dê şer çawa biqewime? lannisterê sirgûnkirî dê ji bo xatirê şovalyeya me ya leydiyê alî jon snow bike ya na?
- *****xweha theon greyjoyê ecêb li ku ye bi wan artêşa keştiyan?
- gelo aryaya me ya çavsor î delal dê çi bike?
-pirs pirs pirs...

edîta me dît:
pirsên bi pênç stêrkan(*****) di s0609ê de bersiva xwe birin. Bi rastî jî ev beş ya temaşekirinê ye. Geh ji bo kuştina efendiyên pozbilind û lihevhatinên khaleese û greyjoy xanim û peyvên wan ên femînizm difure û geh ji bo, ji aliyê sansa ve bi tajiyan kuştina boltonê bastard î heta hetayê, temaşekirinê dike cureyekê ejaculationê. ha wilo: Here lînkê cixareyekê?



22.06.2016 17:31 ~2017.04.19 12:03 | biruya hayao miyazaki

35. s06.b10. fînala sezonê bû û bû dawiya gelek kesan jî. rehma heft xwedayên derewîn a septê li ser wan nebe.. *




cercei tola xwe hilda ku ev çend sezon e ez li bendê bûm. sept û septon û septa û "shame" bû yek ji çîrokên dîrokê. keybanûya tommenê her çiqas kirinên cerceiê bir anî be jî li nav firnê qehirî. helbet ji bo wê û birayê wê ya hevzayendî bi ber xwe ketim, divêt wanî nebuya. lê belê xwediyê "shame"ê ya li ser cerceiê dixwend, li bin destê cerceiê ruyê me da kenê. law law... ew tommen jî rabû întihar kir û gû xwar. cercei jî rabû xwe şahbanû îlankir!



arya stark ji bîr nake! hew! lê belê nankirina ew qas layê wî bênamusê, afirîneriyekê gelek mezin bû. ji bo min jî gelek surprîz bû. *



ez dizanîbûm jon snowê min ne pîç e, ha pîçbûna wî jî ne pirsgirêk bû. dilrehmiya ned stark jî a hurmetdanê ye. rehma xwedayên wî li ser wî be. lê belê min pir tênegihişt, xweha ned ew lawik ji kê anî dinyê. ji ber tecawiza wî qewadî? *



şeytana porsor jî gunehên xwe vegot û hat suirgûnkirin. li wê kêm e lê wekî wê ji jon snow re got, gengaz e ew hewceyê alîkariya wê bin.



khaleese artêşa xwe ya behrê amade kir û aniha ewê baz de li ser şah û şahbanuyên heft keyaniyê û tyrion jî kir alîkarê xwe. helal ji te re xwakê. lê dilê min ji hezkiriyê te şewitî. evîn divêt her dem wanî be ma! fikra metresî ya wî jî divêt bihata nirxandin, hema li kêleka çepê rûnişta rindiko. *




tedît: min ned û robb tevlî hev kiriye, spas ji bo hişyariya mergehezo nançû re *



28.06.2016 00:01 ~17:11 | biruya hayao miyazaki

36. rêzefîlma ku min qet temaşe nekirîye (xîncî ew sahneyên ku medyaya civakî de têne parve kirin û yek du fragmanan) û tu car meraq jî nekirîye ye.



28.06.2016 00:30 ~00:31 | bûtîmar

37. bi van her du beşên dawî ya vê sezonê, laşê me gihîşt lûtkeya orgazmê, lê ezê çawa karibim salek li hÊviya sezona nû bisekinim:(

û bakur jibîr nake lan dêqehbno!



28.06.2016 10:52 | ferhenga şikestî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» game night

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî