Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 29 peyam
şivan perwer - tirşik
şivan perwer
(20) (12) (11)
di mijarê de bigere

39. (bnr: dilê min bû bahra belek)



26.11.2017 16:10 | bûtîmar

40. Nizanim ew çawa bû lê medyaya pkkyê wan rojan pir qîmetê tide şivan perwer.
Doh stêrk tv yê konsêrta şivan bi zindî weşandiye.
Here lînkê
Binaenaleyh xwezî çend stran li ser rojava bi taybetî li ser efrînê çêke.



06.12.2019 18:07 ~2019.12.10 19:30 | cinorek

41. Demek dirêj bû ku ji dilê piranîya Kurdan derketibû. Piştî ku dev ji piştgiriya AKP'ê berda, êdî vegera wî jî ne hêsan bû lê vaye navbera wî û rêxistinê nerm bûye. Ji bo wî pir keyfxweş bûm. Texmîn dikim ji gelek tiştan poşman e.
Ya ecêb ew bû ku piştî dev ji tevgerê berda, nekarî tu projeyek serkeftî jî derxe. Stranên bi îngîlîzî yên tevşomevşo çêkir.
Hêvî dikim dîsa stranên bi kurmancîya gewr çêke.



06.12.2019 19:06 | simurg56

42. gelek neheqî dît ji alîyê gel ve. kesên bê hed di derbarê wî de gotinên beredayî kir lê dîsa jî nikarin keda wî bin pê bikin. şivan bi qedr û qîmet e



07.12.2019 01:58 | lîfikê firaxê

43. Bi tevgerên xwe yên vê dawiyê xwe rezîl kiriye. Straneka bi navê "(bnr: bombala)" çêkiriye ku gellekî bi amator û arabesk e.
Weke din ev e demekê dirêje ku li herêma Kurdistanê bû. Bi qasê min bihîstî ji hikûmeta herêma Kurdistanê hêviyên wî yên alikariyê hebûn ji bo vekirina konservatûarekê. Dît ku hikumeta Kurdistanê tu alikariyan nadê dîsa berê xwe da avrûpayê. Di heman demê de berê xwe da Apociyan. Ew Apociyên ku di konserekî de saza wî di serê wî de şikandibûn. Ew Apociyên ku rojekî jî straneka wî di TV û radyoyên xwe de ne weşandî naha bi hawarî vê strana dawî ya şivan parve dikin. Ji bo çi ?
Ji bo hunermendiya şivan? Na!!
Ji ber ku wî jî êdî berê xwe daye Apociyan.
Stranekî li ser Ocalan çêkê ji xwe temam e. Êdî ew jî wê bibê murîdekê dilsoz yê Ocalan.



16.12.2019 00:49 ~00:52 | nan û av

44. hunermedê ku berî 15 salan çûye ber rehma xwedê. piştî mirina wî, kesek dişibe wî, ketîye şûna wî.
ravekirinek din tune ji bo karên wî yên van salan
(bnr: strana bi îngîlîzî ya şivan perwer)
(bnr: bombala)

heçko zeman ji bo wî di salê 90î de asê mabe. hê jî dema dest bi stranek bike ji adem û hewayê destpê dike, dikeve dîroka mezopotamyayê û ji kurdistanê derdikeve. heyran êdî dîya min jî dikare ji te xweştir behsa van retorîkan bike. tê bêjî qey yên li pêşberî wî hemû ker in û ew jî wan perwerde dike. di stranên wî yên berî 20 salan de jî wisa bû, niha jî wisa ye.

bi ya min ji aliyê entellektûelîyê ve gelek qels e. dengê wî ji bo dengbêjîyê zêde zêde xweş e. xwezî tenê vî karî bikira. dema dest bavêje qadên din, xwe rizîl dike.

ji bo xwedê bes e. em ji te bêtir xemgîn in ji bo karîyera te. ji ber ku şivanê berê, parçeyek çand û dîroka kurdan e. heqê te lê tune.



16.12.2019 23:11 | simurg56

45. şivan berê vê heftekê li ser youtubê di qanala xwe de dîmeneke nîv seatî par vekir. ev axavtin bi serenava bangek ji bo hîlekar, bê exlaq û nezanan hat belavkirin. di serî de şivanê min û we piçek pesna xwe dide ku dibêje ez li hemû civat û dewleta geriyame û min baş fam kiriye ku pergala cihanê çawa ye. çawa hatiye saz kirin. di dîroka wan de çi qewimîye. werhasil gelek behsa problemên girseyî dike ku êdî kurdekî nexwenda jî dikare van şîroveyan bike.

piştî demekî şivan ol û dînan rexne dike. bi kevneşopiya wan xwe gelek eciz dike û diqehire. bi rastî ne tenê ol û dînek îslamiyet û êzîdîtîyê rexne dike.piçek tund êzîdiyan rexne dike. carek dibêje ji ber zewaca keçeke êzdî bi misilmanek re keç tê kuştin.ev ne faşîzm e ev faşîstin faşîzm e. bi van gotinan rexneyên xwe dike. kerem bikin ku dixwazin guhê xwe bidinê ka şivan çi gotiye









piştî vê banga şivan gelek rexne hatin yek ji van rexneyan jî ji xidir feqîr hat. di serî de camêr sibê şivan hunermend e ez ji no vê tiştek nabêjim lê bi kurt û kurmancî got şivan nanê me li xwe heram kir. diyar e ku xidir feqîr gelek hêrs bûye got ez jî bi stranekê bersiva şivan bidim. bi strana gelêrî kirîvê ku şivan jî xwendiye bersiva wî da ya sosret peyvên stranê bi kurt û kurmancî dibê ez ê herim gulîstanê birevînim li ser singa wê kêfê bikim û memikên wê vir de wir de biqulpînim.


herftek ewil xidir feqîr vê dîmenê li der youtubê belav kir






22.04.2020 14:22 ~14:24 | roberz

46. (bnr: 13 nîsan 2020 banga şivan perwer)
Di banga xwe ya dawîn da camêr dixwaze bala ciwan û xortên kurda bikêşe li ser kurdbûn ê. Ji ber olan cûdabûn û dijmintî kirina kurda rexne dike. Şivan perwer ji kesî re nabêje ola xwe berde. Ji hemûyan re dibêje kurdbûyîna xwe bernedin da em neyên kuştin.

Yekî bê edeb bi navê xidir feqîr ji êzidiyane, rabûye rexne kirina şivan perwer wek heqaret fêm kiriye û heqaretên xirabtir yên bê edebtir li ser navê bavê xwe û êzidiyan ji Gulistan Perwer re dike. Temam tu bê edebî tu dijûnan didî, te çi ji gulistanê ye ehmeq?
Min dîsa dît ku Şivan Perwer hêj kêm jî gotiye.
(bnr: xidir feqîr kî ye dqn)



22.04.2020 19:59 | de facto hozan

47. ev rexneyên bereday bo şivan hatine kirin jî erê nakim.Ez ne mirovekî gêj im ku guh bidim rexneyên bereday.Ez ê guh bidim şivan ji bo ku ez/em salan e vî hunermendê guhdar dikin/m û rêz digirin/m.Şivan bi salan e ji te re kulaman dibêje rojekî jî te rexne bike wê çi be ? Divê tu wî aforoz bikî.Wek hunermendekî hizirên xwe aniye zimên.
wisa dixûyê ku li vir şaşiyek heye;Di vîdyoyê de kesê ku diaxive dibêje ez kurê xidir feqîr , tehsîn feqîr im.Lê di vî (Here lînkê) mîjarê de wek (bnr: xidir feqîr) hatiye bi nav kirin.




23.04.2020 02:26 | brzn

48. Şivan Perwer vîdeoyek nîv seat dirêj weşandiye. Navê vîdeo: „Ji bo hîlekar, bêexlaq û nezanan“. Meriv guhdarî dike, behsa felsefê dike, dîn dike, dîrok dike, behsa Marks, Hegel, Öcalan, Barzanî, Îsa pêxember, Platon, Sokrates, Bûdha, Lûther û, û, û dike, gotinên wî diheren û tên, diheren û tên, tilîk û qelema xwe bilind dike û li hewa ba dike … paşê tu hemû guhdar dike û pê dihese armanca vê vîdeoyê çi ye – Êzîdî ne. Yanî hozanê 40 milion kurd „hîlekar, bêexlaq û nezan“ di nav nîv milion êzîdî de dît û dixwaze bavêje ser wan. Lê êrîşa wî şîfre kirî ye, ji bo ku ne wek li dîjî êzîdiyan were dîtin, lêbelê weke „rexneya pêşverû, zane, demokrat li dijî paşverûtî, faşîzm û neînsanî, û ne tenê bo êzîdiya, lê ji bo misilmanan û hemû dînan jî“. Li vira em ê vê dijminatî û kîna wî li dijî êzîdiyan ya şifrekirî hinekî dêşîfre bikin. Şivan di video de dibêje ku hemû dîn gerek ji bo rehmê kar bikin, ew dînê ku neke, qîmeta wê olê tune. Û dewam dibêje: „[…] nava êzîdiyên me de mesele (…)“. Ew bi zanebûn pêşî bi gelemperî, giştî diaxive, paşê êzîdî tenê wek mînak nîşan dide. Lê ew çarçoveya (konteksta) demkî û naverokî, ku tê vê vîdeoyê belav dike, nîşan dide ku sebeba vê vîdeoyê tenê êzîdî ne û ne tiştekî din e. Lê ji bo ev yek xûya nebe, gerekî mînaka êzîdiyan têxe çarçoveyek berfirehtir û giştî nîşan bide, loma jî gerekî pê re bêje: “Ez KURDÊN MISILMAN JÎ rexne dikim”.

Baş e, em bêjin, eger ew bixwaze behsa êzîdiyan bike, bila bike, azadiya nêrîn û fikir e. Lê eger wisa be, dibe ku ew fikir û ramanên wî werin rexne kirin, ne tenê fikrên wî yên ku vekirî dibêje, herwiha yên veşartî, şifrekirî – kîn û nefreta veşartî li dijî êzîdyan. Ji ber ku di rastiyê de, rexneye wî “ya giştî, ne tenê ji bo êzîdiyan” tenê bi boneya rexnekirina êzîdiyan çêbû. Dijîtiya hemberî êzîdiyan li vira jî di vê yekê de ye, ku eger merî bixwaze kêmasiyên komekî rexne bike tevîku kêmasiyên wisa bi awayekî xirabtir ti komên din de jî hebin le vana rexne neke yan jî bike tenê jibo rexneya meriv ne yekalî xuya bike, wî çaxî sebeba rexne ne naveroka rexne ye lêbelê dijîtiya hemberî wê komê ye.

Şivan çi dibêje?

Dibêje ku hemû dîn gerek ji bo rehme kar bikin, ew dînê ku neke, qîmeta wê olê tune, u dewam dibêje: „[…] nava êzîdiyên me de mesele (…)“. Bi zanebûn pêşin bi gelemperî, giştî diaxive, paşê êzîdî tenê wek mînak nîşan dide, lê ew çaçoveya (konteksta) demkî û naverokî, ku tê de behsa êzîdiyan dike, nîşan dide ku sebeba vê vîdeoyê ne rexneyek giştî ye, sebeb tenê êzîdî ne û ne tiştekî din e. Ew dizane eger ew vîdeoyek tenê li ser rexnekirina êzîdiyan çêke, wê pirsan jê bikirana.

Şivan li ser êzîdiya dibêje: “Bîr nekin ku Laliş li axa Kurdistanê ye, Şêx Adî li axa Kurdistanê ye, Şêx Şerfedîn li axa Kurdistanê ye … hûn ji bîr dikin vêya! Û kengê jî Mîrê wan, Babaşêxê wan xwestin ji dibên em ne kurdin, em êzdîne“. Li vira Şivanê “pêşverû, dunya geriyayî, felsefe-xwendî, perwerdekirî”, weke ew di vîdeo de behsa xwe dike, li cem wî nasyonalîzma bêtolerans xûya dibe, ya ku ji bona gelek miletan bûyê cavkaniya faşîzmê, wek nimûne nazîyên almanyayê yan nijadperestên tirk. Wateya vê gotinê ev ê: Ev erd Kurdistan e, kî li ser bû, kî li ser be ew kurd e, yê ku vê qebûl neke ew şaş e, ji bîr dike vî tîştî. Dixwaze ku Êzîdî bêjin “Em Kurd in, zimanê me kurdî ye, welatê me Kurdistan e, em vêya ji bîr nakin”, û nebêjin “Em ne kurdin, ne erebin, em êzîdî ne, em ne Kurdistanî ne, em Êzîdxanî ne, zimanê me ne Kurdî ye, zimanê me Kurdmancî/Êzdîkî ye”. Lê eger vî tiştî bêjin, wî çaxî ew ji bîr dikin ku “Şerfedîn, Şêxadî, Laliş li Kurdistanê ye”. Ev fikir di hestên nijadperestên kurd de kîna li dijî êzîdiyan çêdike û gelek caran bûyê sebebê kiryarên kirêt. Mêze kin, gelek kurd çi ji Nadia Mûrad re gotine. Tenê ji ber ku nabêje “ez kurd im” di tora medya de jê re tê gotin “tu qahpe ye”, “tu jina erebe”, “tiştê DAÎŞ bi te kiriye baş e û hîndik bû jî”. Raporek UNO ya sala 2009 behs dike çawa asayîşên herêma Kurdistanê 2 çalakvanên êzîdî îşkence kirin tenê ji ber ku negotin “em kurd in”. Netew, êtnîk, netewdewlet ji aliyê mirovan ve hatine avakirin, konseptên muhendizî ne, hemû netew/êtnîkên diyayê. Ev nêrîn di ilmê teôrîya nasiyonalîzm û êtnologiyê te li dinyayê di nav ilmdaran, profesoran serdest e, berhemên ilmdarên herî mezin li dinyayê, wek nimûne Fredric Barth, Benedict Anderson, Eric Hobsbawm, Anthony Smith behsa vê li ser astekî zanyariya bilind lêkolîn dikin. Qey Kurdistan tim û tenê cihê kurdan bû? Ka milet û zimanê akadî? Zimanê wan dûrî kurdî bû, kevir û nexşên wan ji bin erdê Kurdistanê derdikevin. Ew der ne welatê aşûriyan, suryaniyan bû jî? Vira ne ew cihe ku em berfirehî behsa Akkadiyan, Hurriyan, Sumeriya, Mitanî, Med û Mesopotamia şirove bikin, tenê ev rastî: Netewa temîz, xwîna temîz, netewdewleta temîz, zimanê temîz tune, ev tenê encamên îdeolojiya nasiyonalîzmê ne, îdeolojiek, gava neyê sivîl kirin bi felsefeya pêşketî (kîjan di zimanê Şivan te xuya nake), dibe cavkaniya faşîzm. Ev faşîzma nasoynalîzm e ku dibe sedema bindestkirina, zulma liser hindekahî, nasnameyên olî û êtnîkî, hewla tunekirina wan e; li dijî pirregî, plûralîsma civakê ye, wekhevkirina bi darê zorê ye, asîmîlekirina nasnameya wan e. Şivan bi rûyekî ku tu dibêjî qey vedireşe dibêje “mîrên wan, babaşêxên wan dibên em ne kurd in, em êzîdî ne.”

Li vêderê êrîşî oldarên êzîdîya yên şexsî, Mîr û Babaşêx, dike, û berovajî vê yekê, ti rexneya xwe “ji bo hemû kurdan re” oldarekî kurda bi şexsî rexne nake. Balkêşe ku vê yekê dike tevîku rastî ev e: Mîr Hazem (û bavê wî Tehsîn) û Babaşêx tim dibêjim “Em kurd in”, hukumeta Kurdistanê çi ji wan dixwaze ew dikin, ji ber vê jî piranî êzîdî ji wan nefret dikin û vê yekê tînin ziman jî wek çawa Şivan di vîdeoya xwe de behs dike: “Belam her olek divê wezîfa xwe ya rastî bike, ne xelkê bixapîne. Nava êzîdiye me de mesele, dibêjin em kurdê resenî ne, em kurdê heqîqî ne […] em wan didin ser serê xwe.” Li vira ev pirs tê pêşiya mirov: Ger ev Mîr Hazem û Babaşêx tim digotin ku ew kurd in, pirsgirêka Şivan bi wan re çi ye? Em ê li jêr werin ser bersiva vê pirsê. Li aliyê din gelek meleyên kurd hene ku di mizgeftan de digotin ku êzîdî kafir in, kuştina wan helal e. Gelek kurd nanê destê êzîdiya naxwin, destkujiya wan heram dibînin. Lê di 45 salên hunermediya xwe de rojekî dijî wan kesan tiştek negot. Ew kesên ku cihê Şivan jê hatiye û lê mezin bûye nas dikin, dizanin ku li wê civakê kîna li dîjî êzîdiyan berbelave, ew kesê ji wê derê be û bêje “min tu caran gotinek kîndar dijî êzîdiya nedît”, bi ihntîmala herî mezin derewa dike. Wekî din jî naye hesabê Şivan, gava Mîrekî bêje (rast be yan na ew meselek din e) “ez ne kurd im”. Li vira merî tenê dikarî bigota: çi karê te weke ne êzîdî bi êzîdiyêk heye ku behsa nasnameya xwe bike? Kesê ku civaka êzîdî baş nas dike, zane ku, eger em hemû êzîdiyên cihanê binêrin, piranî êzîdî xwe kurd nabînin û ji ferzkirina nasnameya kurdî aciz in, û ew ne tenê şêxek e yan mîrek e, ew êzîdiyên “normal in”, tevî ku di nav êzîdiyan de fraksyona “kurdên êzidî” jî heye, kîjan jî wek Şivan ji vê yekê ne razî bin, lê rastî ev e.

Şivan berdewan gotina “em ne kurdin, em êzdîne” rexne dike û dibêje: “Ê baş e, Kurdên musulmanin jî bila bêjin em ne kurdin em misilmanin? Yê elewî bila bêjin em elewî ne? (…) Ger her yek bi vî alî here wê halê me çawa be gelo?“ Yanî azadiya êzîdiyan ji bo nasnameya xwe bijîn tuneye, êzîdî gerek binêrin ka ewil xwestina wan li gorî xwestina kurda ne yan na, ji bo siyaseta wan ya netewî li hev tê yan na, û eger na, gerekî nasnameya xwe biguherînin. Ev dîsa bêtolerasa nasiyonalîst e. Dişibe nasyonalîstên tirk, gava dibêjin “Heger em heqê perwerde kirina zimanê kurdî bidin, wê yên din jî werin wê vî heqî bixwazin, wê halê me çawa be?”. Anku heman arguman gelek caran ji tirkan hatiye bihîstin.

Ew berdewam dike û dibêje: „We [ji babaşêx û mîrê êzîdiyan re dibêje] hîşt kurdê êzîdî ber fermana û şerpeza kevin. Û SERÊ KURDÊ MISILMAN JÎ KELEREX KIRINE KU ÊRÎŞÎ BIRAYÊ XWE kirine gelek carî“. Li vê hevoka wî ya kurt de sê tiştên ecêb hene: 1) Mîrên nifşên kevn, yên berî Hazim û Tehsin Beg gelek ji wan ji aliyê kurdan ve hatin kuştin, dîroka wan Mîrên êzîdiyan tijî qehremaniya xweparastinê ye û bûne sembolên nasnameya êzîdîyan. Lê li gorî Şivan ew sûcdar bûn ku kurdan êrîşî êzîdiyan kirin. 2) Mîr û Babaşêxê îroyîn ku Şivan êrîşî wan dike bi temamî di bin xizmeta nasyonalîzma kurdî ya PDKê de ne, tu caran negotina “em ne kurd in”, berê û piştî 2014 jî, gava revîna pêşmergên wan bûne sebebê fermana 2014; êzîdî dibînin ku ev siyaseta kurdî/kurdistanî ya PDK ku li ser wan hatiye ferzkirin wan bê çek û bê parastin hişt, lê Mîr û Babaşêx heta îro jî destxweşiyê li wê siyasetê dikin. Xizmetek wiha ji bo kurdan, ku encama vê jenosîdek bû, icar çawa dibê “kelerexkirina kurdan” ji bo ku êrîşî êzîdiyan bikin? 3) Fermanên dijî êzîdiyan piranî bi destên kurdan hatiyê pêkanîn, meleyên kurdan fetwayê kuştina êzîdiyan derdixistin, sebeba wê doktrînek dînî (selefîsm) bû, lê li gorî Şivan Mîr û Babaşêx serên kurdan kelerex kirin ku êrîşi birayê xwe bikin. Yanî gava ku kurd êzîdîyên kafir dikuştin, wan re digotin kafir, jinên wan direvandin, wan bi zorê kirin misilman, melên kurdan fetwayên fermana êzîdyan derdixistin – ew sûcê Mîra û Babaşêxan bû.

Kurdan Mîr Elî Beg kuşt, ew sembola nasnameya êzîdiya ye, êzîdî wî di stranên xwe de tînin bîra xwe, lê kurd wî bibîr naynin. Mîrên kurdan Bedirxan Beg û Mîrê Kor ji bo Kurdan sembolên netewî ne, kurdan wan bi stranan tînin bîra xwe; lê ne ji bo êzîdiyan, wan ji DAIŞ bêtir êzîdiyan qetil kirin û jinên wan revandin. Bedirxan Beg jinek jî mala Mîrên êzîdiyan revand û kir koleyê xwe, ev yek kiriyarên DAIŞ tîne bîra mirov (DAIŞ jî wan kirinên kurdan tînin bîra êzîdiyan). Şivan jî bi strana “Ez Xelef im” pesnê Êzdîn Şêr Beg biraziyê Bedirxan Beg dide. Memûrê brîtanî Holmes dinivîse ku Êzdîn Şêr Beg carnan bi destê xwe 25-30 êzîdî ji ber kîna dînî dikuşt, wî pere pêşniyarî wî kesî dikir kî jê re êzîdiyêk bîne daku serê wî jê bike ji ber ku wî êzîdiyan wek kafir didît.

Şivan berdewan dibêje: “Di îslamê dibêje ew kesê îslamê berde, xwîna wî helal e, gerekî bê kuştin. Êzîdî jî dibêje kesê êzdayetî berde, xwîna wan qirêje, êdî nikarin bibin êzîdî. […] Keçek kurda êzîdî ji kurdekî musulman hez dike, dibêjin qetla wê helale, dikujin bi kevira, ev ne faşîzme ya? Faşîzm e […] Ne însan in!”. Şivan behsa keça êzîdî bi navê Dûa dike ku di sala 2007 bi awaykî hov bi keviran hatiye kuştin. Lê ne kuştin, ne jî kuştina bi kevira di doktrîna êzdiyatî de heye, berovajî vê yeke di doktrînekê îslamê de kuştina bi kevira ji bo zina heye û gelek carî ev ceza hatiye dayîn jî. Di doktrîna êzîdiyatîyê de zewaca hundurîn heye, anku êzîdî bi kesên ne êzîdî re nazewicin, ew kesê ku bizewice, ji êzdîyatî derdikeve û kesên ne ji dê û bavê êzîdî be, nikare bibe êzîdî. Heta vira raste. Mirov dikare vê yekê wek tengasî bibîne, azadî sînordar dike, ev rast e. Lê sebêbên vê qanûnê çi ne. Li gorî axaftina Şivan sebeb faşîzm û paşverûtî ye. Lê rast e ev? Em li vî meselî kûrtir binêrin. Haya Şivan ji qanûna şerieta îslamî heye gerek hebe. Êzîdî bi sedsalan li derdora desthilata şerieta îslamî dijîtin. Heta ku Kemal Atatirk bi darê zorê şeriet qedexe kir û medreseyên kurdan bi darê zorê da girtin. Him mezheba şafî him jî ya henefî dibêje ku nabe keceke misilman bi yekî ne misilman re bizewice, mêrê musilman dikare tenê bi yên ne misilman re bizewice, lê zarokên wan otomatîk dibin misilman. Kesên misilman nikarin ji îslamê derkevin, yên ne misilman divê bibin misilman. Ev şerîet hema bêje di hemû dewletên misilmana de îro jî qanûn. Êzîdî û hemû kêmolên din çawa dikarîbûn û dikarin nav vê faşîzma dînî de hebûna xwe biparêzin? Belê tenê bi zewacê hundirîn. Tu qîzek bide misilman, ew ji êzdîtî derket; tu nikare qîzeke misilman bîne; tu nikare kesên misilman ji îslamê derxe. Eger tu van tiştan bike, wê agir ser te bibare. Lê Şivan wê îslamê reform bike? Ewê mezheba şafî yan henefî ji holê rake? Ewê kurdan ji ummeta îslamê veqetîne? Kenê meriya tê bi nezaniya Şivan. Êzîdî ne ji ber ku xwe û dînê xwe jî yên din rastir dibînin wisa dikin, ne ji ber ku xwîna xwe paqij û yên ne êzîdî gemarî dibînin. Ew ji bo parastina hebûna xwe dikin. Lê meselya îslamê çawa ye? Ji bo parastina hebûna xwe yan ji bo tunekirina dînên din û firehkirina xwe wan qanûnên xwe danîne?

Di nav makezagona ku Herêma Kurdistan ji bo pêşeroja xwe çêkribû şeriet wek bingeha çêkrina qanûnan danîne. Anketên li Kurdistanê tên kirin diyar dikin ku piranî kurd jibo şeriet di makezagonê de dibêjin erê. Kuştina Dua bi keviran jî di atmosfêrek dijîtiya dînî li hemberî êzîdiya de rûda, du meh berî vê buyerê meleyek kurd kurdan tuj kir, ew ji mizgeftê derdiketin û avahiyên êzîdiyan dan ber agir, di nav de xaniyê Mîr Tehsîn Beg. Ji bo kuştina Duaye, misilmanan li Mûsilê otobosek sekinandin, êzîdî nav wan bijartibûn û dan ber guleyan wek ceza ji bo êzîdiyan çima wan keçek ku xwest bibe misilman kuşt. Kuştina wê binpêkirina mafên mirovan bû, kirêt bû. Qedexekirina zewacê astengkirina azadiyê ye. Lê Şivan fam nake ku gelek tişt girêdayî hevin: zewaca bi misilmanan re dibe sebeba tunebûna êzîdiyan, îslamîzekirina êzîdiyan. Şivan van gotinên xwe jî di demekî de dike, di kîjan de bi hezara kec jinen ezidi di desten misilmanen terorîst de ne. Heta îro wî ti gotinek li ser wan negotiye.

Şivan dîsa piştî behsa felsefe, dîn, Öcalan, Barzanî, siyaset û dîrok dîsa vedigere ser êzîdiyan û dibêje: “Biraderekî me […], kurdekî êzîdî ye, camêr kurdperwer e, kurdistanî ye, kurê wî jî kecekî kurda misilman hezkiriye, bav re gotiye ma ez kurd im ew kurd e, em herdu kurd in, bo çi em nikarin hev re bizewicin. Bav jî fikiryê heger rast em kurd bin, em kurdistanî bin, heqê wan heye, temam kurê min, başe. […] Camêr [anku Osman Güden] baş gotiye, baş kiriye; kekê Osman, Osman Güden […] destên wî xweş, esas êzîdiyê baş û kurdê baş wisa ne […] êzîdiyê baş kurdistanî ne […] Êzîdîxanî wisa ye”. Piştî şîroveyên li jor ev ne ecêb e: êzîdiyên ne kurdistanî bin ne baş in; êzîdiyên ku nexwezin bi kurdan re bizewicin, ew êzîdiyên ne baş in, ne êzdîxanî ne. Bi kurtî: Êzîdiyê nebêje “ez kurd im, kurdistanî me, ew êzîdiyêkî ne baş e”. Faşîzma nasioynalîst.

Osman Güden komelek çêkirye û serokê wê komelê ‚Mala Ezdai Kalkar‘ e. Osman Güden û “Mala Êzdayî Kalkar” girêdayî PDKê ne, konferansên PDK di wê malê tevî alayên partî çêdikir. “Mala Êzdayî Kalkar” endamek bû di rêxistina sîwan bi navê Zentralrat der Êzîdan, bi dehan Malên êzîdyan endamê wê ne û nûnertiya êzîdiyan Almanya dike. Osman Güden û komela sala 2019 ji wê malê hat avêtin ji ber tevgerîna xwe. Pirsgirêkên Osman Güden bi êzîdiyan re bi giştî du ne: 1) Êzîdiyên ku bêjin ku êzîdî ne kurd in 2) Êzîdiyên ku ne bi Mesût Barzanî, PDK û Pêşmerge re ne. Ji ber vê jî ew bi ti awayî êzîdiyan temsîl nake. Pir hindik êzîdî, qasî destek û herdem heman kes diçin Mala Êzdaî Kalkar. Güden kurê xwe ne gorî hed û sedê êzdîtî zewicand û Şivan li daweta wan axaftinek li dijî qeydên zewaca êzîdya kir. Pirsgirêka êzîdiya li vira ne zewaca kurê wî bû – êzîdiyên din jî hene bi ne êzîdî re zewicî ne bêyî ku êzîdî êrîşî wan bikin -, pirsgirêk dîsa wek berê çalakvaniya wî ya siyasî ye, ew dixwaze êzîdî bibn kurd, kurdistanî, PDKyî û bi kurdan re bizewicin.

Û li vira bingeha vê vîdeoya Şivan temamî tê ber çavan. Mîr û Babaşêx in ku herdem dibêjin “Em kurd in”? Helbet na, pirsgerêka wî tenê dimîne zewac e. Û ew pirsa qeydên zewacê bi wan re girê dide, ji ber ku ew mezinên dînê êzîdîtî ne. Şivan di zemanê pirsgirêka wî bi êzîdiyan re hebû ji ber strana “kirîvê”, belkî ev yek bandor li wî kir û heta roja îro hewcetiya tolhildanek di hundurê wî de maye. Di xwepêşandanek ê de piştî roja daweta kurê Osman Şivan di mîkrofonê de dest bi rexneyan li “Babaşêx û Mîran” kir, mebestan wî dîsa êzîdî bûn, piştî gotina “Babaşêx û Mîr” – li gorî mantiqa ku li jor hatiye gotin – hindek gotinên din jî pêve kirin ji bo wisa xuya neke ku ew tenê jî êzîdiyan re dibêje. Şivan ketiye halekî ku êzîdî jê re bûne derdek, belkî bêyî ku wî xwestibe, bêhemdî. Meriv tenê dixwaze jê re bêje: Xwedê û Şifayê bi te.

Û ya dawî jî divê bê gotin, eger êzîdiyek bêje “ez kurdim”, “ez berî her tiştî kurdim, paşê êzîdî”, wê gavê Şivan derbarê wan de rast dibêje, hemû gotinên wî di cih de ne. Ma miletek ku kesên wan bi hev re nezewicin dibin miletek? Helbet na. Ji van “kurdên êzîdî” re durust e ew di bin stranên Şivan Perwer de ku têde pesnê kesên ku serê êzîdiyan jêkirine û jinên wan revandine dike bireqisin. Ji wan re duruste gava faşîstên kurd kesên êzîdî îşkence bikin tenê jiber ku nabêjin “em kurd in”. Ji wan re duruste gava kurd ji Nadia Mûrad re bêjin “tu qahpe ye”, tenê ji ber ku ew nabêje “ez kurd im”. Eger ew “kurdên êzîdî be”, wê heqê Şivan hebe wan rexne bike, ji ber ku ew hunermendê herî bi bandor di dîroka kurdan de ye û kurd kurd in, dînê wî çi be bila be.



23.04.2020 11:10 | hola êzîda

49. Şivan Perwer nirxek yê Kurda ye. Îro hinek kes bi gotinên beredayî û bi manipulasyinan êrîşî Şivan dikin. Hûn bi qurbana Şivan bibin! Sedeqeya welathezîya wî ji heft bavê we re bes e



23.04.2020 18:49 | lîfikê firaxê

50. hunermendê kurdan ku 56 komelên êzîdiyan li dij peyamek weşandin:

Êzdî di navbere xwefêmkirin û pêşdarizandinê de: Rêyên diyalogê
- Daxwiyaniya navnetewî ya mal, yekîtî û saziyên Êzdiyan-

Em, îmzevanên vê daxwiyaniyê, bi hemû hêza xwe gotinên hûnermendê Kurd Şivan Perwer (navê rast: İsmail Aygün) yên cerisandî û cûdaxwaz şermezar dikin. Wî di vîdeoyekî di 13yê Nîsana 2020an de hatiye çêkirin û qasî 33 kêliyan dirêj û di ser medya civakî de ji aliyê gelek kesan ve hatiye temaşekirin de, bi awayekî hedêxwederbaskirî, behsa ol û çanda Êzdiyan kiriye. Wî Êzdiyatî wek faşîst û paşverû binav kiriye, li himberî rûhaniyên wê bêhûrmetî kiriye û ev çanda kevnar ya mîrateya hezarsalan e, xistiye bin piyan. Peywên wî yên pîrolekirî, tijînefret û nijadperest, cewherê hizrên giyaneke bêxweşbîn, cehalet, çewt û dijminê mirovahiyê ye. Em ji ber van peywên wî yên bêpîvan û bêdezgîn, bi kûrahî dilşikandî ne. Kê li himberî tevahiya civakekê nefretê diçîne, ew bi zanebûn aşîtiya civakî dixe nav xeteriyê. Her kesekî xwediyê hizireke rêzdar e, divê bi tûndî li dijî vê yekê raweste.

Gotinên hûnermend Şivan Perwer ne yên cara ewil in û ne gotinên wî yên kesayî yên bêhizir in. Jê zêdetir, ew elameta ûlsereke ji demeke dirêj ve civaka misilman-kurd zeft kiriye û bernade ye, bi taybetî jî lisernesekinîna derbasbûna civaka Êzdî ye. Îro jî di navbera civaka kurd-misilman û civaka Êzdî de xendeqeke kurr ya bi pêşdarizandin û tewambariyên şaş dagirtî, heta asta nefreteke kor li himberî Êzdiyan berdewam dike. Îro jî, Êzdî ji aliyê gelek xwişk, bira û cînarên xwe yên Kurd ve wek kafir û bêxwedê têne îthamkirin. Me di paşerojê de ev yek nepejirandiye û di pêşerojê de jî emê bi hemû hêza xwe, ji bo parastina xwe têbikoşin. Baweriya bi ramanên di navbera Kurdên Misilman û Êzdiyan de xendeq nînin, şaşiyeke siyasî û civakî ye. Mirov wê nikaribe pêşî li parçebûnê bigire, eger mirov xwe nexe bin barê xweyî dîrokî û di bilindahiya biçavlêrihêntinê de, bi hev re nekeve nav danûsitandinê.

Ji aliyê dîrokî û sosyopolîtîkî ve, liserxebitîna vê ramanê, biaqilî ye: Pêşiyên beşên mezin yên civaka Kurd ku îro Îslamê wek ola xwe dipejirînin, Êzdî ne. Eger gelek Kurd vê yekê red bikin an jî li dij derkevin, an jî zanîneke wan ya dîrokî tinebe jî, koka wan Êzdî ye. Ev mîrate tê wateya berpirsiyariya gişcivakî ji bo civaka Kurdî. Divê mirov bi vê berpirsiyariya xweye dîrokî rabe, ne mîrateya dîrokî têxe bin piyan. Ev yek vêga jî, li pêş paşpîlanan derbas dibe, ku vegûhestina baweriya Êzdiyatiyê ber bi Îslamê ve, bi gelemperî ne bê xwîn pêk hatiye û tenê di dusedsalên dawî de, bi sedhezaran mirovên Êzdî bûne qurban. Ev jî bi heman awayî, wek heqîqeta dîrokî ku domdirêj nikari bû bêdeng bimîne, pesend kiriye, cihê xemgîniyê ye. Îro ji her demê zêdetir pêdiviya me bi nirxandinekê heye. Modelên dîrokî yên mîna Komîsyona Heqîqetê, ku li Afrîkaya Başûr piştî bidawîbûna rejima Apartheidê hat damezrandin, dikarin li vir wek mînakên erênî xizmet bikin. Divê ev wek projeyeke ji bo tevahiya civakê were fêmkirin û hemû komên din yên mîna Mesîhî, Elewî, Cihû, Asûrî, Kildanî, Aramî, Ermenî ûhwd. bigire nav xwe.

Tevî barê giran yê dîrokî, tevî gelek pevçûnan jî, Êzdiyan dev ji çanda Kûrdî bernedane. Tiştê îro jî piraniya Êzdiyan ji bo çand û dîroka Kurdî hest dikin, ne êş e, dilovanî ye. Eger parçeyên civaka Êzdî hest dikin, ku ew girêdayiyên çanda Kurdî ne, hingê ew piştrast in, ku ew beşekî civakeke mezin û kevneşopî ne, bêyî ku ew azadiya xwe radest bikin. Eger beşên din yên Êzdiyan xwe ne girêdayiyên çanda Kurdî hest dikin, hingê na, ne ji ber ku ew vê çandê pîçûk dibînin an jî red dikin, dervayî wê ji ber ku pêwendiyeke wane cûda ya sade bi pirsên qewmî û netewî re heye. Hestiyariya neteweya Kurd ya zêde dibe jî divê bi vê rastiyê re rû bi rû bimîne: Êzdî xizmên kevneşop û dîrokeke serbixe ya bi hişmendiya xwe, hişmendiya Êzdîtiya azad in. Em Êzdî, bi bûna xwe ya beşekî tevahiyeke mezin kêfxweş in, lêbelê em naxwazin ku em ji bo armancên siyasî bêne mezaxtin; em Êzdî di wateya hişmendiya têgihiştina navnetewî de, di her astê de dixwazin cih bigirin, lêbelê rolekî ku ji derva ve ji me re were dayin, naleyîzin; em Êzdî bi kêfxweşî amade ne ku nêzî kesên din bibin, lê ne ji bo ku em nasnameya xwe radest bikin.

Ol û çanda Êzdiyatiyê bi hindikayî 4000 sal kevin e! Tevî gelek qirkirinan ew heta roja îro li ser piyan maye. Ev, tenê, bi baweriyeke zexim ya ilmê ola Êzdiyatiyê ya ti caran dijminatiya cîhana dervayî nake, bi taybetî hevkar û xweşbîn e û xwediyê rastrêya nirxên însanî ye, gengaz bûye.

Papa Franziskus di axaftina xwe ya hevdîtina heyeteke Êzdiyan ya di 24 Çile 2018an de pêk hat de, bi kelecan qedere Êzdiyan ya dîrokî anî ziman. Wî got: "Mixabin, dîroka weye bi maneviyat û çandê dewlemend, bi çewisandinên bi mafên bingehîn yên navnetewî yên mirovan nikarin werine îzahkirin, hatiye nîşankirin: Revandin, koletî, êşkence, olvegûheztinên bi zorê, kuştinayî. Perestgehên we û deverên we yên pîroz hatine hilweşandin. ... Dîsa ez dengê xwe ji bo mafên Êzdiyan bilind dikim, bi taybetî jî, ji bo hebûna mafê wan wek civakeke olî: Ti kes nikare hêzê bikar bîne, ku komeke olî ji holê rake, ji ber ku ew ne tabihê komên bi vî rengî "xwedîtolerans" tên hesibandin e. Van gotinên hişyarî û tevgerînê, ji rastdariya xwe tişt winda nekirine. Ew diyar dikin, ka çawa dikare diyaloga di navbera baweriyan de bê meşandin.

Herkesê dikare bi heman nirxên xweşbîniyê û fêmdariya navnetewî bê naskirin, divê di bilindahiya biçavlêrihêntinê de bibe alîgirê diyalogê. Di dema derbasbûyî de jî gelek mînakên erênî yên hevdûfêmkirinên tijîbawerî çêbûne. Ji ber vê yekê divê em hemî, bi awayê çalak piştgiriya aşîtiya bihevrejiyana Êzîdiyan û Kurdên Misilman yên Îraq, Tirkiye, Sûriye û li her deverên din, bikin, ne pêşdarizandinên dij-êzdî û dij-kurd teşvîq bikin.

Îmzevan (21.04.2020)
1. Akademiya Êzdiyatiyê li Bayernê k.n.
2. Civaka Akademîkarên Êzdiyan k.n. (GEA)
3. Civaka Êzdiyan li Bochum k.n.
4. Civaka Êzdiyan li Göttingenê k.n.
5. Civaka Êzdiyan Osterholz-Scharmbeck k.n.
6. Civaka Êzdiyan ya Bielefeldê (OWL)
7. Civaka Êzdiyan ya Çandê li Pfalzê k.n.
8. Civaka Êzdiyan ya Emmerichê k.n.
9. Civaka Êzdiyan ya Güterslohê k.n.
10. Civaka Êzdiyan ya Münsterê k.n.
11. Civaka Êzdiyan ya Rheinland-Pfalzê k.n.
12. Civaka Êzdiyan ya Sulingenê k.n.
13. Civaka Êzdiyan ya Verdenê k.n.
14. Civaka Êzdiyan ya Wilhelmshavenê
15. Dengê Azad (DRA)
16. Dostaniya Alman û Êzdiyan k.n.
17. Foruma Êzdiyan Oldenburg k.n.
18. Hevgirtina Êzdiyan ya Nienburgê k.n.
19. Hêvî-Komela Malbatên Kurd li Lippeyê k.n.
20. Hevkariya Ciwanên Êzdî (HCÊ)
21. Komela Alîkarî û Piştgiriya Gundê Şimizê k.n.
22. Komela Çandê ya Êzdiyan li Heidekreisê k.n.
23. Komela Çandî û Civakî- Kaniya Spî li Bielefeldê k.n.
24. Komela Derdorê Hevaltiya Alman û Kurdan li Sendenê k.n. (DKFK)
25. Komela Êzdiyan ya Çandê li Danîmarkayê
26. Komela Êzdiyan ya Çandê li Frislanda Rojhilat (Ostfriesland) k.n.
27. Komela Êzdiyan ya Cilûbergên Kevneşopî k.n.
28. Kordînasyona Meclîsên Gundên Êzdiyan yên li Tirkiyeyê (KMGE)
29. Lalish TV li Almanya
30. Mala Êzdiyan ya Amûdê (Sûrî)
31. Mala Êzdiyan ya Efrînê (Sûrî)
32. Mala Êzdiyan ya Helebê (Sûrî)
33. Mala Êzdiyan ya Hesekê (Sûrî)
34. Mala Êzdiyan ya Serê Kaniyê (Sûrî)
35. Mala Êzdiyan ya Tîrbe Sipiyê (Sûrî)
36. Mala Ezidiyan ya Berlinê k.n.
37. Meclîsa Bilind ya Êzdiyên Sûriyê
38. Meclisa Gundê Bacinê (Tirkiye)
39. Meclîsa Jinên Êzdî li Berlînê k.n.
40. Meclîsa Şengalê li Dervayî Welat (MŞD)
41. Navenda Çandê ya Êzdiyan li Celleyê k.n.
42. Navenda Çandê ya Êzdiyan li Hammelnê k.n.
43. Navenda Çandê ya Êzdiyan li Liege (Belçîka)
44. Navenda Çandê ya Êzdiyan li Weselê k.n.
45. Navenda Çandê ya Êzdiyên Bremenê û Derdorê Wê k.n.
46. Navenda Êzdiyan Baden-Württemberg k.n.
47. Navenda Êzdiyan ji bo Hûner û Çandê (NCÊ)
48. Navenda Êzdiyan li Freiburgê k.n.
49. Navenda Êzdiyan ya Çandê li Hollandayê
50. Navenda Hunermendên Êzîdxanê (NHÊ)
51. Ronahî Komela Diepholz-Êzdiyan ya Çand û Civakê k.n.
52. Sîwana Meclîsa Jinên Êzdî k.n.(SMJÊ)
53. Yekîtiya Ciwanên Êzdiyên Suriyê
54. Yekîtiya Êzdiyan li Siegenê k.n.
55. Yekîtiya Êzdiyên Sûriyê (YÊS)
56. Yekîtiya Hiqûqnasên Êzdiyan k.n.
57. Yekîtiya Navendî ya Komelên Êzdiyan k.n. (NAV-YÊK)

Îmzevanên daxwiyaniya (21.04.2020): Êzdî di navbere xwefêmkirin û pêşdarizandinê de: Rêyên diyalogê
- Daxwiyaniya navnetewî ya mal, yekîtî û saziyên Êzdiyan

Em wusa duxazin!

Gesellschaft Ezidischer AkademikerInnen (GEA)
gea-ev.net
info@gea-ev.net



23.04.2020 22:47 | hola êzîda

51. Hozan û stranbêjekî hêja ye bê şik.
Ev sî çil salî zêde ye ku kar û xebatên wî yên bêhempa henin ji bo çand û zimanê kurdî.
Lê qasî ku ez dibînim, çi fikr û ramanên wî hebin bi rêya stranan bîne ziman wê çêtir be.
Gava bi xeberdanên xwe dikeve nav siyasetê hinek dilewitîne.
Bila stranan bêje bese û ji serê me zêde ye, ka ew nîba kê dikaribû vê stranê bigota:




24.04.2020 00:30 ~00:31 | afa

52. Qasî ku em dizanin şivan perwer li ser êzdiyan gelek stran distriye û her wiha ez bi dil bawer im rêza wî ji her ol û bi taybetî ji ola êzdiyan heye. Ez di vê mijarê de dixwazim nirxekî wisa bikim. Pêşî ez hinek behsa ola xwe bikim. Ez di nav malbatakî mislimanê sunnî de mezin bûm. Bi xwendin û naskirina fikrên olên din fikrên însanên din îro ez xwe wek mislimanekî sunnî nîşan nadim. Û distûra min jî ew e ku mirov lazim e li hemberê her fikrê rêza wî hebe. Bi ya min bi vî awayî em dikarin bi hev re jiyanek ava bikin.

Îro birayên me yên êzîdî li hember ola xwe dikarin rexnekî bikin. Dikarin Ji hev cûda bifikirin yan em bêjin mirovek êzidî di ola xwe de bi fikrê xwe tiştek çewtî dît dikare bîne ziman, dikare rexnekî ser vê tiştî bîne?

li hember Gotinên şivan perwer bi dijûn û bi nefret ji teref êzîdiyan ew qas rexne ger hatiba mixabin em nikarin bêjin êzîdî li ser xwe û dîna guftugoyek dikin. Ji bav û bapîrên xwe çi dîtine heman tişt bawer dikin wek berê dewam dikin. Ê çi ferqê we ji daişê ma? Belkî hêz û quweta we hebe hûn misilman û fileyan bikujin jî. Bila mabesta min baş bê fêmkirin. Dîn wexta ku nebê niqaşê endamê vî olê dikarin ji bo dînê xwe rast-xelet her tişt bikin.

Gotinên şivan perwer di cî de ne. Rast gotiye ne zêde kêm gotiye.



24.04.2020 00:34 | kajav

53. Stranbêjekî navdar û gellekî jêhatî yê mûzîka kurdî ye. Bi mûzîka xwe ve bandoreke mezin li ser nifşên Kurdan çêkiriye. Dema derdikeve li ser dikê bi şal û şapikê xwe yê kurdewar, bi tembûra xwe û bi coşa xwe hesteke netewî dike dilê xemxurên kurdî û Kurdistanê. kengî li rastê Qeydên konsertên wî yên kevn bêm, ji dengê wî û ji dilsoziya wî re dibim hijmetkar û kêfxweş dibim ku me stranbêjekî wiha heye.

Lê ji bilî van pesn û wesfên wî xwediyê kesayeteke pirr ecêb e. Ji berê de ye xwe kiriye aqilmendê kurdan. ji loma navê xwe jî kiriye "şivan". şivanê neteweke nezan û bindest. Bi wê mebestê di Gellek Stranên xwe de yan di daxûyaniyên xwe de carinan rexneyên xweş li civata xwe û li siyasetmedarên Kurdan dike. Pê re xwediyê qisûrekê ye ku bi salan e nayê dermankirin. nikare bi serê xwe azad û bê minet bijî. Hertim pişta xwe dide rêxistin an partiyeke Kurdan ên bi heft avan ji hev dûr. Pêdiviya wî tim bi heyraniyê heye, Ya rast pêdiviya hemû hunermendan bi vê mîratê heye lê ev li cem şivan perwer bûye wekî nexweşiyekê. Dibe ku naxwaze piştî evqas ked û tahbê bêyî jibîrkirin an qedrê wî neyê zanîn. Lê heta niha min guhê xwe dabe kîjan hevpeyvînên wî hema bêje di hemûyan de singê xwe fireh dike, pesnê zanîna xwe, hunera xwe û ya şexsê xwe dide. Û Ji bo bê hebandin, hejêkirin her gavê xwe dispêrîne aliyekî û aliyekî din ji xwe re dike dijmin an bi gotinên xwe yên ecêb dikeve nav rojeva Kurdan.

Heta vê hingê ew û alîgirên PKKê xwîniyê hev bûn, ava wan di cokî de nediçû lê bi demê re çi guherî nizanim Şivan Perwer Vê taliyê pesnê Öcalan dide, bi awayekî dilovanî qala wî dike. Medyaya PKKê jî wekî ku şivan xelat bikin Ev çendek e Wî derdixin li ser ekranên xwe. Kurdên alîgirên wan ên ku demekî gellekî heqaret li şivan perwer kiribûn, gef jê xwaribûn niha lê xwedî derdikevin, pesnê wî didin. lê ya ecêb vê carê jî aliyên din ji şivan re bûne dijmin. bi min halekî sosret e ev. Siyaseta Kurdan a bêhnpêketî û parçe parçe zextekê li ser hunera kurdî çêdike û hunermendan dike pêkenî. Heyf!



24.04.2020 03:26 ~03:27 | xeyda

55. Li ser bextê vê peyamê şivan perwer/124144 kerê tara cardin zewiciye, kalê xerifî, ez çi vira bikim di vî emrê wîde min zewacê pênexist. Qey navê meriv dengê meriv, û du banot perê meriv hebe gere meriv dixwene? Ne tuyê salkî du salê din bi cihimî herî, çend sal berê derfet hebûn tu di ciwaniya xwede bizewiciyay, an kî gavû te, te dev ji Gulîstan a pelçiqokî berda? tu rabe rûnê dia bike tu şivan perwerî.. herwiha te jî gotiye "mirov pîr dibe kîr pîrnabe" îca çi jiminreye ez we ji dil û can pîrozdikim, aqûbet li serê hemû kal û pîrên bê diran be jî *



25.05.2020 21:40 | shorbevan

56. Zewaca wî lê pîroz be. Wek tê gotin tu di kîja emrî de bibî jî tenêtî xezebeke zor î zexîm î giran e û bi tenê tenêbûn li xwudê tê ji xeynî wî tu evdekî xwudê bi tenêtiyê nikare stara xwe bike.
Ji kerema xwe re fikr û zikrên xwe yên reş û efinkî û feodal berdin. Her kî karibe zewacê di ser milê xwe re bibe dikare bizewice. Ji bo ku dilê we xweş bike divê bikeve silûka tenêtiyê?
Ez nexwazim devê xwe xira bikim û gotinên seksîst bi kar bînin lê nikarim xwe ji ber însanên efinkî ragirim ger hûn xema kîrê wî dixwin rabin têxin qûna xwe. Hûn çi devdirêjiya jiyana taybet a xelkê dikin? Tu hej jê dikî tu zanî hej jê nakî tu zanî; şivan Perwer jî ciwan Haco jî qîmet û nirxên vî gelî ne. Her yek ji wan bo muzîka kurdî bi kulliyateke qerrase şop û rêçeke qewî anîne meydanê, mohra wan a payebilind dê her hebe. Ew êdî mirovên ji rêzê nîn in, lê tevî vê yekê jî jiyaneke wan a taybet heye, çi etîk çi ji ne etîk ( etîk bixwe peyveke şelo ye) her çi bikin ew problema wan e. Em bi tenê dikarin hunera wan binirxînin û krîtîka gotin û peyvên wan polîtîk bikin çi ku tevî hunermendîya xwe giraniyeke wan a siyasî heye. Bi kurtasî ji xeynî jiyana wan a taybet em karin rexne li wan bînin.



25.05.2020 22:30 ~22:38 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
[1]
bi zimanê korevî tê me'naya district.
minak; yongsan-gu, dondae...
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
belki ev jî bala te bikişînin
» şivan zeren
» perwerdeya kodkirinê lê bi kurdî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî