1. (bnr: binnivîs) |
|
27.01.2014 21:04 |
simurg56
![]() |
2. Herwekî ku li jor jî hatiye gotin bi ya min jî binnivîs ji dublajê çêtir e. Ê min jî ez pirrî fîliman bi binnivîsê temaşe dikim. Ji ber ku fîlmên bi binnivîsên kurdî pirr bi destê min nakevin ez jî ji malpereke tirkan ya ku fîlmên gellek xweş û bi qalîte û hemû bi binnivîs tê de têne weşandin ji xwe re fîliman seyr dikim. Malper ev e http://www.sine-goz.com |
|
27.01.2014 22:34 |
ceso
![]() |
3. berhevdana ku ez weke "binnivîs dibersivînim" e . |
|
28.01.2014 00:59 |
brusk56
![]() |
4. Ez dixwazim minaka The Dark Knight Rises bidim. Di vî fîlmî de ji bo dengê bane bi awayekî zahmet dîtine bi awayekî pir pere xerc kirine lê belê di dûblaja tirkî de çikirinin, mêrekî hew dengê xwe hinekî guhertiye û dûblaj kiriye. Encam: pê rîtinin û berdanin. Ka bêjin dûblaj an binnivîs? |
|
28.01.2014 13:02 |
mergehez
![]() |
5. bi ya min vê rewşa hanê diguhere eger dublaj xweş bê kirin pirsgirêk namîne ango dengê lîstîkvan ê rastîn û dengê ku dublajê dike heke li hev bên baş dibe yan na mariv nikare temaşe bike ji ber ku di kurdî de her du jî hama bêje tune ye ez ê li ser tirkî binirxînim mesela zarvekera ku dengê angelina joliyê dike xweş dike bi xwedê ji dengê wê yê rastîn ji xweş dibe. dibe ku orjinalî xira bibe lê bi ya min a girîn ev e ku li gor fîlm û bûyer û karekterê bûye yan na.. binnivîs orjînal e lê gava tu temaşe dikî êdî nikarî bi karekî din mijûl bibî carekî trt şeş fîlma turuvayê wergêrandibû bo kurdî gava dengê brad pitt hat min, brad pitt çûbû kahtali miçê hatibû*)) lê li gor lêkolînêke di cîhanê de di warî dublajê de herî li pêş tirk in ji ber ku zimanên biyanî kêmtir tên zanîn û kes bi binnivîs temaşe nake lewma jî her gav dublaj dibe ew jî bûye sedem ku ji aliyê dublajê de pêşve biçin.. |
|
28.01.2014 13:37 |
ferhenga şikestî
![]() |
6. tirk gelê yekemîn e ê fîlma bi dûblaj temaşedike. Lê dîsa jî dûblajek wer nebaş çêdikin em nikarin filmên bi dûblaja tirkî binerin. dema em vê dinerin em qalîteya tirkan fêm dikin. |
|
28.01.2014 13:53 |
mergehez
![]() |
7. Fîlma bab'aziz bi binnivîsa kurdî: https://www.youtube.com/watch?v=prH5i3Pa7Bo |
|
06.08.2014 12:59 |
gernasnenas
![]() |
8. fîlm an jî rêzefÎlm ger ya biyaniyan be binnivîs çêtir e. dublaj tişteke dijwar e, her kes nikare ji binî rabe. divê bi her awayî bi rêk û pêk be. |
|
06.08.2014 13:03 |
kurê xelkê
|
9. danberhevdana hema bêje di her rewşê de binnivîs serkeftîtire ye. tenê dema mirov bi xwe re nebîne bixwîne dublaj bi ser dikeve. |
|
04.02.2015 00:52 |
berxweda
![]() |
10. ted-ed vîdyoyê zanistî,dîrokî,tenduristî,hunerî,civakî û çandî bi awayekî şahî bi şiklê anîmasyon çêdike. |
|
11.07.2015 20:07 ~2015.10.14 22:11 |
mîr bedirxan
![]() |
11. Fîlmê bi dûblaj yên xweş pir kêm in, jixwe heya niha min tenê yeke Kurdî darî kir, ew jî tenê dîmeneke biçûk bû. Xwediyê dûblajê jî şivan perwer bû * Lê bi piranî ez fîlm û rêzefîlman bi binnivîsê darî dikim. Belkî di nava 4,5 salan de min dor 500 fîlm, û nêzîkî 30 rêzefîlm darî kiriye, here were qey 10-15 fîlm bi dublaj be. Bi kurtasî her bijî binnivîs, bimre dûblaj |
|
08.08.2021 13:02 ~13:06 |
merwano
![]() |
12. Berê, dema ez zaro bûm li ser televîzyonên Kurmancî rêzefîlmek ku qala dîroka Korê a kevn dikir hebû û bi dûblaja Kurmancî dişûxilî lê bi Kurmancîya Bahdînan. Îca min zêde jê fêhm nedikir lê hengî kêfa min jê re dihat min tim di malê neqla wan dikir. |
|
08.08.2021 15:04 |
pîroz
![]() |
13. Îngîlîzî: Ashley, look at me |
|
22.09.2023 22:53 |
horhorik
![]() |
![]() |
mark twain [2] |
![]() |
peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin [1] |
![]() |
pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin [1] |
![]() |
cejna vejînê [1] |
![]() |
kolaya zer [1] |