Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
rojek ji rojên evdalê zeynikê - tirşik
rojek ji rojên evdalê zeynikê | 2018
Nivîskar: mehmed uzun | kurdî | roman | 149 rûpel

“Navê min Ehmed e. Ehmedê Ferman. Ehmedê Fermanê Kîkî. Yanî Ehmed navê min e. Ferman hem paşnav hem jî siûda min e. Kîkî jî ji Kîkan tê, navê eşîra mi...
rojek ji rojên evdalê zeynikê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. romaneke mehmet uzun e. ne xelet bim bi qasê ji 150 rûpelan fîlan pêk dihat.

pirtûk sala 1991ê de hatiye weşandin.

mixabin min vê pirtûkê li kampûsa zanîngeha stenbolê wenda kir loma cem min niha tune. heçiyê bibîne ji kerema xwe re bila li min vegerîne *



23.01.2014 20:25 | simurg56

2. ji ber hawara dîcleyê krediya mehmed uzun li ba min bêsînor bû. lê rastiya vê pirtûkê bû şîmaq û rûyê min sor kir.

nav lê roman e lê wekî cure di navbera çîrok û çîrvanokê maye. nivîskarê rehmetî "mehmed " uzun usluba dengbêjî jî daye lêkirin û dema lehengên sereke dipeyivin hema "e/ye/ne" li paş hemû hevokan in û ew hevokên kinik/kurtekurt xelas nabin. ji aliyê mijarê ve hingî neteweperestiya romantîk giran e, hilma min bêhnteng bû, min got wele dê ev pirtûk xelas nebe. hema her kes baş û çê, her tişt bêqisûr û mirês in. yê nebaş jî ji nebaşbûnê difire. ma qey di vê cîhanê de ji bilî reş û spî, rengê gewr tune ye yeaaqqq...

ji aliyê avakirina lehengan ve berbad e. ji aliyê vegotinê ve kirasê dengbêjî hîç lê nehatiye û bûye îşkence. ji ber vegotinê mirov dikare ev "roman" wekî nîv-qesîdeya pexşanî bihesibînî. hema di her firsendê de pesna yekî/ê tê kirin û hema hema bi eynî peyvan/bêjeyan. wele bi quran meraq dikim, xwezî yekî rabaya û xêra xwedê vê "romanê" têxista bernameya indekskirina bêjeyan. texmîn dikim pirtûk bi kêmzêde 200 bêjeyan hatiye nivîsîn. nivîskar di gelek gelek cihan de çêtir dîtiye, li ba bêjeyan hemwateyên wan an jî peyvên nêzî wan bi kar bîne. ev metod hingî pir û pir e, kakafonî ji esmên dibare. ez qala aforîzmayên lehengê sereke, evdalê zeynikê nakim.*

sûreta pirtûka destê min çapa 4an a 2018an e û ji çewtiyên rastnivîsê tije ye yên ku ji gava kopîkirinê mane. wekî di gelek beşan de dehan dehan peyvên ş dihewînin bi fl mane. wekî şev=flev, şapik=flapik hwd. hewqas ku rûpela 30em nedihat xwendin.... mirov karê redaksiyonê jî hewqas paşguh nake. heyfa kurdî...

her wiha ji aliya honakê ve "roman" îdîa dike ku rehên xwe ji dîrokê hildigire. lê belê malpera riataza.com bi me re parve kiriye ku mehmed uzun hemû rastiyên dîrokî bi zanebûyî an jî bêhemdê xwe tevlihev kirine û honakekê xeyalî ava kiriye:
Mehmed Uzun û rastîya jîyana Evdalê Zeynikê -1 Here lînkê
Mehmed Uzun û rastîya jîyana Evdalê Zeynikê -2 Here lînkê

heyfa wextê min.


ew çi mirin bû? serleheng yanî dimire, lê wekî xortê "çardeh salî" hema ji xwe re distirê*



30.01.2022 19:15 ~20:06 | biruya hayao miyazaki

3. dara çeqemê/141461



31.01.2023 07:00 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojekê ji rojê xwedê...
» rojên rojnameyan yên pêvekên pirtûkan
» evdalê zeynikê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî