Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 43 peyam
xutbe - tirşik
xutbe
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tişta ku roja inê li mizgeftê tê xwendin e. li gor baweriya islamê rojên înê bi banga melê a nîvro re her merê kamil bûyî divê here mizgeftê û guhdarê xutbê bike,nimêja xutbê bike.navê tişta tê xwendin xutbe ye ji ber wê ji bo rojê ji xutbe tê gotin.li herema me em dibêjin xulbe. mînak: sibe roja xulbê ye divéê em biçin xulbê.



10.01.2014 13:20 | feqiyêteyran

2. tişteke ti têkilîyek di navbera wê û îslamiyetê de nemaye ye. xutbe, di deste meleyan de wek bangeşeyê îkîdarê ye. ne li paş wan meleyan de nimêj bikin, ne jî ji wan xutba guhdarî bikin.



10.01.2014 16:06 | nazim tolhildan

3. tişta ku her heftî li mizgeftan de tê xwendin e. her heftî heman tişt tên xwendin û li gor fikra min, êdî di vê serdemê de, tu wateya wê nema ye. weke mînak li amedê mizgefta li cem mala me(mizgefta bayramoglu), melayek heye ku dema mirov diçe guhdarî xutbeya wî dike, mirov ji ola xwe sar dibe. bê henek .

zilamek ku wek navê xwe zanim tu zanîna wî tune ye ji bilî mêj kirinê, kaxizekî ku ji aliyê diyenetê hatiye şandin digire destê xwe û bi xwendina xwe ye xerab* dixwîne. yanê bû çi ? çi feyde da min ?

ji xwe her roj ez sed qatê wê tişt dixwînim .

di van xutbeyan de her heftî ji bo yekîtiya welatê tirkan dûa tê kirin û ji bo helakbûna dijminê wan jî nifîr tê kirin. li vir, dijmin jî elbet kurd û kurdistan û pkk ye.

ji xeynî wê jî, rojên weke "zafer bayrami", ev xutbe dibe îşkence ji bo mêjkerên kurd. di xutbeyê de behsa serfiraziyên xwe, bilindbûna nijada xwe dikin.

qet ji bîra min naçe di xutbeyekê de mela eynî wisa got mizgeft ne tenê derên ku perwerdehiya olî tê dayîn e, di heman demê de li mizgeftan perwerdeya mîllî yanê neteweyî jî tê dayîn . ez hema şeqiz mam. min got ya rebbî, wê kengê ev tirk bawerî û îdeolojî û berjewendî û nijadperestiya xwe ji hev cûda bikin, xwelî li serê me bikin ..



11.01.2014 02:41 | brusk56

4. aktiwîtiya ku Xwedê di kitêba pîroz, sureta cum'a, ayeta nehem de wisa emir dike..



Ey ehlê îman , roja îne dema ji bo nimêjÊ bang hat kirin cêhde ji bo zikirê xwedê bimeşin û dev ji danûsitandinê berdin.Ger hûn bizanin ev ji hewere bixêrtire.



gorî ev ayeta hatî nezilkirin, xwedê emirê gohdarkirina melayên serdestan nade û nabêje gohdarî vaazên wan yên ne rast bikin.Dibêje werin zikra min bikin,dev ji tîcaretê berdin,xwe bidin hevdu û pirsgirekên xwe bi hevre çareser bikin.Yanê tu kes nikare bibêje ,gohdarkirina ew kaxezokên dîyanetê ser gelê misilman ferze.Gorî min di sîstema tirkîye de nimêja înê ferze lê gohdarkirina xutba wan ne ferze vesselam



11.01.2014 08:15 | karmatî

5. li camiyan li beşa cihê bi navê mînberê û roja îniyê, ji terefê meleyanve bi çîrok, gotinên pêşiyan, pêkenok nifir û dijûnan û diayên ji xwe tenêre û waaz didin.
xwedê ji xwe û vê vîrusê razîbe vaye sê mehe edî ez naçim li gorî hinek rîvayeta sê hefte meriv neçe meriv bê îman dibe çi dibe?..
ne sê hefte jî sê meh ez ji zûve bê îman bûme niha xwezî sê sal wisabûya, û wer xuyaye emê tev bê îman herin *



27.05.2020 15:08 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» xutbe

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî