Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
hrant dink - tirşik
hrant dink
(5) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. “Ez ji kû me Hrant, tu ji kû yî?

Gerapét ji kû ye, Dîkran ji kû ye?

Kalé min cîrané kalé te, ez kirîvé te

Ne ji wir im li dû te, ez jî ne ji vir im...''

Arjen Arî



19.01.2014 08:28 | resençiyayî

2. rojnamevanê ku ji hêla kuçikên harbûyî hat kuştin. ew hat kuştin û



19.01.2014 21:20 | biruya hayao miyazaki

3. rojnamevanê ku ji hêla kuçikên harbûyî hat kuştin. ew hat kuştin û navê ermeniyên tirkiye carde hat bîra gelên tirkiye. navê mirina wî mûm BÛ. NE TENÊ DORA BEDENÊ XWE, HEMA TIM BEDENÊN ERMENIYAN RONÎ KIR. DADÊ TIRKIYE LI ORTÊ YE. KUJERÊ WÎ YÊN BÊNAMUS HÎN HEQÊ XWE NEGIRTIN... REHMA XWEDÊ LI SER WÎ BE.





19.01.2014 21:20 | biruya hayao miyazaki

4. ronakbîrê ku ji ber tirkînezanîna tirkan hate kuştin. dema nû hatibû kuştin li her derî gotina wî ya weke "divê ermen, xwîna pîs ya tirkan ji nav demarên xwe bavêjin" dihat weşandin.

gotina dink kurtasî ev bû; "îş û karê ermenan bûye tirk û dijminahiya ji bo wan. lê ev kareke beredayî ye. şûna vê divê ermen bi kar û barên çêtir re mijûl bibin. divê vê xwîna pîs ji nav demarên xwe bavêjin"

lê tirkên tirkînezan ji qûna xwe fêhmkirin. nivîskarên wan yên rojnameyan jî tê de...



19.01.2014 22:14 | simurg56

5. berevajî gelek nijadperestên reviyên-leşkeriyê; jê bawer neke jî, leşkeriya tirkiyê kiriye.



19.01.2014 23:04 | simurg56

6. dema hrant dink mir abdullah öcalan gotibû "ermeniyê dawîn mir"



23.02.2014 04:02 | mergehez

7. mirovê ku sibê, ango 19ê rêbendanê, salvegera kuştina wî a heştan e. kesayeteke ku bi mirina xwe ve heta hetayî êşa xwe xiste dilê me. dûv mirina wî re gelek tişt hatin gotin. lê gotineke rakel dink hebû ku hê jî dema ku tê gotin bandoreke giran peyda dike: (bnr: bir bebekten katil yaratan zihniyet) ango "zîhniyeta ku bi bebikekê ve kujeran peyda dike".



18.01.2015 22:47 | nazim tolhildan

8. Îro (19.01.2020) 13. salvegera qetlkirina rojnamevanê Ermenî, avakar û rêveberê giştî yê rojnameya (bnr: agos)ê bû ku ew li ber derîyê rojnameya agosê hate qetlkirin û her sal li wir ji bo wî biranîn çêdibe û gelek kes tevlî dibin. ev 13 sale ku kesên ku fermana qetlkirina Hrant Dink dayîn nehatine darizandin, lewma jî gel dibêje "em edaletê dixwazin", "em dev jê bernadin ahparig!", "em hemû hrant in, em hemû ermenî ne".
qetlkirina hrant dink û tahîr elçî gelek dişibe hevdu. her du jî kesên di civakên xwe de pêşketî, karîzmatîk, wekî rêber dihatin dîtin bûn. her du ji alîyê dewletê ve hatine qetlkirin.



20.01.2020 01:12 ~03:52 | lehî baranyan

9. Ez bi sê zimanan dizanim.
Bi ermenî, kurdî û tirkî.
Ev her sê ziman di nav min de tu carî şer nakin, bi aştî dijîn.



01.07.2020 13:55 | yûsiv

10. Sola wî binî qul heta saxbim jiber çavê min naçe, rebenê bi kuştina wî nav û derveyê me teva hanî xwarê.., xwedê heqê wî nehêle..



01.07.2020 22:38 | shorbevan

11. Rojnamevanekî ermenî bû. Li stenbolê ji aliyê nîjadperestan hat kuştin



02.07.2020 12:20 | merwano

12. Ermenekî kuştina Kurdan bi qasî kuştina wî di nav Kurdan de deng nedaye. Erê bûyera ku anîne serê wî hovane bû, şermezar dikim. Lê belê Kurd ji Ermenîstanê bêtir xwedî li ermenan derdikevin. Li gorî min ev yek derî aqil e.



02.07.2020 13:10 ~20:26 | xabûrî

13. Min pirtukê wî xwendibû..Zimanekî zelal bû..merivêkî heyf bû..xwedê belayê wan zalima bide..Lê qurbana xwedê bim pir behnfireh e ,belayê kesek nade..



02.07.2020 14:37 | xeletnivîs

14. Mirovê ku ji ber kîna nijadperestan hatî kuştinê. Lê ne mirina wî, doza dadweriya ku beriya mirina wî hatibû vekirin û heta ji bo wê sedemê mir pirr balkêş e û hewceye li fakûlteyên hiqûqê ev bûyer wek mînakekî bidin nîşan. Ji ber ku gotina ku ser doza dadwerî hatî vekirin raste rast hemberî sedema cezayê hildayî û sedema kuştina wî ye. Gotina wî wiha ye: xwîna pakî ku dewsa xwîna qirêjê ji tirkan herikî, li damarê esîlê ku ermenî bi ermenîstan re avake de heye. Dema rojnamevanên nasyonalîst û nijadperest evan gotina anîn ser nivîsên xwe (ne carek ne du car, heta mirina wî wiha domiye) netewperwer û nijadperestên tirk zehf hêrs bûn. Pişt re doza dadwerî hat wekirin 6 meh ceza hilda (dadgerên dozê guh nedan pisporê dadgehî bixwe û rapora ku hatî nivîsandin nedan ber çavan) lê mesele cezayê hildayî nîne, mesele roj bi roj hedef nîşan kirina wî ye û ji ber vê suîqest lê hat kirin, yek sedemên hedefê jî biryara dadgehê ye ku bê sûc ceza dan. Jixwe gotina wî hemû nedane, ger hemû were xwendin ev gotina wî ne ji bo nefreta wî ya tirka ne, heta dijî nefretê ye ku dibêje ev xwîneke qirêje û hewceye xwîneke pak were dewsê ew jî bi damarê ku ermenî bi ermenîstan re avake de hebe. Lê kesî guh neda gotinê wî, heta kujerê wî ogün samast piştî çend salan got çiqas sucê min hebe hew qas jî sûcê ew rojnamevanên ku hrant dink ji civakê re hedef nîşan dayî jî heye ji ber ku min çawa ev gotin bihîst ev wek dijûnek ji min re hat, min nizanibû.
kuştina hrant dink hewceye ji her kesî re bibe mînak ku dema bê lêkolîn kesek hedef were nişandin ev rewş heta ku diçe. Camêr bi îthama sûcdariya tiştê hember sekinî û dijî wê xebitî hat kuştin. Gelek kes jî dibêjin qey hrant dink yekî netewperwerî ermenî ye û dijî tirkiyê ye, lê ev jî rast nîne. Hrant dibêje ermeniyên diasporayê da hûn li vir najîn, çi bûye jî hewceye em û tirk lihevwerin ji ber ku em hê li vir dijîn, ez ermeniyekî tirkiyê me.



13.07.2022 00:54 ~10:21 | pêşewa

15. Dem her bûyerê zû kevn dike. mirina hrant jî kevn bû çû. 16 sal derbas bûye. Kujerên wî derketin. Zêde kesan dengê xwe dernexist. Halbûse paş mirina hrant gellek kes bo bratiya gelan daketibûn kolanan.



17.11.2023 10:10 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» hrant dink

Kategoriyên mijarê:: niviskarsiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî