Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
îmtîhana şêxên kurd bi x'yê re - tirşik
îmtîhana şêxên kurd bi x'yê re
(10) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. Sihêtiyek sosret e. Şêxên kurd ji eyb û fediya xwe nikarin serê xwe rakin. Ji ber ku kesên bi kurdî nizanin xya kurdî weke x{iks}a îngîlîzî dixwînin. Ji ber vê yekê pirsgirêka tevlihevkirina şêx û sexê(seks) derdikeve holê. Çar sal berê dema ku ez li zaningehê bûm min xwest ku şiîrên şêx şemseddînê qutbê exlatî nîşanê mamosteyeke xwe ya wêjenas bidim. Lê gava min dest bi nîşandanê kir ez ketim neçariya tevlihevkirina şêx û seksê! De were ji navê derê? mamoste jin e û gava ku dest bi xwendinê dike wê dil heye ku navê şêx weke seks bixwîne lê disekine û naxwîne. Herhal fedî dike. Piştî ku ez bi pirsgirêkê hesiyam ez jî ketim binê barê şermeke giran lê me meselê sererast kir gelî tirşikhezan. Axirê me dilê kesê nehişt. Lê mixabin gelî tirşikhezan hemû pirsgirêk bi hêsanî nayên çareserkirin. Lewre rojekî yekî bi navê şêx şêxmûs rabe bi navê xwe malperekê veke ka hun zanin wê çi bê serê wî. Bi îhtîmalek mezin birayên wî yên dîndar dê wî ji dîn derxin lew tehemula tu kesî ji malpera bi navê sex.sexmus.comê* re tunebe.



11.01.2014 23:50 | ceso

2. îmtîhana ku tenê ne a wan, lê carinan a bernameyên antîporn in jî.

wextê ez di lîseyê de bûm, li mala me înternet tune bû . ez jî diçûm cafeyê felan. dema min malperekî kurdî vedikir di 2-3 çirkeyan de(saniye), malper dihata girtin, heçko ez ketîm malpera pornoyê.

yanê şêxên me pir sexy ne, an jî zimanê me .



13.01.2014 00:01 | brusk56

3. imtihanek dikare ewqas biwate bibe *

( bi tenzÎh kirina şêxên heq ; ku eger mane rû dinyayê)



13.01.2014 22:19 | pispor

4. (bnr: îkselîl îsksemgîn)



03.05.2015 12:59 | ceso

5. Pirsgirêka gelê me ye. Li ser rêya stewrêya navçeya Mêrdînê du heb tabela hebûn. Di serî de herdu jî wek şêx hatibûn nivîsîn. Paşê biaqilek(!) Ser "x"yê boyax kiriye û wê kiriye "h".



19.06.2020 22:29 | xabûrî

6.

şêx: cimeetno! binêrin min kincek nû stand.
kesekî ji cimeetê: ooo kincek çi şêxî!


(bnr: tu pir komîk î, disa neke)
(bnr: heval meke)



11.09.2021 19:28 ~19:28 | heval.js

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» îmtîhana keçên kurd bi kurên ''ülkücü'' re
» kurdîlit

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî