Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
nazim tolhildan - tirşik
nazim tolhildan
(39) (14) (13)
di mijarê de bigere

95. fikrên mirov çi dibe bila bibe, divê mirov bi her avayî dijûn û heqeretan dûr bikeve. ev du rojin niqaşên di tirşikê de diqewimin gav bi gav kesayeta mirov xera dike. heqeretek nema ji min re nehat kirin. ker, ehmeq, kerê bêmêjî, kerê neehmeq, kole û hwd. lê min qet di peyemeke xwe de heqeretek nekir. û di aliyê îdeolojiyan de jî min tiştek negot. tenê min got ku fikrên xwe bê heqeret diyar bikin. lê ez her çiqas bêjim heqeretan nekin jî wan qat bi qat zêde berdewam kir. li vir şûn de, an divê ez jî bibim hevalê wan û ji wan jî zêdetir heqeretan bikim, an jî divê ez mala xwe bar bikim û ji tirşikê dûr bikevim. min hêvî dikir ku hemû tirşikvanan, sempatîzanan û dijberan jî heq bidim min û wan heqeretên di tirşikê de lanet bikin. lê mixabin yek ji min re dibêje "format heval", yê din dibêje "neheqiyê neke, me bersivên wan da", yekî dinê dest bi qala êrîşên sempatîzanên pkk bike, yekî din ê bêje "yaw temam bes". erê hin nivîskaran bersiv dan lê bi avayekî sivik. hinekan jî fêhm nekir ku mesele ne dijber bûn, an jî ne sempatîzan bûn e. mesele heqeret e. yanê ya ez dibêjim ewe ku, kesekî li hember heqeretan helwesteke xurt nîşan neda. helwesta tirşikvanan, moderatoran, sempatîzanan û dijberan, rê ya heqeretan vekirin pêştir tiştek nîne. samîmiyeta kesî bawer nakim. di vê rewşê de ez jî hez nakim ku şêwaza ku li hember kesên ku ji min re heqeretan dikin xera bikim. ji ber ku dawiya van niqaşên qirêj tuneye. ger wisa bikim, demeke kurt şûn de ezê bibînim ku karaktera min jî xera bûye.







05.04.2015 20:57 | nazim tolhildan

96. ku ez vê nivîsê nenivîsînim wê îşev xewa min neyê..

kek nazim jî pirr baş dizane ku gelek kêfa min jê re tê, min gelek caran jî gotiye û cardî dubare dikim, di warî heqeretên cînorekî de heta textika rastiyê mafdar e, xebera wî ye, û heqê wî jî heye ku hêviyên xwe ji me re veke..

ji xeynî çend mijaran, bi giştî em bêravajiya hevudu difikirin û vê yekê jî tînin zimên lê min tucar li hemberê nazimî bêhurmetiyê nekiriye, bila her tişt li aliyekî, mezinê min e, emrê wî ji min mezintir e.

min gotina xwe ji cînorekî re gotibû û bi ya min ew gotin bes bû(heke fêm bike)

bila kes xwe eciz neke û dawa terikandina tirşikê jî neke, em hemî dikarin di vê qadê de bihewin, siyaset germ e kurdistan germ e em ji pêvajoyeke qirofek ve derbas dibin, gelek jî normal e

azadîwxazjî ji bo kesên ku naçin rayên xwe nadin re van gotinan gotibû /64078 ku min jê tawanbarî û îthameke weha hêvî nedikir, bila saxiya canê wî be..

bi ya min gotinên camêr jî bi awayekî ji awayan heqeret e, pûçkirin û piçûkxistina helwêsta hin kurdan e.. neyse



05.04.2015 21:08 ~21:14 | ferhenga şikestî

97. nivîskarê ku ji ber gotinên xelkê xwe zêde aciz dike û bersivên dirêj dinivîse.

ger em li vir bikarin bi zimanek nerm û maqul gûftûgoyê bikin, heye ku em nêrînên hev û din nêzikî hev bikin. lê ger zimanê gûftûgoyê veguherîbe zimanek tûj, jixwe êdî divê mirov hêviya xwe ji wê gûftûgoyê bibire û biqedîne.



loma pêşniyara min jê re ew e ku dema dît ku gûftûgo ber bi gû ve diçe (jixwe navê wan jî dişibin hev) bila hêdika derbasî mijarên din bibe û serê zêde pê neêşîne.



05.04.2015 22:26 | simurg56

98. nivîskarê ku li ser navê wî pirr tişt hatiye nivîsandin. dema min tune ye ku ez bixwînim, bila dilê xwe meke.



lê meriv dibê qey paşnavê wî ji paşnavê abdullah öcalan hatiye wergerandin. bi vê yekê ve jî diyar dike ku pabendê bîreweriyeke navneborî ye.



05.04.2015 22:45 | serhednişîn

99. yek ji wan nivîskarÊn tirşikê ye ku uslûba wan serast, nêrînên wan bi awayekî normal Û xweDî nivîsandineke nerm e. peyamên li jor hatine nivîsandin qet wî pênase nakin! mirovekî hêja ye li gorî min. di warê îdeolojiyÊ de jî di warê uslûbê de jî nêzîkî min e. kurmanciya wî diyar e ku di çi astî de ye. jixwe wî jî gotiye ku asta kurmanciya wî ne weke asta kurmanciya mamosteyekî ye. yanî bila kes neyê bi zimanekî tûj kurmanciya wî rexne neke. ger meriv bixwaze şaşiyên kesekî/ê sererast bike, dikare bi zimanekÎ nerm rexne bike û şaşiyên wî/wê kesî/ê jê re bibêbe. pir zêde nerin li ser wî. êdî dev jî wî û zimanê xwe yî tûj berdin!



05.04.2015 23:01 | mergehez

100. Dibem qey ji polemîkên derheqê pkk û hdpê dûr bikeve çêtir e..pêşiya me hilbijartin e û em hê jî ji bo xebatan li insana digerin, şûna cinorekê li uzakdoğu dijî û rasteqînê evindare israêl îkna bike, li kû bajarî be li wir tev li xebatên hilbijartinê bibe, arî me bike emê keda wî jibîr nekin

gerçîî belkî nav xebatan de aktîf be jî, belkî ez gunehê wî dixwim, hey wiha be problem nîne, lê dîsa bêjim navê vir tirşik e nazim, li vir pevçûn ne lazim e nazim...



06.04.2015 14:53 | kevçiyê dil

101. xeberxweşek e, camêr gotineke xirab jî negot lê gotinên wî hatin manîplekirin. lê dîsa şêwaza xwe xira nekir.

*[yê xweyîheq tu yî.!!]



06.04.2015 19:45 | xendekî

102. (bnr: daçek)

(bnr: ji aliyê)..

(bnr: bi aliyê)..



07.04.2015 23:54 | mergehez

103. nivîskarê ku heqareta brusk56 bibîne wê fahm bike ku li hember heqaretê kes dengê xwe bilind nake /64890 *



11.04.2015 17:05 | berxweda

104. yahû li kû ye ev camêr?

min bêriya wî kiriye:(



03.05.2015 22:20 | ferhenga şikestî

105. nivîskarê ku di hdp'ê de, ji bo hilbijartina giştî a 2015'an, li îdir'ê xebatan dimeşîne, ji ber wê heya 7'ê hezîranê nikare binivîse.



04.05.2015 11:33 | nazim tolhildan

106. (bnr:azerî/74791) dijûn û heqaretên kesanedîtî li miletê azerî kiriye, ji ber çi? ji ber ku tekerê erebeya wî teqandine.. bi vî mantiqî heqê tirkan jî heye sibê heta êvarî dijûnan bikin kurdan, ji ber ku ciwanên kurd jî gelek caran li bajar û metropolên tirk erebe û dikanên wan dişewtînin..

ka li kû ma biratiya gelan, ortak vatan, demokratîk ulus nazim heval?! ma ne eyb e tu ji bo çend qurîş malê dinyayê hemû ferdên miletekî bi bênamûsiyê tohmetbar dikî?? *



09.09.2015 23:08 | endazer

107. bikarhenerekî bi sebr e. berî vê carê sê caran tekerên erebeya wî teqandine lê wî deng ji xwe dernexistiye. azerî/74791



di vê rewşê de gellek henek dikare were kirin lê rewş ne rewşa henekan e.



09.09.2015 23:21 | berxweda

108. nivîskarê ku erebeya wî heye*



09.09.2015 23:30 | ferhenga şikestî

109. kesê ku mafdare çêrî azerîyê tekerê ereba wî teqandîye bike jiber ku çi heq û deynê bavê wî kesî lê heye ku liser tekerê wî teqînîyan pêktîne? lê ne mafdare tevekê azerîyan bide ber dijûnîya... û bila ji kerema xwera hinek kes me û tirkan nedin berhev ger em erebeyên tirka bi şewitînin mafê wan tune ew dijunîyan bikin jiber em mafdarin ew heqê me dixwun.



09.09.2015 23:51 | shorbevan

110. Bi qasî xuya dike yan niha serokê hdpê yê bajêr e yan jî bûye namzet-namzetê hdpê û namzetbûn bi heq nekiriye. Ji xeynî van tiştek naye bîra min.

xwedayê reben hifza erebeya wî bike û dîsa erebeya wî bisitirîne*



10.09.2015 00:03 | mergehez

111. nivîskarekî reben e, hema çi bû ku tiştek li ber devê xwe revand, bi xafilî tiştek got û hemû gelê azerî sûçdar kir. lê endazerê me qet vê fersendê direvîne* bavo piçek însaf bikin. qet nebe bila kıznaz xanim nebihîze. yoxsa meni indî öldürebiler balam*



10.09.2015 13:42 | nazim tolhildan

112. nivîskarê me fahm kiriye kêfa wî ji henekan re jî tê. ez jî henekekê pê bikim.



nazim dor hatiye ser stepne, wî baş veşêre ha *



10.09.2015 15:11 | berxweda

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nazim tolhildan vs. abdullah tolhildan

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî