1. hozan û hunermendekê kurd ku ji aliyê cîhanê ve tê nasîn û bi mûzîk û stranên xwe hestên welathezî û niştimanperweriyê di dilê gelek kurdên apolîtîk de çandiye û çavên gelek kurdên ku ji aliyê rejîm û sîstemên xêrnexwaz ve hatîn xirandin bel kiriye û vekiriye.. demekî ji ber ku nexwest di bin sulta û hegemonyeya pkk-ê de hunera xwe îcra bike pevçûn û nexweşî di navbera wî û pkk-ê de çêbûn û heta alîgirên pkk-ê li çend deran bi ser konsertên wî de girtin û saza wî şikênandin û nehêliştin şivan hunera xwe îcra bike.. lê niha her du alî jî ji bo prestîja xwe ya di dilê gelê kurd de xirab nekin zêde naaxivin û nakevin nav polemîkan.. |
|
29.06.2013 03:38 |
endazer
![]() |
2. hunermendê ku li gorî gotinan heye ku dawiya vê heftiyê wê bi serok barzanî re were amedê. |
|
11.11.2013 19:11 |
simurg56
![]() |
3. hunermendê kurd e ku bavê wî îro gotiye "ez lawê tirkan im" |
|
13.11.2013 18:56 |
simurg56
![]() |
4. ji xwe bi albûma xwe ya dawîn qedr û karîzmaya wî ya mûzîkal şikestin xwaribû li ber dilê min îcar eger senaryoya muhtemel ya 16ê mehê jî rast derkeve wê bi destê xwe hemû ked û teba xwe ya siyasî jî edem bike û bi avê de berde.. |
|
13.11.2013 19:43 |
endazer
![]() |
5. stranbêjê ku nizanim bo gelê kurd çi gû xwariye ku dikare bi pkkê bê mukayese kirin. |
|
14.11.2013 01:08 |
brusk56
![]() |
6. şivan perwer ew kesÊ ku stranÊ kurdÎ yÊn berÊ ji nÛ ve vejandÎye. lÊ belÊ şivan perwer ji şivanÎya xwe derketÎye Û Îro wek ismailÊ berê disa derketÎye pÊşberÊ me. raste dengekÎ bÊhempa li ser e, lÊ belê heman strana bidin kesekÎ,zarokekÎ ruhahÎ yê heman temÊ bide me. karÊ şivan stranbÊjÎ ye. ne sÎyaset e. |
|
15.11.2013 15:46 |
xelîlêzer
![]() |
7. vê carê bi rastî jî xwelî li serê xwe kir. gelê kurda îro gelek xemgîn kir. afeRÎN Jİ TE RA |
|
16.11.2013 18:34 |
kurê xelkê
![]() |
8. stranbêjê ku di vê strana xwe de, xwe gelek baş pênasandiye. neke lawo neke cahşîtî korucîtî ne baş e xweda efû nake ger mirov xayînê welatê xwe be ey tekoşerên doza me bi îkna biçin ser birayên xwe dijmin wan xapandiye şivan perwer |
|
17.11.2013 12:43 |
brusk56
![]() |
9. ew şivanê zana bi lehîstokê erdoxan.te'ba 35 salan binerd kir û min gellekî xemgin kir. |
|
17.11.2013 16:08 |
karmatî
![]() |
10. pkkiyê kevin e. |
|
18.11.2013 21:14 |
simurg56
![]() |
11. ev du sê hefte ne ji serokê partiyeka rejîmê bêtir bi rojeva tirkiyê ve eleqedar dibe û derheqê rojevê de daxwuyaniyan dide.. herî dawî derheqê pêngav û hewldanên akpê yên li ser girtina dersxaneyên cemaeta fethullah gülen de daxwuyaniyek dabû û gotibÛ divê di derbekî re dersxane neyên girtin.. |
|
24.11.2013 00:42 |
endazer
![]() |
12. ew kesê ku tê gotin destûr nedaye ku koma ferec strana wî ya bi navê hevalno têxe albûma xwe. (bnr: hevalno) |
|
22.12.2013 14:55 |
simurg56
![]() |
13. hunermend û stranbêjê ku bûye yek ji aktorê rêze-fîlma taşeronê mezin ya beşa şeşemîn.. |
|
12.02.2014 00:26 |
endazer
![]() |
14. gelek mijaran de weke ocalan nafikirim. lê şivan perwer ne yek ji wan e. |
|
12.02.2014 19:07 |
simurg56
![]() |
15. erê qurban erê, eyareka mezin ji ocelan xwariye. ocelan teraziya çi ye ku şivan perwer helsengîne? ha helbet belku mirîdên xwe bi gotina ocelan re sedî sed berê xwe biguherin û kesê ku duh heyranbúnê re şorran û sixêf û dicûnan bikin. lê şivan ku çi kir bi xwe li xwe kir. qêmeta xwe li bazara cem kurdan biçûk kir. temam lê hez mekin qurban, lê bi wan gotinan jî lê mexin. |
|
12.02.2014 20:04 |
fethî ronî
![]() |
16. li gel pozbilindiya wî heke ku bi pkkê here pê re agirbestekê îmze bike û li hilbijartinan ew bike namzetê stenbolê dê dengên bdpê ji sedî sed zêde bike. |
|
17.04.2014 01:12 |
oxir
![]() |
17. nivîskar e jî. wextê xwe de ji bo zarokan pirtûkek bi navê çîroka newrozê nivîsandiye. |
|
06.07.2014 00:44 |
simurg56
![]() |
18. hûnermend û stranbêjê ku di vê demên xirab de derneketiye holê û straneke jî ji bo şingalê çênekiriye an ji negotiye.ez mitale dikim çima êdî dernakeve holê? li gorî dîroka stranbêjiya wî ,bûyerên wekî dagirkirina şingalê ji bo wî fersendek kêrhatiye lê vê neqilê ewî vê fersenda henê bikarneaniye û nekariye derkeve holê ji ber ku ew xwe ji dizane ewî pê destê xwe kuta çiqas yekê karîzmaya xwe û ji xwe qeraha.ez dibêjim qey êdî bûye şirîkê ibo yê avahiyan. yanî dev ji stranbêjiyê berdaye û bûye mitehît. |
|
28.08.2014 11:11 |
karmatî
![]() |
19. ez ne şaş bim di pirtûkek mahmut baksî qal dike, salên 80'yî kurdekî bakûr dihere rojhilatê kurdistanê, li vira minîbûsekê sar dibe û ev diyaloga navberî wî ajovanê minîbûsê derbas dibe . Ajovan-tu kurd e? +erê -winî be niha roket bi te re heye +na, roketa çi? (bê tirs û ecêbmayî) -roket law, bandên şivan... |
|
28.08.2014 13:04 |
serpale
![]() |
![]() |
eger te quran nexwandibe û tu tê negehiştibî hemû pirtûkên te virtepirt e [1] |
![]() |
kemalîzm [3] |
![]() |
jibîrkirin [1] |
![]() |
tirşik mobîl [2] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |