1. firdewsî di şahnameya xwe de behsa şerê kurd û sasanîyan dike. di beşa 6'a ya şahnameyê da şerê navbera şahê kurd madîg û şahê sasanîya agahî dide. |
|
25.01.2014 14:40 |
felat
|
2. hê jî dîrok pesna neçîrvanan dide hê şêr dîroka xwe nenivîsiye.. |
|
25.01.2014 14:42 |
ferhenga şikestî
|
3. (bnr: ksenefon-anabasîs) |
|
25.01.2014 16:53 |
cekdar
|
4. eger hebe jî ji aliyê qelemên biyanî ve hatiye nivîsandin.. dibêjim eger hebe, çimkî min bi xwe derheqê vê mijarê de tu lêkolÎn nekirine û ya rastî hebe jî û nebe jî ji min bi xwe re ne xem e.. ji ber ku ji roja roj de kesên ku bi kar Û kirinên bav û bavpîr û kalikên xwe pesnê xwe didin dilê min dixelînin.. |
|
25.01.2014 17:11 |
endazer
|
5. Bav û kalên kurdan gotine ma dinya têra kê nake û pişta xwe dane dinyayê û wê piştguh kirine û çavên wan tucarî li mal û milk û warên xelqê nîn bûye ji ber vê hindê li dinyayê pirr negeriyane û ji bavê xwe pêxember nûh ta niha li kurdîstanê mane. Malmîrata kurdistanê di cihekî wilo stratejîk de ye ku bi qewlê tirkan ve bûye " yol geçen hanı". Pêşî împretoriya persan kurdistanê kirîye bin lingên xwe, dûvre îskender, dûvre împretoriya romayê, dûvre sasanî, dûvre medenîyeta îslamê, peyre selçûk melçûkên tirkan, peyre cengîzxanê qaf mongol, peyre dewleta osmaniyan û peyre dagirkerên bêşeref... herwekî tê dîtin hemû dewletên mezin yên dîrokê ji kurdistanê derbas bûne û wê talan kirine. kurdên reben hêj fehm nekirine ka çi bûye çi nebûye derbe li ser derbê xwarine. ji ber vê hindê di rûpelên dîrokê de navê kurdan yê dî serhildan bixwe ye. gava ku mirov ji vî aliyê de mêze bike bi rastî jî kurd miletekî gellek bi rûmet û bihêz in. ji ber ku digel evçend tofan û belaya hêjî hene û li ser pîyan e. |
|
26.01.2014 09:27 |
ceso
|
6. di dîroka romîyan ya fermî de navê kurd û kurdistanê di du cîyan de derbas dibe.ew jî di bin navên cemîyet û tevgerên,li gorî tirkan,'bizîyan û bixisar' de derbas dibe.herçiqasî bigotibana tevgerên bizîyan jî birastî dema em zarok bûn me peyva kurd an jî kurdistan didît di pirtukên tirkan yên dîrokê de kelecan û xiroşekê em hildigirtin.bi fikir û hizirên zarokî ve me digot hema bihîstina navên kurd û kurdistanê jî bes in * |
|
26.01.2014 14:19 |
azad zagros
|
7. bi awayê nivîskî, heta berî 2400 salan jî îspatên wê hene; |
|
26.01.2014 14:32 |
simurg56
|
8. ebul el-hesen elî bin el-huseyn bîn el-mesudî ( çi navek dirêj e). Bi navê heredotê ereban tê naskirin. di pirtûka xwe ya bi navê murucu'z zeheb de derheqê kurda û peydabûna nijada kurdan kiriye. di heman pirtûkê de derbarê jîyana kurdan agahîyên berfireh daye. di pirtûka xwe ya bi navê tenbîh ê de behsa mîrîktî û eşîrên kurdan nivîsî ye. |
|
26.01.2014 20:03 |
felat
|
9. Dîrokê da kurd her tim hebûne lê dema ku em li gor dagirkeran dîrokê mêze bikin, kurd tu carî di dîrokê da tunebûn e. |
|
24.04.2019 18:50 |
brzn
|
10. gelê med jî ku wek bavûkalên kurd ên îro tên pejirandin, di rûpelên dîrokê re derdikevin pêşberî te. |
|
25.06.2023 22:15 |
mirovekirind
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |