Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    16 mijar û 18 peyam
    peyvên kurdî yên ku derbasî tirkiyê bûne - tirşik
    peyvên kurdî yên ku derbasî tirkiyê bûne
    (1) (0) (16)
    di mijarê de bigere

    1. di her zimanê de peyvên bîyanî hene û ev tişt jî gelek normal e. çi tişt dibe bila bibe, têkilî di nav wan de hebe teqez di bin bandora hev de dibînin. ji ber ku ev çend sedsal e tirk û kurd cîranê hevin û li her qadê de danûstendin navbera wan heye. ew tişt di qada zimanê de jî dixuye.



    heke nivîskarên tirşikê pêyvên bi wî awayî dizanin, di ferhengê de bi rêk û pêk binîvîsin, çavkaniyek xweş yê derkeve holê. wek mînak:



    serseri: ji peyva ser û serîyê pêk hatiye. ango bi serê xwe hereket dike. serê xwe dihilde û diçe. bi serê xwe ye.



    2014.01.11-22:52 | kelemejû

    3. kiro yanî kuro, kurik

    parça yanî par+çe ew jî di kurmancî de perçe bixwe ye.

    pençe ji pencika kurmancî yanî pênc jimara piştî çar û ya dû şeş.



    2014.01.11-23:57 | ceso

    4. hunhar: xwîn+ har = xwînhar

    gorî cesoya dawîyê ne ji "har" lê ji "xwar" hatiye. her du jî kurdî ne, pirsgirêk tune *



    2014.01.12-00:49 | saladin

    5. çapraz: çep + rast



    2014.01.12-11:29 | resençiyayî

    6. Hinekî Peyvên kurdî yên di tirkî de wekî heqaret tê bikaranîn. Wekî biçûk xistin tê gotin. tirkên nijadperest xistiye di nav a tirkî. Zimanê tirkî de cih girtiye, kesên ku ne nijadperest in jî, haja wan tune ye maneya wan ji ku tê, disa bi kar tînîn



    Mînak:



    Tr: Keko Ku: keko

    Tr: Kiro Ku: kuro

    Tr: Lavuk Ku: lawik

    Tr: Barzo Ku: barzanî



    2014.11.17-13:56 | mîr

    7. Fis-teq

    Bin-deq

    Dûr-bîn

    Dij-min

    Bazar: bûye pazar

    ...



    2014.11.18-02:22 | xendekî


    10. Dibe ku peyva "küçük" a tirkî ji kurdî hatiye.



    piçûk - küçük



    2015.02.05-10:43 | mîr

    11. Ez dibêm (bnr: rojava) tirkî de baş rûnişt.



    2015.02.05-22:43 | seydayê_peyvan

    12. herkes

    çerçeve



    2015.02.06-00:03 | berxweda

    13. Ku: çarçove

    tr: çerçeve



    2015.02.06-00:06 | mîr

    14. Dibe ku:



    Ku: wêrek

    Tr: yürek



    2015.04.06-23:22 | mîr

    15. hefte hafta

    caryek ceyrek

    carmih carmik



    2015.04.07-00:01 | cemilcanbegî

    16. bi pasaportê an bi rêya qaçax derbasî tirkiyê bûn e ?



    2015.04.07-00:51 | vêca çiyeeee

    17. exlebê peyvên di bin vê mijarê de hatine nivîsandin ne ji kurdî lê ji farisî derbasî tirkî bûne. ez dibêjim qey ev jî parçeyek ji wê kompleksa xwekêmdîtinê ye ku li ba kurdan pirr tê dîtin. di navbera zimanê tirkÎ û kurdî de kêm têkilî çêbûye. rast e gelek salan kurd Û tirkan bi hev re bihurandine, cîrantî kirine, lê ev sed salên dawîn ne tê de em li mala xwe û ew li mala xwe mane, ne me ji wan peyv standne ne wan ji me. sevan nîşanyan di çend nivîsarên xwe de balê dikişÎne ser vê rastiyê, lê yên nizanin ji ber cahiliya xwe û yên zanin jî ji ber kompleksên xwe, qebûl nakin. di nav kurdan de zimanzanek bi navê hisên muhemed heye di vê mijarê de ew hinekî objektîv e. yên mayîn hema bêje hemû bi wî aqlê kor yê neteweperweriyê nêzikî meseleyê dibin.



    2015.04.07-13:15 | xwînhingivîn

    18. Ku: Kevçî
    Tr: kepçe (kevçiyê mezin ê pê xwarinan tevlîhev dikin)



    2018.02.06-21:36 ~21:36]| mîr

    19. Dibe ku peyvên "Gür", "gürültü", "gürlemek" ên Tirkî û peyvên kurdî yên gurr, gurrinî, gir re eleqe hebe.

    Gir: mezin, zexim, qelew
    Gur: xurt, bihêz, geş

    Mînak:
    ayşenin saçları benimkinden daha gür

    Gurîna esmanê ye şilî dibare
    Yağmur yağıyor gök gürüldüyor.



    2018.05.27-11:12 | mîr

    20. (bnr: werdek)



    2021.02.25-12:13 | heval.js

    21. Dizî kirin -> dızlamak
    Tirsîn -> tırsmak



    2021.02.25-12:35 | xemakê

    22. kurdan
    kûr+dank= kûrdank
    lê ji ber ko Tirk piranî 'kurdan' bi kar tînin em jê re dibêjin 'darikê dirana'



    2021.02.25-13:12 | pîroz

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    navîgiranmezelîwêran [1]
    Tirşikvanek rihayî ye. Heya ji dest min tê xêrhatin li hemû tirşikvanê...
    a- [2]
    pêşbendikek e ku wateya hin peyvan xurttir dike. bo nimûne: niha-anih...
    ezcan [2]
    nivîskarek tirşikê a hêja ye. li ser bûyerên rojane ya civaka kurdî de...
    terorîst dewleta te ye [2]
    gotina sekreterê giştî yê ynkê adil mûrad ku duh di daxuyaniya...
    serkeftin [1]
    gotina ku di devê her kesî de bûye benîşt lê bi kêrî ti tiştî nayê...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » peyvên ku di ferhengê de herî zêde tê bi kar anîn
    » kurdish heritage
    » yên perwerdehiya kurdî dixwazin bila herin quzey êraqê
    » derbasî be
    » tirkiyeyîbûn
    » bûne xisar

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket zimanpeyv
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî