Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
peyamên reşşikkirî yên di vê mijarê de; stenbol
peyamên reşikkirî

71516. bajarê ku ji salekê bêtir e lê dijîm, gere meriv objektif be û heq bêje, bi rastî jî pirr xweş e, hama bêje ji bo jiyanê alternatifên herî zêde di vî bajarî de ye lê dikim nakim nikarim hej jê bikim, nakeve hêşê min gelek bêriya amedê dikim, mariv di barebara vî bajarî de ji însanan eciz dibe, êdî dema ku ji kar derdikevim têm malê telefona xwe digirim, ji ber ku kes bi min re nekeve têkiliyê, min hesabê xwe yê sosyal medyayê jî betal kiriye, naxwazim kes li min bigere hal û hewala min bipirse, kes silavê bide min, ewqas ku ji însanan eciz bûme, ez hevalê xwe yê herî nêz jî nagerim û pê re naştexilim dît ku êdî nagerim ew jî hêviyên xwe ji min qut kir û hewisî, bo rewşa min malbata min jî hîn serwext e, dengê xwe jî jibîr dikim ji ber neaxaftinê..

ev bajar mariva diwestîne, hucreyên mêriv ji jiyanê qut dike

li malê tenê dijîm, dema têm malê fêm dikim hê sax im, dijîm



08.06.2013 14:50 | simurg56