Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
agora - tirşik

Hypatia, jineke zanyarê. Ji aliyê astronomî, matematîk, felsefeyê de kesekê zîrek û li ser van zanyarî yan dixebite....
(0 şîrove)
agora
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Hypatia jinek jîr û zana ye.. feylesofek pir baş e û di got: dinê min felsefe ye.. li ser matematîk û astronomi xebiti ye, li Kitepxane ya îskenderiye wanê yên matematik, astronomi û felsefe da ye.. du xwandekarên wi; Orestes dibe walî û Cyril dibe piskopos.. dawî de tê kuştin û xebatên we negihiştin me..



Ev ji filma wi:http://www.dvxfilm.com/agora-izle-turkce-izle.html/8



21.01.2014 22:52 | payîz

2. di dema antîk grekê de, cîhê ku avahîyên dewletê tê de bi cîh dibû û cîhê siyaset tê de dihate kirin bû. ango paytext navenda dewletê yê û agora jî navenda paytextê ye.



27.05.2014 18:18 | nazim tolhildan

3. fîlma ku min nekarî heta dawiya wê temaşe bikim.

him şêweya wê û senaryoya wê têra xwe ne baş bû û him jî xewa min dihat...

derbarê pevçûnên berî nêzikî 2 hezar salan ya pagan, xirîstyan û cihûyan e. aliyê wê yên balkêş yên weke sahneyên derbarê gûftûgyê li ser fîzîka gerstêran, hebûn lê hinekî jî ji ber vê yekê ji fîlmê zêdetir bûye mîna dokumanterek.



05.10.2014 22:32 | simurg56

4. fîlmek ez gelek hejê dikim û min dû sê caran lê temaşekiri ye.di fîlmê de derbas dibe hypatia îspat dike ku "gava dinya li derdora rojê dizivire şêweyek ne wekî xelek ekê wekî elîps xwiya dibe"



06.10.2014 00:20 | dildar geverî

5. fîlmeke ku derbarê feylesofeke jin, ango derbare hypatia de ye. bêguman divê bê temaşekirin.



09.11.2015 14:13 | nazim tolhildan

6. fîlmeke gelek xweş bû, loma min du car temaşe kirin..

li jor behsa filmê hatiye kirin, ne hewce ye lê zêde bikim.

di vê fîlmê de jî em dibînin ku kîja ol û mezheb ferq nake giş li ber geşedan û pêşveçûna mirovatiyê asteng in..



09.11.2015 14:29 | ferhenga şikestî

7. fîlm, qala jiyana hypatiadikê.
hypatia, li cihanê di astronomî, felsefeû matematîkê de yekem zanyara jine.



13.05.2020 19:06 | merwano

8. qadên ku niqaşên siyasî û aborî hatiye kirin di bajarên (sîte) yewnanîstana klasîk û Romaya helenîstîk de.di zimanê yewnanîya klasîk û nûjen de tê wateya " cihê kombûnê,meclîs".



14.05.2020 13:46 | jehr

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» agora

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî