Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 70 peyam
stenbol - tirşik
stenbol
(13) (2) (3)
di mijarê de bigere

20. bê derya ye,he ?



16.03.2014 23:08 | gulgenim

21. cihnem e, bila dûrî me be, êdî jê aciz im hevalino!!!!



17.03.2014 20:25 | elomelo

22. Bajarê ki dikim nakim nikarim lê biqetim û sibê dîsa li wir bim. Lê ji bo tişteke Xêr.



18.04.2014 00:31 | nazim tolhildan

23. stenbol e heytehol e.



25.10.2014 23:42 | seydayê_peyvan

24. bajarê ku welatê min e. lê mîna tevfik fikret gotiye: qehbika xama, keçika ji 40 mêrî mayî.



27.12.2014 15:01 | biruya hayao miyazaki

25. Bajarê ku jê re dibên ji bo gerê xweşe lê ji bo jiyandinê nexweşe.

Ez jî dibêm ev bajarê xweş û delal di destê van Tirkoyan bû ye çala rexê

milyonan insan û ew kas avahî ne serî heye ne jî binî



28.12.2014 01:28 | gûndîyav

26. bajarê ku herkes dibêje qey bajarê wan e.

çepgir, oldar (him yên cemaata gulen him yên akpyî û him jî yên din), kurd, kemalîst, hunermend, dewlemend û hwd. li gorî hemûyan jî stenbol di eslê xwe de ya wan e, paytaxta wan e.



stenbol ya kê ye nizanim lê teqez dizanim ku stenbol ne ya kurdan e, ne bajarek ji bo kurdan e jî.



03.05.2015 20:54 | simurg56

27. Bajare Kure kereye



03.05.2015 21:53 | navtine

28. bajarê ku ji salekê bêtir e lê dijîm, gere meriv objektif be û heq bêje, bi rastî jî pirr xweş e, hama bêje ji bo jiyanê alternatifên herî zêde di vî bajarî de ye lê dikim nakim nikarim hej jê bikim, nakeve hêşê min gelek bêriya amedê dikim, mariv di barebara vî bajarî de ji însanan eciz dibe, êdî dema ku ji kar derdikevim têm malê telefona xwe digirim, ji ber ku kes bi min re nekeve têkiliyê, min hesabê xwe yê sosyal medyayê jî betal kiriye, naxwazim kes li min bigere hal û hewala min bipirse, kes silavê bide min, ewqas ku ji însanan eciz bûme, ez hevalê xwe yê herî nêz jî nagerim û pê re naştexilim dît ku êdî nagerim ew jî hêviyên xwe ji min qut kir û hewisî, bo rewşa min malbata min jî hîn serwext e, dengê xwe jî jibîr dikim ji ber neaxaftinê..

ev bajar mariva diwestîne, hucreyên mêriv ji jiyanê qut dike

li malê tenê dijîm, dema têm malê fêm dikim hê sax im, dijîm



07.07.2015 00:45 | ferhenga şikestî

29. bajarekî ger perê meriv hebe gelek xweşe ji bû kêfê. lê ji bû xebat û xebatkara îdareye nanozikone timî. xwendina lisê yê li vî bajarî xweşe an xweşbû. bajarê 7-8 sal ji emrê min jî xwarîye û xuyaye ewê hêjî bixwe.



07.07.2015 16:51 | shorbevan

30. Navenda tirkiyê. Bajarê tu carî ji bo min zêde nebuyî balkêş, lê xwedê heye xweş e. Li xweyê xwe pîroz be.



07.07.2015 23:35 | azadixwaz

31. bajarê ku qaşo pirr mezin e, niza çend km dirêj e û çendîn jî berfireh e û niza çend mîlyon insan têde dijîn û niza çend mîlyon jî turîst tên lêêê tevî hemî van teşqele-agahiyan çend roj berê di şeveke şafiî de rastî nivîskara heja û delal û xweşik ya tirşikê birêz elegezê hatim

ji xwe'r li benda lembeya kesk bû, mi go aha bi xwudê ji xeynî elegezê kes nikare ewqas porsor be*



06.08.2015 00:49 | ferhenga şikestî

32. bajarê bi nan û avê xwe ji minra hazire gazî min dike dibêje were du siba liwirim.



(bnr: kabûsê te hat)



06.08.2015 11:10 | shorbevan

33. 4milyon zêdetir kurd li vî bajarî dijîn. eger ev kurdên ku li stenbolê dijîn ku bi kurdi biaxivin li her derê, di salên nêzik de stenbol wê bibe bajareke kurdistanê. belê ji ber her tişt divê kurdistan bibe serbixwe. paşê emê wî bajarî ji bigrin!



29.11.2015 04:56 | brûsk

34. tu serê sibehê radibî, çavên te xumarî ne, şevek beriya rojê, tu nûçeyan dixwînî, aqil ber diavêje, derûniya te serobino dibe, naxwazi ji nava lihêfan rabî û herî kar lê mecbur î ji lew feqîr î, çarneçar piyên xwe ber bi lawaboyê ve dilivînî, qurtek avê di ser û çavên xwe de wer dikî, şil dikî, piştre bi derûniyeke têkçûyî ji malê derdikevî, di hişê te de welat heye, agirê ku pêl bi pêl belav dibe heye, mirin û kuştin heye lê ji dêst tiştek nayê, diçî rawestgeha dilên şikestî, însanên bêhnpêketî, herkes dipeyive, rûyê sar yê însanên vî bajarî her dikenin, di navbera xwe de behsa sevgilyên xwe dikin, serkeftina beşiktaşê pîroz dikin, şîna têkçûna galatasarayê digirin lê tu di ber re derbas dibî, siwar dibî û ber bi metroyê re diçî, xirecira însanan di laşê te de tesîra bombeya atomê çêdike lê di ber re derbas dibî, ji bo ku bikevin metroyê û qûna xwe ya nazik û nazenîn deynin li ser koltixekê zora hevdu dibin, di ser hev ve diajon piyên xwe, hevudu dipelixînin, tu matmayî piçeke ji wan dûr vê dîmenê temaşe dikî, ya rabbel alemîn! ev çawa jiyan bû te kir nesibî me û bi derdan kalîbreya êşkişandina me bilintir kir? dibêjî, xwe bi xwe, bi tenê, kes nabihîze, siwar dibî paşiya wan gişan, hemî kes boş û betal tên ji te re. rûyê te qet nakene, ji metroyê peya dibî û diçî kar, rojbaaaaaşşş! peyva ewilîn a ku ji hevkaran dibihîzî, ew dikenin lê tu nikarî, ji edeben bişirîneke sexte li ser lêv û dêmên xwe divenişînî, tam wê kêliyê dilê te ji te dixele, têk diçî, bo roja êvarê dia dikî 'beriya ku yekî bikujim min bigihîjîne malê ya rebbel alemîn!'...

ev bajarekî wilo ye ji bo kesinan kêf û şahî ye, bo kesinan angaryaya feqirî ye, bo kesinan êşkenceya jiyanê ye...



16.12.2015 22:39 | ferhenga şikestî

35. bajarek wisa xweşe ne xendek ne çal ne kort hene.. xirê kêfamine edî pkk û dewlet hev dixwin çewadikin bira bikin..



18.12.2015 01:23 | shorbevan

36. çend nêrîna min:



+ kes li çavÊ kesê nanêre

+ her kes Ecele dike ku zûtirîn bigihêje ciHê xwe

+ Kes siwarê bisiklêtê nabe ku Ji cihekî ve here cihekî din

+ ez şahid nebûm zarokekî piçûktirê ji 15 salî ku kurmancî, zazakî xeber bide

+ însan bi hev re sar in, ne xwîngerm in

+ Wekî febriqeyekî mezin e ku meriv tê de dixebite, xAniyê ku tê de rudinî wekî lojman e

+ Bajareke westiyayî ye ku qet ranaze

+ însan wextê siwarê otopêz ê dibin serê xwe didinê camê otopêzê bi devekî vekirî radizin, porên wan ê qirêj mora xwe lê dide camê

+ di rojan tatîlê de dixwazî herî cihekî ku bîhnA XWE bidî 2 saet trafîqê de diminî ji poza meriv tê, dibêjî nelet be, xwezî ez li malê xwe de runiştiyamA

+ wext zahf zû derbas dibe, meriv dibê qey hefteyekî li şûna rojekî ye

+ li guhê her kesî de berguhk hene

...



sal bi sal wan tiştana li ber çavên te êdî normal tê, tu jî kEriya stenboliyan dibî diçî gidî...



19.12.2015 00:04 ~01:47 | mîr