Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
nazim tolhildan - tirşik
nazim tolhildan
(39) (14) (13)
di mijarê de bigere

77. nivîskarê ku gelek ji yarîkênvîzemanîbidevdostinbiqelbûdilêxwekafirin diket.Xudê wan ji êkudu veneqetînît. *



23.12.2014 02:49 | vêca çiyeeee

78. nivîskarê hemû peyvên li ber pkkê derdikeve ji xwe re hîs dike ye. ji ber vî halî xwedê alî wî bike..



biner /56912



17.01.2015 20:32 | berxweda

79. rastê, li hember hemû reşkirinên dijî pkkê heya ji destê min tê berê xwe didim. ger tu bêjî ku ev tiş hemû tiliyan di qûna xwe hîs kirine, wê demê gotinên min xilas dibe. tişteke ku ez ji te re niqaş bikim nemaye. xwedê te bihêle.



17.01.2015 21:12 | nazim tolhildan

80. tolhildêr û heyfhildêreke temam e. ti kes nikare ji dest wî bifilite *



18.01.2015 09:10 | oxir

81. ji entryên dirêj hez nake *



19.01.2015 00:50 | ferhenga şikestî

82. nivîskarê piçek xwesteka fahm kirinê di serê wî de tuneye ye. nizanim bê wê ferqa reşkirin û eşkerekirina reşikên tiştekî ji hev derxe. (bnr: berxweda/54086">berxweda/54086). radibe û dibêje reşkirin rûdinê û dibê reşkirin.



bila bizanîbe ez ê her reşahiyên pkkê û tevgerên tirrîka wê ku nikarim navê wan rêz bikim(bi rastî jî nikarim û bawr nakim kes karîbe jî) bi lêv bikim. bila ew her tiştî wek reşkirinê bibîne lê bila nekeve nav mijarên fahm nake. dema ew werr dike wek 95% partiya xwe tevdigere, tiştina dike/dipeyive lê nizane çi dipeyive an ji bo çi dipeyive.



10.02.2015 02:06 | berxweda

83. nivîskarê ku meraq dikim gelo di derbarê 03.21.2015 nameya ocalan û ruhê eşmeyê de çi difikire



22.03.2015 16:19 | ferhenga şikestî

84. Nameyeke ku di tê de xêncî ruhê eşmeye ti tişteke nû tuneye. hema bêje hemû gotinên Öcalan ên di vê nameye de, jixwe li dolmabahçeyê bi devê sırrı süreyya önder ve dîsa weke gotinên Öcalan hatibû gotin. Yanê ev namê tenê dubare kirina wan gotinan bû. Heta ev name eşkerekirina armanca pêvajoya çareseriyê a li ser pkk’ê bû. Yanê bi tirkî “malumun ilanı” bû. Jixwe armanc di dawiyê de di şert û mercên erênî de sîleh berdana pkk’ê nîbû???

(bnr: 28.02.2014 banga ocalan ya ji bo çek danîna pkkê).



Gelek rexne ji bo vê nameyê û helwesta Öcalan tên kirin. Ez xwe jî gelek caran helwesta Öcalan rexne dikim. Lê heta ji destê min tê, rexneyên xwe avayekî bi feyde dikim. Hez nakim ku gotinên min qet kesekî jî ji pkk’ê an jî ji hdp’ê sar bike û dûr bixe. Û çi dibe bila bibe serhildana Öcalan û şera gêrîlla a 30 salî zêdetire berdewam dike, her dem ji bo min yê tişta herî pîroz be. Dîsa heta ji destê min tê rexneyên xwe di platformên weke tirsik. net’ê û gelek malperên înternetê de weke polemîkan nakim. Heman hesasiyetê ji bo gelek rêxistin û kesayetên kurdan ên din jî nîşan didim.



Lê hemîn ferhenga şikestî ê hêja ev pirs ji min pirsî, ezê bidil fikrên xwe yên taybet bêjim: Öcalan di vê nameye de dû heb tiştên girîng dibêje, lê ev cara yekemîn nîne. Heman tiştana berê gelek caran gotibû. A yekemîn: merhaleya ku kurd bi şer ve bikaribin biçin êdî çûne. Yanê êdî tişteke ku bi şer ve em bikaribin bi dest bixin nemaye û êdî gerîlla li hember dewleta tirk mîsyona xwe temam kiriye. A duyemîn: Ruhê eşmeyê. Ango bi gotineke cûda ve “biratî û hevkariya gele kurd û tirkan”. Gotinên nû nînin lê girîng in. Dîsa jî tenê li ser du rûpelan, nirxandina nameya öcalan tişteke şaş e. divê pêşiyê em îdeolojiyên pkk’ê û 99’an de dûv girtina Öcalan re guherîna îdeolojiya pkk’ê bifikirin. Ger em fikrên Öcalan ên 99’an şûn de biperêzin wê demê di vê nameyê û 16 salên pkk’ê ên derbasbûyî de ti şaşiyek, an jî ti tişteke em zêde rexne bikin tuneye. lê dema ku em îdeolojiya pkk’ê a 99’an şûnde neparêzin wê demê divê em ne tenê vê nameyê, divê em hemû 16 salên dawîn ên pkk’ê jî rexne bikin.



Dema ku fikra Öcalan a bi navê konfederalîzma demokratik derkete holê ez hê piçûk bûm. Lê malbata min jî weke hemû malbatên kurdan xwîna wê di rê ya kurdîstaneke serbixwe de hatiye rijandin. Weke hemû kurdan di xiyalên min de jî dewleteke me kurdan a azat hebû. Lê dema ku ez hîn bûm ku demokratik konfederalîzma öcalan dijî hemû dewletên neteweyî û bi vê prensîbê ve dijî dewleteke neteweyî a kurdane jî, wê demê xwîna min di tamarên min de cemidî. Min gelek caran ji xwe pirsî: çawa, çawa, çawa û çawa….çawa em dev ji dewleteke kurdan a neteweyî berdidin. Çima emê destê tirkan, ereban û farisan bigrin û jiyaneke bi hev du re xiyal bikin…



Bi rastî qebûl kirina vê fikrê tişteke pir zor bû. Lê roj bi roj mirov him bi laşê xwe ve him jî bi mêjiyê xwe ve mezin dibe. Wextekî şûnde ferq dikî ku fikrên te jî guheriye. Rewşa dinyê, şert û mercên kurdan û a dinyê baştir fêhm dikî. Di dawiyê de ferq dikî ku rûmeta rû yê me hemû kurdan gerîlla êdî misyona xwe a hember dewleta tirk temam kiriye. Edî bi şer ve rê ya ku tu dikarî biçî, te qedandiye. Wê demê biryarek tenê dimîne. Madem ku edî tu yê şer nekî, wê demê divê tu ji xwe re rêyekê xêz bikî û heta ji destê te tê gelek tiştana berdêlî sîleh berdanê ji dijminê xwe bistînî. Ya ku Öcalan dixwazê bike ev yeka ye. Bi rastî helwesteke raste jî. Ji ber ku êdî ew barê giran a me daye li ser milên pkk’ê divê êdî sivik be. Ango êdî divê rêya siyasetê vebe û gele kurd bi siyasetê ve, bi demokratîkbûna tirkiyê ve mafên xwe yên mayî bi dest bixin. Ango li vir şûn de êdî mesûliyeta gel dest pê dike. (bnr: heta hetayî) em nikarin kurdbûna xwe bi xwîna pîroz a gêrîlla ve biparêzin. Divê em gelê kurd êdî berpirsyariyê bidin stûye xwe û her çiqas fikrên me cûda be jî, bi hev re doza kurdistanê bi rê ve bivin. Ev nameya Öcalan jî bi avayekî, eşkerekirina vê yekê ye. Vê yeke ne tenê kurdan re, hemû gelan re diyar dike. Öcalan dibêje pkk’ê êdî mîsyona xwe temam kiriye. Li vir şûn de kar karê gel e. me doz heta vir anî, li liv şûn de hûnê berdewam bikim. Û hdp jî encama vê siyasete ye.



Xêncî wê, tişteke girîng dîsa heye. Ger mirovek rexneyan tiştekî bike divê di heman demê de pêşnîyariya xwe an jî alternatîfa xwe jî bêje. Lê mixabin gelek zanayên me kurdan dema ku rexneyan li nameyên Öcalan, rê ya ku Öcalan nîşan dide, û pkk’ê dike; ti pêşniyarî an jî alternatîfekê jî nabêjin. Ez xwe jî gelek caran difikirim. Gelo me çi bikira û gelo em çi bikin yê baştir be… heta alternetîfeke ku fikrên Öcalan baştir û xurttir dernekeve divê em tev piştgiriyê bidin vê siyasete.



Di derbarê ruhê eşmeyê de jî zêde dirêj nekim. Bi ya min, ev gotina Öcalan tenê taktîkek û manewrayeke siyasî ye. Bingeha wê tuneye. bi taybetî jî di şera kobanê de helwesta dewleta tirk nîşan da ku di navbera me de pêkanîna biratî ne hevkariyê tişteke hêsan nîne. Jixwe herdû gel di aliyê hestan de têra xwe parve bûne.







23.03.2015 12:11 | nazim tolhildan

85. nivîskarê ku di vê peyama xwe de ceso/52489 stranekî diyariyê min kiriye lê xuyaye stranê temaşe nekiriye ji ber ku video piştî destpêkirinê li dijî darwînîzmê dest bi propogandayê dike* me nizanibû ku nazim ji terîqeta adnan oktar e bi vê yekê em têgihîştin ;) henek li alîkî bila ji kerema xwe re wê vidoya eletewş jê bibe lo lew re qet bi mijara ceso nakeve

sererastkirin;

malî ava be, daxwaza min kiriye rojeva xwe û videoyê jê biriye ✌️



23.03.2015 23:03 ~2015.03.24 15:46 | ceso

86. Nivîskarê ku bi vê peyama xwe civîna nivîskarên tirşikê a li girava lostê/62135 me ji kena kuşt *



24.03.2015 15:24 | brusk56

87. nivîskarê tirşikê ya ku bi îlm û fikrên hevalek heja ye. dostek qedîm e. lê vexta ku kala partiya wî dibe pir bihêrs dibe. xwezî rojek ware ew bixwe sîyasetê bike ku em wê partiyê hebek hez bikin. lê nuha; bebexşe heval ew partiya di riyeka rind de nine.



04.04.2015 16:40 | cinorek

88. Nivîskarê jiber ku endazer gelek tênakevît tirşikê sebra xwe bi cînorek tînît..



04.04.2015 17:02 | vêca çiyeeee

89. yek ji ulkuciyê partiyê ye. bi her hawî dibêje ez neteweperwerim lê tevgerî wî û yên ulkuciyan gellekî dişibin hev. heke di jiyana rastîn de jî wek vir be xwedê me ji wî bisitirîne.



04.04.2015 17:12 | berxweda

90. armanca min tenê diyarkirina heqeretên cinorek bû. dema ku cinorek ji hdp'ê re dibêje "sedî sed partiya gû" pirsgirêk tuneye. lê dema ku ez şaşiyên wî tînim ziman dibim ulkucuyê partiye.

(bnr: ayıp ettin iki gözüm)



04.04.2015 17:44 | nazim tolhildan

91. dilê min ji kurmanciya wî dixele, ji xwe dema ez dibînim li jêr her peyameka xwe de binêrinên bi tirkî dide, û qaşo bi van binêrinan xelkê keys dike îcarî ruh ji min diçike! tu bêjî di nav peyamên wî de tişteke maqul û beraqil heye, ew jî nîne, di tirşikê de li hêviyê ye ku yek rexneyekî bîne ser öcalan an pkkê û ew jî bersivên ji qÛna xwe bide, ev çi qas e ez ê di tirşikê de dinivîsim min hêj nedîtiye li hemberî rexneyekî berevaniyeka maqul kirî..

di wêjeya kurdî de çend nivîskar hene ji ber ku bi tirkî tu bi ser nexistine hatine bi kurdî dinivîsin, ji xeynî wê kurdiya wan a kelî û rijî tu taybetiyeka wan nîne, nazim jî li ber dilê min yek ji wan nivîskaran e.. lê bila dilê xwe negire Û binivîse, ji kurdî re yên wekê nazim jî lazim in..



05.04.2015 03:36 | endazer

92. Nivîskarê ku ev çi qiyamete li ser wî dimeşe nizanim. min biborînin, lê ezê neçar dîsa peyameke dirêj binivîsim. Ev qiyamet, li ser reaksiyona min a li hember peyama cinorek a derheqa hdp'ê de dest pê kir. cinorek peyama xwe de çi gotibû? weke gelek dijberên pkk'ê dîsa dest bi heqeretan kir û ji hdp'ê re got hundred percent partiya gû. ango sedî sed partiya gû. ev çi şewaze û ev çi dijberiye nizanim. min dixwest ku ew dijberên pkk'ê ên din bihatana û bigotana "kuro cinoreko ev gotina te tişteke şaş e, wiha dijberî nabe". lê wan çi kir? hema li ser min ve hatin. li ser de ne yek ne dudo, hemû bûn yek û bi hev re bi kompleksa xwekêmdînê ve êriş dane min. xwedê ji we razî be. bi vî avayî helwesta we diyar dibe. armanca we, diyarkirina şaşiyan bûya û jixwe ya insaniyetî û wijdanî ew bû, we yê cinorek rexne bikira. lê niyet û armanca we diyarkirina şaşiyan nîne, tenê dixwazin ku di kesayeta nazim tolhildan de sempatîzanan bêrûmet bikin. spas ji we re...



em werin li ser peyama endazer a li jor. dîsa min biborînin, ji ber ku ezê hevok hevok ji peyama wî re bersivên xwe bidim. di destpêke de dibêje ku "dilê min ji kurmanciya wî dixele, ji xwe dema ez dibînim li jêr her peyameka xwe de binêrinên bi tirkî dide, û qaşo bi van binêrinan xelkê keys dike îcarî ruh ji min diçike. dikim nakim fêhm nakim. çi têkilî di navbera vê meselê û asta kurmanciya min de heye nizanim. haa min di serî çi got. armanc bêrûmet kirina nazim tolhildan e. li ser seran, ser çevan. li ser de min tu carî îdîa nekir ku ez di asta mamoste endazer de kurmancî dizanim. xêncî wê dema ku gotinek rast be kurdî, tirkî, erebî, îngilizî bûna wê ne girîng e. ji kerema xwe re destûr bide ku biryara başî an jî nebaşiya kurmanciya min yên peyamên min dixwînin bidin. em werin hevoka duyemîn: tu bêjî di nav peyamên wî de tişteke maqul û beraqil heye, ew jî nîne, di tirşikê de li hêviyê ye ku yek rexneyekî bîne ser öcalan an pkkê û ew jî bersivên ji qûna xwe bide. erê we şaş nebihîst. dibêje bersivên ji qûna xwe. bi rastî êdî ez ji şêwaza wî metel namînim û carinan difikirim, gelo çi ferq di aliyê şêwaz de, di navbera cinorek û endazer de heye...hûnê bi vî avayî xelkê rexne bikin û fikrên xwe diyar bikin ku em jî fikrên li gor we rast biparêzin. hûnê bi vî avayî xelkê îqna bikin. bi beraqil bûn û maqûl bûna peyamên min jî li gor te tuneye, dîse ser çavan. lê yên ji peyamên min dixwînin û giramî digrin jî hene. li ser xatirê wan ezê binivîsim. xêncî wê, weke te got ez hêviya rexneyek bê öcalan û pkk'ê ku ez bersiv bidim nînim. min nezîkî 2000 peyam nivîsiyê û %95 derheqa pkk'ê an jî öcalan de nîne. kerê ker û kor û lal dizanê ku ev reaksiyona min tenê ji ber heqereta cinorek bû. jixwe zûdaye min biryar dabû ku bersivên rexneyên li ser öcalan û pkk'ê nedim. li aliyê me dibêjin "yên xwe şik herkesî wek xwe dizanin". di dawiyê de wiha gotiye: di wêjeya kurdî de çend nivîskar hene ji ber ku bi tirkî tu bi ser nexistine hatine bi kurdî dinivîsin, ji xeynî wê kurdiya wan a kelî û rijî tu taybetiyeka wan nîne, nazim jî li ber dilê min yek ji wan nivîskaran e. lê bila dilê xwe negire û binivîse, ji kurdî re yên wekê nazim jî lazim in. kekê endazer dîsa rê ya xwe şaş kiriye. kuro ez ne nivîskarê wêjeya kurdî me. ez tenê weke kurdiya xwe di tirşikê de dinivîsim. ez ne helbestvan im, ne nivîskarê çîroka ne jî nivîskarê romanan im. tenê rebenekim û di tirşikê de dinivîsim. ev berawird kirin çî ye îja. xêncî wê dîsa dubare dikim, ti têkilî di navbera gotinên min û ev nivîsen endazer de tuneye. tenê dixwaze min bin pê bike. bila wek camêran bihata û bigota gotina cinorek gûxwerine û ew tiştên ji vê mijarê ve giradêyî nînin tev lê nekirana, bila cigerê min bixwe.



wekî din, çend peyamên îro de rastî resteqîn jî hatim. carekê li ser wî ve çûm, xeyîdi û dev ji tirşikê berda. weke 6-7 mehan nenivîsî. êdî hez nakim li ser ve biçim, lê çend gotinên wî ên piştî vê meselê wî got û zora min çû divê ez bêjim. di peyama a mijara ji bo sempatîzanekî qonaxa redkirina gotin û kirinên öcalan û pkkê de milyonan kesan re dibêje kerên bêmêjî. têrê nakê dibêje ehmeq. paşê jî dizvire û dibêje ew kesên ku bersiva min bidin qelîteya wan weke qelîteya bersivên wan in. wê demê bi van heqeretên te ve qelîteya te çawa dibe... jixwe serokên wan dijberana endazer jî wan milyonan re gotibû ehmeq. berxweda ê dijber di peyameke xwe a jor de ji min re got ülkücüyê partiyê. lê bi xwedê nîvê heqeretên rasteqîn, cinorek û yên endazer zora min neçû. ji ber ku camêr peyveke li gor min heqeret bêje jî ji min re tenê dibêje, gelemperî nake. lê endazer û rasteqîn û cinorek rêyeke şaş de ne. gotinên tûj nînin, rasterast heqeret in ji milyonan re...











05.04.2015 12:04 ~12:12 | nazim tolhildan

93. cinorek/63994

hundred percent partiya gû/63894

hundred percent partiya gû/64032



nivîskarê ku piçeke neqehiyê dike, divê li entryên jor binihêre



05.04.2015 12:43 | ferhenga şikestî

94. nivîskarê ku yek bi yek hevokên dijberên pkk ê li laboratûvara xwe analîz diket û ji hevokan heqaretan derdixînît û wek mijar li tirşikê zêde diket. *



05.04.2015 15:07 | vêca çiyeeee

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nazim tolhildan vs. abdullah tolhildan

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî