Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 84 peyam
game of thrones - tirşik
game of thrones
(20) (2) (4)
di mijarê de bigere

38. Di her sezonên wê de êdî bûya adet; 8 beşên ewil vikîvala û 2 beşên dawîn têr û tije. Sezona şeşemîn jî wiha bû.


piştî bûyeran:

1. Khaleese meta jon snow e û ned stark jî xalê wî ye.

2. Îxtimaleke mezin tyrian birayê khaleese ye.

3. Textê Hesin(iron throne) dê bibe perçe perçe. Ji ber ku ji şûrên valerian hatiye çêkirin û valerian white walkersan dikuje. Khaleese dê kings landingê bi dest bixe û jon snow dê were bêje "haya we ji bayê felekê tune ye" û dê ji khaleese bixwaze ku text perçe bike.

4. Khaleese di rê de dê bi euron greyjoy re şer bike. Ji ber wê jî şerê westerosê wê hinekî dereng bikeve.

5. Jamie dê ji cercieyê aciz bibe û bi awayekî dê bibe sedem ku cercie bimire.

6. Li gorî gotinan jon û khaleese dê bizewicin.

Filan fîstan..



28.06.2016 14:43 ~14:44 | mergehez

39. fîlmeke saçmayî. hewqa masraf ji bo çiyî?



28.06.2016 19:53 | bêhna_piştî_baranê

40. Erê gelek saçmayî divê senryoya wê wek rêzefîlmên tirkan pirr ultrasuper bûna, lê gawir giş ehmeq in, çi ji vî îşî fêm dikin ma ne?!



28.06.2016 21:58 | ferhenga şikestî

41. (bnr: yên ku temaşe nakin lêdane dixwin)



28.06.2016 23:37 | gulêê

42. fîlmê ku min deqekî jî temaşe nekiriye lê min gelek meraqkir hingî tê behskirin.. bira fîlimê wî dawî lê were hetanî wê wextê ewê wextê min û temaşekirinê jî hebe ezê rûnêm tevî li serhev temaşekim..



29.06.2016 00:43 | shorbevan

43. osman sebrî, di helbesta xwe ya bi navê bahoz de wisa deng li ''keyê li bakur'' kiriye:



"bayê kûr ji bakur

himbêz kir cîhan

ewrên reş, ewrên gewr li hev gerand

ewrên di ezmên

ava xwe rijand"



06.07.2016 03:43 | remlavêj

44. pêşiya niha sê çar rojan li mala hevalekî bi çavekî min darî çend beşên pêşiyê yên sezona yekemîn kir, bi rehberiya hevalekî ku hemû pirtûkên heta niha yên game of thrones xwendine. dibêjim bi çavekî ji ber ku hingî hevalekî bi peyamên xwe bela xwe ji min venedikir. tişta min ji wan çend beşan fêhm kirî; prodûksîyoneke baş û profesyonel di ekla fîlmên sînemayê de, têra xwe pornografî, -ne erotîzm- û temaşevanên betal û berredayî ên bi hesret li hêviya beşên nû.



01.08.2016 02:04 | endazer

45. ikram filiz, çend ro berê lê rast hatim, anha hat bîra min ku ev zilam dirûve kê:

Here lînkê

dirûve varysê xesandî:

Here lînkê



13.07.2017 21:04 ~21:09 | tizbîkêş

46. Rêzefîlma ku gotina " Her cûce di çavên bavê xwe de pîncek e" . Di tê de derbas dibe ye . Ji bilî vê, bindestî û serdestiyê gelek baş dide nasîn.



02.10.2017 22:00 | robar cilo

47. Wek pisîkên li ber qesaban li benda binnîvîsa beşa nuh im. Di vê beşê de xeyalên temaşevanan pêk tê King in the norht jon snow û mother of dragons daenerys targaryen tê ba hev. De ka em binerin ew khaleesiya ji xwe qayil wê çi bîni serê Jonê reben.



31.07.2017 05:22 | biaqila malê

48. Mi îro xewna xwe de qijikek dît! Berevajî difirîya!!
Ez ê tevlî night's watch a bibim!! Ma Jon snow ji min jêhatîtir e!? *



31.07.2017 19:00 ~19:02 | xwelî li ser

49. Rêzefilma ji bo berhevbuna beșan ez a niha lê temașe nazım.



02.08.2017 19:51 | azadixwaz

50. ne spoiler e, henek e:

min îro beşa heftemîn a heyama heftemîn temaşe kir û taliya talîn jon snow li ejdehayekê siwar bû.

(hege kesê ku vê beşê temaşe bike û hîn jî ji vê henekê tiştekî fêhm neke bila ji min re peyam biavêje ez ê bi hûrgilî jê re qal bikim)



29.08.2017 02:29 ~02:35 | tizbîkêş

51. rêzefîlma ku piştî 6 salan dîsa lê vegeriyam û di nava du heftiyan de min 67 beşên wê yên ku heta niha hatine weşandin, ji serî ve temaşe kirin. ez li bendê bûm ku tam xelas bibe û wisa tema bikim lê min sebir nekir. lê poşman bûm, niha xelas bû û ji bo sezona dawîn, divê belkî heta sala 2019an li bendê bimînim. heta wê demê jixwe ez ê ji bîr bikim, tiştan. lê belê niha hemû kitekitan jî yek bi yek dizanim *



12.09.2017 23:31 | simurg56

52. (bnr: govend of thrones)



14.01.2018 08:32 | aqilkêm

53. piştî navberek bi qasî 2 salan, bi beşeke nû, vegeriya. bo min wekî antidepresan bû.



15.04.2019 10:08 ~10:08 | sloujouc

54. Rêzefîlma ku sezona wê ya 8emin û ya dawî hatiye weşandin e. min îro ji torrenta xwedê-jê-razî beşa yekem daxist û êvarê ez ê lê temaşe bikim.

û tika dikim ku kes li vir spoiler nede. Ku bide jî bila bişkoka spolierê biemilîne. *



15.04.2019 16:33 | xelîl

55. piştî salek û nîv şikir vegerîyaye lê mixabin tenê ji bo 6 beşan.
di beşa ewil de tu taybetî tunebû, tiştek sûrprîz tune bû. ji bo hemû karakteran çend sahne hebûn û bi vî awayî anîn bîra me bê ka kî li ku derê bû û çi dikir.
weke din hevdîtinên ku dihat hêvîkirin, pêk hatin.
bi awayekî, em dikarin bêjin ku enîyên şer û nakokîyên potansîyel hatîn dîyarkirin.
ma 5 beş.



20.04.2019 20:05 | simurg56

56. Li gor îstatîstîkan rêzefîlma game of thrones bi alîyê 51 mîlyon kesîve bi rêya korsan tê temaşe kirin. Rêya fermî temaşekirin jî 17 mîlyon e.



20.04.2019 20:13 | brzn

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» game of thrones

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî