Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
redhack - tirşik
redhack
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. komeke hackeran ku xwe weke "hackerên sor" bi nav dikin û bi çepgiriya xwe derdikevin pêş.

bi taybetî êrîşî malperên faşîst û malperên fermî yên dewleta tirk dikin. (bnr: lice.gov.tr)

berî du rojan jî malpera fermî ya îdareya bajêr ya stenbolê kiribûn û deynên gelek hemwelatiyan jê biribûn.

mirov dikare bêje, ev koma hackeran şaxeke koma hackeran ya bi navê anonymous e. ji ber ku gelek êrîşên xwe de hevkariyê dikin.



29.06.2013 11:18 | simurg56

2. (bnr: hackkirina diyanetê ya redhack)



03.07.2013 18:33 | simurg56

3. hackerên ku dewlet quna xwe diçirîne lê nikare yekî ji wan binçav bike.



09.08.2013 15:56 | reşkêşevê

4. şoreşgerê rawejî, Xwediyê bîrdozî,manîfesto ,çalekvanên ji dil û baş xwe di parêzin ,car caran li hemberê malperê dewletên fermî çalêkî yan dikin,pîsiyên dewletê derdixin holê



09.08.2013 23:42 | newenda

5. sê çar tirkerên li ser navên sozyalîzm û hackkarîyê hinek sîteyên ne çi qiymetê wa heyî, ne çi pêşçavîya heyî "heckkirîne". ez dibêjim wa tirker û çi qiymetê wa li ba min tune ye, ka b'bêjin çima. Ez ji were minakekê bidim: rojek va tirkera siteyek ya tsk'a yê (türk silahlı kuvvetleri - artêşa tirka) "hack" kiribî û peyamek wiha dabûn: "Eger me karibi vê sîteyê hack bikîn eceba yên bîyanî tê bikarin çi bikin." belê gelî xwendevanan peyama va tirkeran wiha bû. piştî vê peyamê qiymet ê wa yê pênç banknot ne digirt li min êycar xilas bû. nûçeya vê meselê ev e: http://www.ulusalportal.com/haber/gundem/1303-redhack-tsky-hackledi.html

(bnr: tirker), (bnr: ulusalcı)



27.08.2013 23:00 | ayzek

6. tîma hackeran ku duh malper û sîstema polîsan (ya emniyetê) hack kirine û ji ber hackkirina wan bi qasê 3-4 saetan çalakiyên pasaportan nekarî were kirin û loma têketin û derketina ji tirkiyê ne pêkan bûye, balafirgeh jî ji ber vê yekê demekî nekarîne bixebitin.

ji xeynî rizilkirîna emniyetê kêr tiştekî nehatiye lê dîsa jî êrîşek serkeftî ye.



06.09.2013 10:17 | simurg56

7. koma ku ji serboriyên kurdan re sosyalîstbûna xwe ji bîr dikin a vana ew nifş in.



06.09.2013 20:21 | gulan

8. koma hackê a ku bi qasê dîtina min hinek populîst e . di twitterê de spî heta êvarê gotin diavêjin hemû kesî .

rojekî şafak sezerî di hesaba xwe ya twitterê de tweetek avêtibû û gotibû ev hesab ji aliyê redhackê hatiye standin . û paşê jî, ji hesabên twitterê a redhackê , despê kirin ku reklama vê bikin . şafak sezer jî gelekî tavzê xwe li wan kir ku tiştekî nezanin jî baweriya xwe li her tiştî tînin .

haa şafak sezer kerê herî mezin e ew tiştek din e *



21.09.2013 11:46 | brusk56

9. hackerên ku vê carê nizanim çi û çawa hack kirine lê nimreya telefonên hema bêje herkesî destxistine.

weke kadir topbaş , fatma şahin , bekir bozdag , ebru gundeş , ahmet davutoglu , nagehan alçi , rasîm ozan , hakan fidan , hakan şukur , şamil tayyar , ali babacan , efkan ala .

heçî bixwaze dikere ji twitterê nimreya van kesan bibîne .

nîşe ; çi qas rast nizanim . dibe ku ji binî ve vir û derew be



15.01.2014 01:01 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» redhack

Kategoriyên mijarê:: teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî