Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 84 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; terikandina cixareyê
peyamên çepikkirî

87717. dema ku ez nexweş dikevim dilê min ji cixareyê diçe, heta bizanibim ku ew bibe dermanê nexweşiya min jî ez ê nikarim bikşînim. du hefte berê ji ber tevlîheviya rewşa hewayê nexweş ketim, aloqên min nepixî û sê roj di nav livînan de mam. tam sê roj nikaribûm cixare bikişanda lê, roja çaremîn ew xwesteka jehrê dîsa hat cihê xwe û ji xwe re cixarekî pêçand û dam navbera her du lêvên xwe lê lê, cixarê vênexistim. ji xwe re fikirîm, ma jixwe ez sê rojan nekişandî me, ka binêrim gelo ez çiqasî dikarim bê cixare bisekinim. û dawiya dawî di rêya terikandina cixarê de 11 roj, 6 saet, 43 xulek, 27 çirke derbas bûye.



26.10.2013 15:08 | tariq

138277. a soxî min jî terka vê ziqqûmÊ kir...
min di berfenbara 2008an de dest pê kiribû va ye min di berfenbara 2021an de terka wê kir.
law min tam 13 sal bênavber kişandiye/vexwariye
piştî sezdeh salan wa bû çar roj in min devê xwe nedaye wê.
ez xwe pîroz dikim, min bawer nedikir ku destê xwe jê bişom, min kêngî bigota ez berdidim, bêtir du an sê saet bi şûn de min dîsa dikişand. piştî ewqas salan cara ewil e ku çar roj jê bi dûr im.
min di rojê de pakêtek an pakêtek û nîv xelas dikir. aniha hesab dikim belkî min pereya xanîyekê pê re kiriye xwelî.

13*365 =4745 pakêt. min parlement dikşand, aniha buhaya parlementê 21.50 tl ye ango
4745*21.50= 102.017 tl

yani bi buhaya îroyîn min kêmtir sed hezar pereya tirkan kiriye xwelî, ger min li şûna cixareyê her roj dolar/zêr bikirrîya muhtemelen aniha di hesabê min de 200 hezar zêdetir pere hebû.

jixwe ne hewce ye meriv qala bêhna wê bike, meriv her roj serê xwe dişo, cilûbergên xwe diguherîne lê dîsa jî têr nake. min her sal diranên xwe paqij dikir lê disa du sê roj paşê zer dibûn. belkî hûnê bêjin fîşal dikî lê di çar rojan de diranên min dereceyekê spî bû, ezê hefteyeke paşê dîsa herim diransazekî û diranên xwe paqij bikim. muhtemelen dê êdî zer nebe.
sê roj e îştaha min vebûye belkî dezavantajeke wê ev e ku meriv pirr dixwe vedixwe lê ji ber ku ez yekî lavaz û zeyîf bo min ne xem e, beravajî ez dixwazim heft heyşt kîlo bigirim.

min dîsa dirêj kir, hevalno dev ji vê ziqqûmê berdin. naxwazim mîna yekê gelek bi tecrûbe xeber bidim, xwe bikim qurre, jixwe here were bû çar roj, lazim e meriv xwe îkna bike ku cixare tiştekî berredayî ye, tu feyda wê tune ye, tu car nikare stresa meriv daxîne, bilakîs nebûna an tunebûna nîkotînê ya di laşê we de, stresek çêdike laşê we dişê pê, lê hûn du roj sebir bikin derbas dibe...

roja înê min li kurê xwe nêrî; min got yaw ez çima rizq û qismeta kurê xwe didim dûmaneke kanserojen?



08.06.2013 14:50 | simurg56