19. ne dijwar e. ku bixwazim dikarim pakêt carkî de berdim alîkî lê bi min dîsdestpêkirin dijwar e. çiqas berdidim dîs dest bi cixare dikim. gerçî niha kêfeke jî jê werdigirim. |
|
11.03.2015 19:13 ~19:13 |
kurê xelkê
|
20. ku vêya jî binivîsim di vê mijarê de dibe entrya min a sêyê..* |
|
11.03.2015 20:14 ~20:15 |
ferhenga şikestî
|
21. terîkandina cîxarê ji bo gencerê nehewceye.heke tû dengbejekêmê yî zêrîn bê cixarê gûhterî kirîye heyfe heyran.xwede ew peçîyan çima daye ? ne jibo pêlekirîne klavye, daye ku meriv pelê cixare bipêçe .le dîsa jî pir nekişînin , xwe pe ra nekujin.meriv extîyar dibe zatî pe ra cixarê hêram dibe. |
|
11.03.2015 22:39 |
maryam
|
22. biryareke ku mirov bi xwe jî jê bawer nake. dema mirov ket wê xefkê xelasiya gellekî zor e. em ne bêjin terikandin lê belê 'ceribandina terka cixarê' wê rasttir bibe |
|
12.03.2015 14:33 |
renas
|
23. Ya ku ez bi xwe nizanim tiştek çawa ye lê dibêjin gelek zehmet e. |
|
12.03.2015 20:10 |
brusk56
|
24. (bnr: her meh perê tu didî cixarê bibexşîne kobanê, bila kobanê 3 mehan de ava bibe) |
|
12.03.2015 20:15 |
brusk56
|
26. bi ya min ne ewqas zehmet e jî. mîna dana kîloyan e. jê re îradeyek lazim e û hew. |
|
13.03.2015 19:24 |
simurg56
|
27. çalakiya ku (şoreşa ku) bûye belayê serê min.. |
|
26.02.2016 22:20 ~22:22 |
ferhenga şikestî
|
28. terikandina ku wekî terikandina jiyanêye meriv dikare bibêje cixare ji rih şêrîntire destê meriv jê nabe, kesên bi carekî dev jê berdane ne bawerim hebin herî kêm sê çar car ceribandine devjêberdanê û pirî jê bi sernakebin.. ez dı xwede zanim min deh sala kişand dema jin dev jê berda niha va sê sale ez nakşînim hê jî tê xewna min dibe kabûs.. meriv çewa di terikîne? ji alîkîde meriv dibêje jixwe emê bimrin û bira hima ji cixarê be.. li alîyê din dibêjin hetanî nexweşîn neyê meriv qîmeta xweşîyê nizane yanî hetanî wextekî meriv dikare bikşîne ji wî pêve meriv nikarebikşîne timî kuxte zirta merive dev û poz girtîye... dev ji wî jî berdin ger hişê meriv hebe jî niha pêde meriv cixareka pakêta wî bi milyon kî meriv rabe 6-7-11 milyon bide dewleta bênamûsa werhasil dev jê berdin ger bi we nabe yên tekelê nestînin/nekşînin.. hertişt li alî kî wî pereyê meriv dide bi cixarê cardin bi fikirin meriv dikare pê çi neke? ... |
|
26.02.2016 23:57 |
shorbevan
|
29. dema ku ez nexweş dikevim dilê min ji cixareyê diçe, heta bizanibim ku ew bibe dermanê nexweşiya min jî ez ê nikarim bikşînim. du hefte berê ji ber tevlîheviya rewşa hewayê nexweş ketim, aloqên min nepixî û sê roj di nav livînan de mam. tam sê roj nikaribûm cixare bikişanda lê, roja çaremîn ew xwesteka jehrê dîsa hat cihê xwe û ji xwe re cixarekî pêçand û dam navbera her du lêvên xwe lê lê, cixarê vênexistim. ji xwe re fikirîm, ma jixwe ez sê rojan nekişandî me, ka binêrim gelo ez çiqasî dikarim bê cixare bisekinim. û dawiya dawî di rêya terikandina cixarê de 11 roj, 6 saet, 43 xulek, 27 çirke derbas bûye. |
|
12.04.2016 13:31 |
remlavêj
|
30. Dema ku xanîda tê kişandin (vexarin) bêhnek pirr ne xweş tixe nava xanî û hemû kinc , nivîna ,lihêfa hwd. |
|
02.04.2019 20:07 |
brzn
|
31. ji bo min tiştekî rehet e, dikarim bi lêz dev jê berdim lê ji ber go hormona dopamîn avzê dike naxwazim biterikênim. Bi saya dopamîn mirov bêhtir li ser kar û şixûlê xwe konsantre dimîne. |
|
07.12.2020 18:56 |
hueyn
|
32. a soxî min jî terka vê ziqqûmÊ kir... |
|
14.12.2021 11:16 ~11:20 |
ferhenga şikestî
|
33. Qencî ya ku divê rojekê herkes pêşîka ji bo xwe, pişt re ji bo derdora xwe bike. |
|
15.12.2021 00:17 ~00:40 |
pîroz
|
34. min jî sala 2008-09ê dest pê vê ziqûmê kirîbû, piştê deh sal kişandinê sala 2019ê min berda. 2 sal min nekişand û piştra mixabin ev 4-5 mehe min dikşand lê dîsa ew 2 hefteye min dîsa dev jê berdaye û bawerim yê wisa berdewam bike. |
|
15.12.2021 01:43 ~01:44 |
doesntmatter
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |