Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kurdên bi tirkî ji hev hez dikin - tirşik
kurdên bi tirkî ji hev hez dikin
(13) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. BI GIŞTî KARê KURDêN BAKûRê KURDISTANê YE. EW BI XWE KURD IN, Lê BI TIRKî HIJ HEV DIKIN. GELEK JI WAN KURDî XWEŞ Jî DIZANIN Lê NIZANIM DEMA EVîNA WAN DEST Pê DIKE BI TIRKî BERDEWAM DIKIN. HER HAL JI RêZEFLîMêN TIRKî YêN MîNA "AŞK-I MEMNU", "ÇI GUNEHê FATMAGULê HEBû", "AFFET BENî" û FILAN û BêVAN û QUZILQURT. XEBERA WAN JI MEM û ZîN, EDûL û DERWêŞ, XEC û SIYABEND...

(bnr: kurdên bi tirkî hij hev dikin)



21.01.2014 21:14 | xendekî

2. têkiliya evînê bi hezkirin dest pê dike di wê merhaleyê de ji ber ku hest û raman paqij û zelal in hewceyî derewan nake lê piştî ku evîm diterpile zimanê wan ê kurdî besî wan nake lewma xwe digindirînin û xwe diavêjin bextê tirkiyê min bi çavên xwe dîtiye bi zimanê tirkî derew, ihtîras, dek û dolap xweş tê kirin mesele bi kurt û kurmancî ev e..



21.01.2014 23:32 | ferhenga şikestî

3. (bnr: kurdên bi îngîlîzî dikutin hev)



21.01.2014 23:53 | endazer

4. ecêbeke giran e. nizanim ji ber ku di binhişa wan de tenê gotinên evînî yên bi tirkî rêzbûne êdî ji ber çi be gava têne ba hev xwezî ji heft bavê xwe -wekî min- gundî bin jî axaftina xwe bi tirkî dikin

(bnr: benim morali sıfır! sıfır! sıfır)



21.08.2014 03:03 | ceso

5. anomaliya ji ber zêde temaşekirina fîlm û rêzefîlmên tirkî ne. ger ne wisa be jî ji ber "bi tirkî" temaşekirina hemû fîlm û rêzefîlmên biyanî ye.

ji ber ku mirov li tu derî (jiyana rojane jî tê de) hezkirinek bi kurdî nabînin di binehişa wan de ecêbek wisa çêdibe.



21.08.2014 08:31 | simurg56

6. sedemêK VÊ MIJARÊ ;

kURD hesta hezkirinê piranî li tv yan hîn dibin u zimanê rêzefîlmA JÎ TÎRKÎYE. U LİGEL VÊ YEKê KURDÊN KU DERÛnİYA XWE-KÊMDÎTİNÊ DİJİN MİXABİN DIKEVİN REWŞEKE WISA.



22.08.2014 16:20 | azad30

7. hevalekî min ji ber vê meseleyê dev ji hevala xwe berda, wê terikand..

keçik xîret nedikir ku fêrî zimanê xwe bibe û gilî gazincan ji hevalê min dikir, lê hevalê min jê re gotibû ez nikarim tiştekî bikim, madem naxwazî hîn bibî fermo rêya te vekirî be...

ez fikirîm û raman bûm, ku ez bam ez nediwêriyam ji ber vê sedemê dev jê berdim, ma dilê te kafir e zalimo? biryareke wêrek..



11.01.2015 15:34 | ferhenga şikestî

8. based on a true story



Kurikek û keçikek kurd li hev rûniştine Û dilê kurik germ dibe...



Kurik: ez ji te gelek hez dikim.

Keçik: ya birazcık ciddi olur musun!



11.01.2015 15:52 | mîr

9. ez im ew, kurmancî têra îfadekirina eşq û evîna me nake.. yanî ev çi qas ez li ser kurmanciya aşkitomê difikirim lê hêj peyveke xweş ku bikaribe wekê aşkitomê di guhê hezkiriya min de heman hestê pêk bîne, min nedîtiye.. ev tenê aşkitom e, hêj li wir, bebeğim heye, arım, balım, peteğim, kaymağım, yavrum, tatlım, canım, canımın içi, bitanem, meleğim û hwd hene.. *

yanî xuşkno, birano werin em bi qewlê tirka xwar rûnin û rast bêjin, kurmancî ji bo eşq û evîn û muhbet û dilketin û dilikîbûnê ne mûsaît û ne mûnasîb e, belkî zazakî an soranî mûnasîb be, lê ez bi herdu zaravayan jî dilikî nebûme ji ber wê nikarim tiştekî bêjim.. *

û spas ji bo vê arşîva nestêleh ya ekşiyê ku di nivîsandina vê peyamê de min îlham û alîkarî jê stand û jê îstîfade kir; https://eksisozluk.com/sevgiliye-takilan-lakaplar--154788?p=91




10. ya rastî divê hûn qebul bikin, we destên xwe nekiriye di binê kevirê de..

bila nebe mijareke magazînel lê ew ne ez im, me heta niha tenê du-sê car bi tirkî axifîne û ew jî me qeşmeriya tirkmaciyê kiribû, heta ku hûn behsa fîzîka qûantûmê nekin tu problem naqewime*



11.01.2015 19:30 | ferhenga şikestî


12. hevalekî min wê rojê têlefûnê da wisa gote hezkirîya xwe:

-bebeğim te zikê xwe têr kir?
*
(bê lome be)



24.11.2017 00:49 | bûtîmar

13. gelo, em in. ez û hezkirîyê, xwe em herdu jî kurd in û kurmancî dizanin lê jiber ku devokên me hinek cûda bû di destpêka pêwendîyê de me tirkî xeber dida. dûre êdî me nekarî xwe jê xilas bikin. van rojan dicerîbînim ku em vegerin kurdî lê hinek bi zehmet xuya dike.

edît: em nekarîn vegerin kurdî* jixwe têkilî ji qeda piştî vê peyamê :/



12.07.2019 15:43 ~2021.08.11 10:22 | xelîl

14. ji sedî 99ê ciwanên kurd hezkirina xwe bi zimanê tirkî dijîn mixabin. çawa zimanê tirkî di hemû jiyana me de serdest be di hezkirina me de jî wusa ye. nizanim, dibe ku mirov ji ber ku nikarin bi kurdî xwe baştir îfade bikin bi tirkî diaxivin bi dergistiyên xwe re.



13.07.2019 15:07 | roza

15. Mixabin, yek ji wan ez bûm.
Lê min nedixwest ku wilo bidomîne.
xoşewîsta min bi kurdî nizanî bû, carekê min biryar da ku ez ê bi kurdî biaxivim, ew jî bi Tirkî, lê çawa min dest pê kir, 1 deqqe çê ne bû, min bi tirkî dewam kir... Mixabin

Jêrnivîs: ew jî kurd bû, lê dê û bavên we sax bin, wê fêrî zimanê kurdî nekiribûn :(



19.11.2020 10:31 | merwano

16. Mixabin ji alîkê ve mafdarin. Biseknin nexeyidin! Yanî dema ku hûn bi dilketîya xwere, evîndara xwere an jî , partnerê ve yê seksê(çê dibe ku hûn ji wê hez jî nabikin) re çalikiye dikin hun çidibejin, çi deng derdixinîn an jî kîjan peyven bi kartênin? Ye ku dibejê Kurdî di vê mijarê de jî dewlemende bila min rewşen bike. Û paşniyarê xwe peşkeşî me bike.



28.01.2021 23:12 | marmîrê mêrdîn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên ku bi zimanekî din pesnê kurdiyê didin
» tirkî çiqasî tirkî ye?
» hevpeyvîna atatirk bi los angeles examiner re
» hezanij

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî