1. nivîskarê ku di van rojên reş ê tirşikê de, bi peyamên xwe tirşikê ji valemayînê xelas dike ye. |
|
20.01.2014 13:53 |
brusk56
|
2. nivîskarê ku van rojan herî populer e. hejmara peyamên wî ji 200an jî derbas bûye, maşelleh. bi qasê ji profîla wî tê fêhmkirin, avahîsaze. baş dinivîse xweş dinivîse. hêvî dikim domdar be. |
|
21.01.2014 20:29 |
simurg56
|
3. nivîskarê ku piştî peyamên xwe yên /25059 û /25060, terikandina tirşikê kiriye. em hêvî dikin ku vergere. ji ber ku ji bo çûyîna wî sedemek bimantiq tune. |
|
03.02.2014 23:13 |
simurg56
|
4. nivîskarê ku ger bi rastî jî tirşikê terikandi be, pir pir heyf e. |
|
03.02.2014 23:22 |
brusk56
|
5. divê tu werî! bila stêrkekî din ê tirşikê neşemite ma qey nizane ku her çûyîn rêça êşê dihêle li du xwe. îro ew biçe, sibê ez, paşê yên din.. êê? em têk biçin tirk dawet li dar bixin |
|
03.02.2014 23:33 |
ferhenga şikestî
|
6. nivîskarê ku dûv peyamên brusk56 û simurg56 ve biryara vegerandinê daye ye. |
|
12.02.2014 15:27 |
nazim tolhildan
|
7. nivîskarê ku hatiye ve.. cardî bi xêr hatiye.. |
|
13.02.2014 05:34 |
endazer
|
8. nivîskarê ku wiha difikire: ger ez alman bûma, almanîtî yê ji bo min girîng nebûya. ger ez fransî bûma, fransîtî yê ji bo min girîng nebûya. bi heman prensîbê ve amerîkayîtî, îngîlîzî, ûrisî û misilmantî û xiristîyanî yê ji bo min girîng nebûya. lê kurdîtî ji bo min girîng e. ne ji bo kurbûna min, bona tunebûna mafên kurdan, kurdîtî ji bo min girîng e. di nav kurdan de soranîtî ji bo min girîng e. di nav xiristîyanan de misilmantî û di nav misilmanan de elewîtî ji bo min girîng e. dawîya dawîn di nav hemû ol an de xwedênenasî û di nav hemû nijadan de bênijadî ji bo min girîng e. derheqa objektîvîyê de bila kes ji min re çîroka nebêje. ji ber ku, dema kurd û kurdistan azat bû, kurdîtîyê jî ji bo min girîng nebe. bi vî awayî parastin a hatip dicle, bdp, û pkkê yê nebe par a min. ji ber ku cîhê ku ez vê gavê disekinim, di kurdistana azat de yê biguhare. |
|
13.02.2014 11:07 |
nazim tolhildan
|
9. tirşikhezê ku bi vegera xwe baş kiriye. li vê dinyayê dijberê, li dinyaya paralel hevalê endazer e * |
|
13.02.2014 22:13 |
simurg56
|
10. nivîskarê ku ez ji aliyê ramanan ve ji sedî 95 beravajî wî difikirim lê tiştê ku min dît, ne wek şêwaza hin kesan dinivîse. rexneyên xwe bi zimanekî şîr û şekirîn dinivîse. mînakekî ji zêrîn e ku mariv dikare pê re bikeve nîqaşê, her çend mehda xwe tirş bike jî bi zimanekî sade û fêmkirî xwe îfade dike.. ihtimal heye ku ez hem di vê dinê de hem jî di axîretê de pê re bibim bira, li gel endazer:-) |
|
15.02.2014 21:42 |
ferhenga şikestî
|
11. nivîskarê ku di van rojan de di tirşikê de, têkoşînek lehengî didomîne ye. |
|
18.02.2014 16:16 |
brusk56
|
12. ku van rojan bÛYE KELEMÊ çavê reş-propagnistan. |
|
18.02.2014 18:45 |
cekdar
|
13. mon oncle: navê fîlmeke derhêner û lîstikvan jacques tati ye. ev fîlm, ji bo derhêner, fîlm a wî ya bireng a yekemîn e. wergera fîlmê bi kurdî "apê min" e. wek hemû fîlmên wî yên din, jacques tati, di vê fîlmê de jî nûjenparêzîyê* rexne dike. di vê fîlmê de peyivîn hema bêje tuneye û wek sînemaya bêdeng e. derhêner, bi vê fîlmê ve, dixwaze ku sarbûna teknolojîya nûjen * nîşanî temaşevanan bike. derheqa rexnekirina nûjenparêzîyê de, fîlmeke gelek serkeftî ye. xêncî fîlmên charlie chaplin mînakên ev qas serkeftî tuneye. lê fîlmên jacques tati, li gorî fîlmên Charlie Chaplin, piçek zêdetir sembolîk e. ger tu destpêka felsefeya nûjenparêzîyê nizanibî, tu vê fîlmê nikarî fêhm bikî. ji ber ku hemû sehneyên fîlmê û bûyerên di fîlmê de pêk te, sembolîkin. mon oncle, di dîroka sînemayê de di dereke girîng de bi cîh bûye. ji bo hemû fikir, raman, pirtûk, tez, îdîa û xebatên dijî nûjenparêzîyê, çavkanî û mînakeke girîng e. |
|
19.02.2014 18:25 |
nazim tolhildan
|
14. nivîskarê ku mereq dikim, wek semaptîzanekê pkkê û mûrîd û mûbtelayekê öcalan ji bo 06.02.2014 vîdeoya abdullah öcalan ya lêpirsînê çi difikire,?? |
|
21.02.2014 04:12 |
endazer
|
15. rebenê ku, mixabin, bi rastî pirsa endazer hatîye ye. bi sêrî de bêjim; ez ne mûrîd ne jî mûbtelayê Öcalan im. ev pirsa wî ji min pirsîye, peyv bi peyv çekdar jî pirsîye. xuyaye ku armanca wî dîsa polemik e. li gorî min, endazer bi xwe ne hêjaye ku ez bersiva wî bidim. lê bi ser xatirê moderatorên din, nivîskaran û xwandevanan, ezê bersiva wî bidim. |
|
21.02.2014 12:01 |
nazim tolhildan
|
16. nivîskarê ku ez ji sedî heştê beravajiyê wî difikirim lê dîsa jî gelek kêfa min jê re tê ji ber ku vala nîn e têr û tijî ye Her peyamê wî dixwînim lê divê toleransa xwe berfireh û bêhna xwe jî fireh bigire:-) |
|
21.02.2014 16:05 |
ferhenga şikestî
|
17. ê ku rêzikên |
|
21.02.2014 16:18 |
simurg56
|
18. nivîskarê ku nizane çi dibêje û nikare tir û dasê ji hev ferq bike.. |
|
22.02.2014 17:25 |
endazer
|
19. Nivîskarê ku endazer jê re bûye dijber e. Dijberîya endazer ya li hemberî wî, dijberîya endazer ya li hemberî pkkê jî derbas bûye. Heta, ger nazim tolhildan bibêje xwedê yek e, ewê bibêje heşa. Ger nazim tolhildan bibêje pexemberê me hz. Mihemed e, yê dîsa bibêje heşa. |
|
23.02.2014 12:29 |
nazim tolhildan
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |