Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 28 peyam
game of thrones - tirşik
game of thrones
(20) (2) (4)
di mijarê de bigere

57. Rêzefîlma ku ez jî yek ji 51 mîlyon kesan im ku bi rêya kaçax lê temaşe kiriye, ye. *




Di wî qonaxê de wek li jor hatiye gotin ti bûyer neqewimî di beşa yekem de. Min hevdîtina jon snow û bran stark pir mereq dikir lê bi qasê min hêvîya min nebû.



21.04.2019 13:18 | xelîl

58. rêzefîlma ku beriya çend salan min destpêkiribû û paşe dev jê bardabû, û helbet rêzefîlmê ku beriya 10 roja ketibû rojeva twittera Rûsan jî.



21.04.2019 13:45 | gulêê

59. min niha 4 beşên sezona dawî li ser hev temaşe kirin. ev çi bû yarebbulalemîn...


bû du sal e min digot van miriyan dê teqez zindiyan biqeliînin lê aryayê dilê min li wan rehet kir yarebbîîîî. û êdî îmana min ji deanerysê çû, ev çi meraqa textê ye, bo jon dewa textê neke çi dike, hela lê binêre. û îmana min ji cerseiyê jî diçû jixwe, min yekcar nefret kir jê, çawa misandeiya reben kuşt law law. agir bi kezeba min ket eynî.
favoriya min malbata stark e, ango bakûr e. înşallah ji bin tahakkuma başûr derkevin. hema aryayê cerseiyê jî bikuşta, min tu tiştek din nedixwest.



09.05.2019 06:04 ~16:25 | roza

60. Spoiler :(



09.05.2019 16:14 | xelîl

61.

Hemû hêviyên min ên ji jiyanê qut bûn. Vê Daenerysê çawa hemû bajar xira kir, ew qas mirovan kuşt Yarebbîm. Aqilê min nagre, ez ketim şoqê. Ka wê mirovan ji tîranan xilas bikira, ev çi edalet e ew qas mirovên bêguneh mirin? :(



14.05.2019 03:25 | roza

62. Rêzefîlma ku min hê jî qet temaşe nekiriye ye *
Lê di derheqê wê de ewqas tê xeberdan, ez jî hinekî tiştan hîn bûme..

çawa dibînim, eva çend beş in xirab bûye..
mêrikê ku heta niha kesî nikaribûye wî bikuje, bi destê arya starkê hatiye kuştin..
û bardaxa starbucksê a di kadrajê da hate xuyan.. û vê carê jî daenerys targaryen bûye wek îxanetçî.. *

(bnr: çukur vs game of thrones)



14.05.2019 12:18 ~12:18 | bûtîmar

63.

niha qediya, ketime nav valahiyekê... yarebbul alemîn, ew fînal bû? jono, çavbeleko, baş e ku te wê qralîçeyê dîn kuşt yan na wê bi milyonan însan bikuşta. lê mala min bişewite te şandin night's watchê; gere tu bibûya qral... aryayê, lehengê tu aîdê bakûr î keçê, bi ku de diçî? neçe kulîlkê, mirov nizane li cihên ku xerîte jî diqedin çi tê serê mirov; ji xwe re li bakûrka xwe şervanî bike. oy, sansayê rebenê, aferim ji te re keçê! bi xêra te gelê bakûr azad bû, tê rêverbiriyeke azad bikî bo wan înşela. oy brano, berxiko, tu jî bûyî mîrê heft mîrektiyan, eferim ji te re! rabe ned stark, rabe ji gorê û bibîne zarokên te çawa dinyayê birêve dibin! rabe catelyn, rabe zarokên xwe bibîne!



20.05.2019 23:39 | roza

64. eşîra ku navê xwe dothraki dişibînim koçerên Tetwanê.



23.05.2019 12:15 | elîşêr

65. Çend sal berê min destpêkirîbu lê ji ber dîmenên erotîk min di beşa ewil de dest jê hêla bu. Lê piştî sal û du salan min nêrî ku pir kes mehtê, pesnê wî dide min pir meraq kir û min dîsa dest avêt û çend meha de xilas kir.


ne hewceya mirov vêrê pesnê wî bide rêzefîlm tenê ji ber sînematografî, dîmen û qelîteya prodûksîyonê jî be divê bê temaşe kirin. Hetta bi sezonên xwe yên heta 6 an wê pir qalîteya hunera sînemayê bilind bike.

Ezê vêrê hinek rexneya bikim

1. Bi min senaryo ya piştî sezona 6 an pir bi pisgirêke û ne li gorî taybetîya got ê ya bingehîn bu rêzefîlm, pirtûka George R. R. Martin a bi navê "Strana Cemed û Agir ê" (A Song of Ice and Fire) ve hatîye çêkirin. Fîlm heya sezona 6 an kêm û zêde dûv pirtûkê diçe loma taybetîya GOT ê êku wê ji fîlmên holywoodê cûda dike diparêze lê piştî sezona 6 an êdî derhênerên Got ê bixwe senaryo çedikin û dirîn têve. sezonên 7 û 8 an de beravajî sezonên ewil de êdî mijar tenê li ser sê çar şexsan derbas dibe. Wan şexsên bi xurt ên sezonên pêşî de tê pûç kirin wek mînak tyrîon lennîster berê pir zîrek bû di rêveberîyê de zanînên wî fikrên wî pir girîng û bi mantiq bu Lord Varys, Petyr Baelish jî her wisa lê bi her du sezonên dawîn de êdî tyrîon tu cara fikrekê rast nabêje û di her pêşnîyarekê de Dynaers û artêşa wê pir bi zirar dibîne li vir eşkere ye ku senarîst û derhenerên rêzefîlmê tyrîon bereksê sezonên ewil de pûç dikin. Di sezona heftan de dema jon Snow hem ji bo daxwaza alîkarî û daweta Dynaers diçe cem wê Jon ji ber Night Kîng ê alîkarî dixwaze ji wê aha di wan deman de tyrîon dibêje eger em mirîyekî bi saxî bînin pêş Cerceî lennister wê hingê xetereya mezin a pêşî zindîyan de bibîne qanih bibe û wê agirbest ê qebîl bike û bi me re li hember Night Kîngê şer bike û Jon û hinekên din diçine warê Night Kîng ê li wir şer dikin dawîyê de mirîyekî tînîn pêş Cerceî, Cerceî jî wan dixapîne dibêje ezê bi we re şer bikim lê piştî Jon, Dynaers ekîp û artêşa wê li gor peymanê diçin Wînterfell ê hingê tê zanîn ku hatine xapandin ê. Bi vî awayî senarîst berevajî sezonên ewil hemû karekterên bi fehm û têgehişti karekteran dixwe şûna keran û wan dide xapandinek bi vî rengî.

2. Berê şerê Nigth Kîng ê senarîstên fîlmê pir pesnê wê beşê dikir lê di şerê wînterfell ê de hate dîtin ku pir xeletî û kêmasî hebûn wek mînak hem amadekarîya şerê hew ji hendekekê bu hem jî kesek ji lîstîkvanên taybet nehate kuştin normal de got ê de mirov her sezonekê de diket meraq ka wê kî/ê bimire lê çi ecebe sedhezar mirî diavêjin ser wînterfellê lê dîsa jî nikarin du sê heb lîstîkvanên bijarte bikujin. Û tabî sehneya Arya Stark, wêrê bi min pir kêmasî hebû senarîst arya kirîbun şûna supermenê mirov berê dîmenê temaşe bike dikare bibîne ku ne gengaze ku arya nav hezaran mirî û White Walker, Gerokên Spî de rabe bifirê û Night Kîng ê bikuje.

3. Û Dynaers û fînala Got ê wêrê mirov Jon Snow fehm dike kuştina meta xwe lê arkadaş ma ev senarîst ker in çawa Dynaers dikare qetlîamek wiha mezin pêk bîne erê tema westerosê pir zirar dît du ejderhayê wê hate kuştin artêşa wê zirar dît lê kanê ew Dynaersê şoreşger ya sezonên beşên ewil de ji gelan azadî dixwest saxîya canê wan soz dida diparast. Hinek dibêje Dynaers dîn bûye û Westerosê kesê ta'etê wê nedikir. Bi min ev xeletî ye ji ber ku dema kuştina wê de ji Jon ê rîca dike dibêje " were dînyayek xweş amade bikin û ji zalima xilas bikin" ango kêm û zêde wek Dynaersê sezonên ewil xeber dide lê kirinên wê pir bi saçma bû û tabî fînal jî zehf saçma bu.

4. Bran stark hêj jî nehatîbu zanîn ka çi taybetîya wê heye ku heba çima hevalên xwe hişyar nedikir nedigot min dîtîye fîlan erdê wiha bikin wiha nekin hwd hem rola wî baş nedihate dîyarkirinê hem Dynaersê dane kuştinê hem jî Jon ê şandin bakurê dîwarê heya mirinê.

5. Û pirsgirêka mezin jî romantîzma nav karekteran kêm bu û ne li gorî rastîyê bu mesela xwîşk û birayên Stark piştî salan hevudu dibînîn lê rast û durust hesreta êkudu nakêşin derbarê serborîya wan de tiştek napirsin
mînak yaw bira, Arya koka Malbata Freyan tola malbata xwe dayîka xwe birayê xwe artêşa xwe digire hem jî bi planek efsaneyî wan kuşt lê dema tê wînterfellê kesê behsa serkeftina wê nedikir ango qet behsa dîroka berê nedikirin ev rewş tiştek sûnîye û nabe qarekterên wiha ku pir feodal bûn û mirîya malbatê xwe bun û behsa dîrok û serborîya nekin.

Xeletî pir e hem jî yêt hêsan bûn bi henek guhertinan ew kêmasî jî nedima.



26.08.2019 22:49 ~23:00 | azad30

66. rêzefîlma ku di herdu sezonê dawî de gû lê kirin e :(
2 senerîstên qûnek bi hev re gû xistne.

dema min dest pê kiribû, min nû dest bi zaningehê kiribû, telefoneke min samsung s3 mini hebû, bi wifiya wargehê ya xurt(!) min lê temaşe dikir.
serê sibehî înternet ji ber ku hê xwendekar razayî bûn, xûrt bû.
seat 7ê sibehê dirabûm, ji bo ez çend beşa temaşe bikim, ji xewa şêrîn îiyar dibûm.
heya ku min bi wê ekrana piçûk min her 6 sezon xelas kiribû.
di nava 2 heftiyan de, ew qasî min jê hez dikir , ew qasî bi kelecanî lê temaşe dikir.

lê van herdû qeşmeran kutana fînalê de.
min di gora bavê we kutaya ha ha :/



07.06.2020 14:36 ~16:06 | merwano

67. Rêzafîlma ku wan rojan temaşê dikim e. Kelecaniya Demsala sêyem hinek kêm e.



15.07.2021 11:23 | kajav

68. Gava li medresê sala dawî de bûm, Min hemû pirtûkên wê ên ku hatibûn nivîsandin xwendibû dûra qederê 4 salan bendî nivîskar mam (bnr: george r. r. martîn) ku doma wan bîne. Lê camêr dûv ko ji çîroksazîya rêzgeyê qiyametek pere rakir, êdî çavên wî hat girêdan û xwe gelekî giran kir. Talî min jî dev jê berda. Ji ber ku hem di nav çîrokê de hejmara lehengan gelek pir e û her yek xwedî dîrok û serborîyek kûr û dûr bû, min gelek tiştan ji bîr kiribû. Nihaka jî li xwe nabînim, dîsa ji serî dest bi xwendina wan bikim.
(bnr: tiştên ku dilê meriv ji jîyanê sar dikin)



15.07.2021 11:55 | pîroz

69. muzîka wê ji strana Erdogan emir dizî kirine



01.08.2021 14:33 | mirovekirind

70. aniha sêr dikim. xweş tê xûyayê. dibêjin sezona fînalê pir ne xweş e lê fînalê lostê ji ne xweş bû lê bi pîranî rêzefilmek baş bû.



23.08.2021 09:34 | heval.js

71. Bi rastî ev du car in ez temaşe dikim û her du caran jî keyfeke wek hev min jê stand, di sezona dawîyê de piçekî ji te'ma xwe derdikeve lê dîsa hêjayî temaşekirinê ye, Arya favorîya min e di vê navberê de.



24.08.2021 00:02 ~00:02 | kevşîn dilçem

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» game night

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî