Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
mewlûd dan - tirşik
mewlûd dan
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Di nav kurdan de adetekî ye ku di wextê qendîla mewlûdê de amadekirina xwarineke ziyafetdar û vexwendina mêvanan e. Dibêjin mala filano îro mewlûdê dane.



13.01.2014 00:56 | ceso

2. DI NAV KURDA DE NE TENÊ ROJA QENDÎLAN HEMA DILÊ WAN KENGÎ DIXWAZE WÊ ÇAXÊ TÊ DANÎN. WEKÎ ROJA ZAYÎNÊ, ZEWACÊ, JI BO DERD Û KULÊ WAN BELAV BIBE HWD...



13.01.2014 10:38 | biruya hayao miyazaki

3. ya ku li gel me ji bo pîrozkirinê û ji bo ku çavê kesî lê nekeve, piştî bûyerên xweş jî, tê kirin.

dema em zarok bûn, ji bo wateya wê lehmecûn bû.



13.01.2014 20:30 | simurg56

4. KESÊN KU HESTIYARIYÊN WAN YÊN DÎNÎ HENE BI PIRRANÎ NAXWAZIN LI BER DAHOL Û ZIRNÊ DAWETÊ BIKIN JI BER WÊ JÎ TENÊ XWARINÊ DIDIN MÊHVANAN. jI VÊ RE JÎ DIBÊJIN MEWLÎD.. dI DAWETA MIN DE ME WeHA KIR.. jI BER KU BAVÊ MIN DI NAVA GEL DE XWEDÎ NAVEKÎ YE Û MELAYEKÊ NAVDAR E NEXWEST KU MILLET BÊJIN EV e FILAN MELAYÎ DI DAWETA KURÊ XWE DAHOL Û ZIRNÊ LÊ XISTIYE.. jI BER WÊ JÎ ME MEWLÎD DA..



13.01.2014 21:04 | nan û av

5. bi xwe re mewlûd xwendinê jî tîne.. berê hema bêje mewlûda hemû nas û cîranan min dixwend, û ji xeynî xwarin û vexwarinên xweş, pereyek xweş jî jê li min dihesilî.. di ber mewlûdê re dema dem tê ser sehne û sekansa xwatirxwestina pêxemberê xwudê, tê bîra min çavê diya min şil dibûn..



''hemdê bêhed bo xwudayê alemîn

ew xwudayê daye me dînê mûbîn''



''selatullah selamullah eleyke ya resulullah, selatullah selamullah eleyke ya hebîbûllah, selatullah selamullah eleyke ya nebîyellah''



fesla merhebayê jî heye tabî, dema ev der tê xwendin cemaeta hazir tev de radibe ji piya û destê xwe dide ber xwe, heta ku ev fesl xilas dibe, ji piya yanî li ser linga dimînin..



07.06.2014 23:56 | endazer

6. berê yek ji îbaadetan bû ku min herî zêde jê hezdikir. ji ber ku me kengê mewlûd bida, xwarin lehmecûn bû. =lehmecûn dan



08.06.2014 11:18 | simurg56

7. tişta ku kêrî têrkirina zikê feqîran nayê, lê kêrî têrkrina zikê dewlemendan tê ye.



08.06.2014 13:43 | nazim tolhildan

8. cihê îbadetên bingehîn girtiye û bêhtir bû ye şîva heval û dostan,



08.06.2014 14:05 | renas

9. em tirşikçî xweyê xwarina xwene çi jimeraye mewlûd çiye çi kese danasîna mewlûdan hat liser milê mesekinî qey.



05.05.2015 19:08 | shorbevan

10. Mewlûd dan profîla dîndarîya me Kurdan e. Mewlûd dan tiştekî şaş e bîdat e.



06.05.2015 00:17 | tîrejên rojê

11. Mewlûdên kurdî jî tê de hemî mewlûd di nav xwe de gelek şaşî dihewînin. Ji wan şaşiyan herî grîng jî şîrk e.

Rûdanên ku ti agahî pêkhatina wan de nîn in wek li ber çavê nivîskaran hatiye jiyandin tên vegotin. Agahî ji xeybê dihê dayîn ku li xeybê tenê xwedê dizane. Pêxemberman jî nizanin û nikarin ji xeybane de biaxivin. Gotinên nayê zanîn ku hatine gotin bi awayekî wek rasterast bihîstî ji layê nivîskar û xwendewanên mewlûdê ve tê gotin û bilêvkirin.

Tiştên rast û xweş jî li mewlûdan hatiye nivîsandin. Lê ev şaşiyên wan rast nake ku ev şaşî gelek gelek xeternak e.

Jixwe mewlûd bîd'at e. Ango di pey de li nav ola îslamê de cih stendiye. Bîd'at ji bo başiyê jî bê bo nebaşiyê jî bê qedexeye. Nikarin biên kirin.

Li mewlûdan selawat li pêxember tînin dibêjin esselat wesselam aleyke ya resûlella. Selat û selam jî ne ev e jixwe, ev jî şaş hatiye têgihîştin. Selat û selam bi devkî çenabe bi kirinan bi fidakariyan dibe.

Vêga were mêzene wek îbadetek tê xwendin û wek qur'ana kerîm ku gotinên xwedê ne qedr û qîmet tê dayîn.

Mixabin!
Vêranmalî ye bêagahbûna ji qur'anê.



30.01.2020 18:10 | rûbar

12. selat û selam/116936



31.01.2020 02:10 | rûbar

13. Ji bo parastina çand û zimanê kurdî kiryareke hêja ye
Ji alîyê olî jî ve îbadeteke kurda yê endemîk e



31.01.2020 02:14 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» mewlûda melayê batê
» danielle mitterrand

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin cand oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî